HevgirtinKurdi عربيEnglishSwedishDeutsch

 
 

kurmanci@rojava.net 

 
 

Kurdologî


Kurmancî


Mafê Mirovan


Arşîv


têkilî


 
 


DÎLANA Û DÎRAM

 rojava.net 23.07.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Selîm Berekat
Wergerandina ji erebî: Ehmedê Huseynî

  

Kûviyek li ser girkokî ye
Û bêdengî quloçên xwe mîna kûvî bilind dike.
Xwe nêzîktir neke,
Xwe dûtir jî neke rêbero!!
Ji cihê ku tu lê yî, reh rehan dibînin û zemîn jî mîrata xwe.
Kûviyek li ser girkokî ye
Û bêdengiya req jî quloçên xwe mîna kûvî bilind dike.

  

1

Lê binêre, Lê binêre Dîramo! Çawan li jêrî çurisîna xwîna te mîna komika sebetên zer e. Lê binihêre ku çawan li tenişta zendên te xelmaş dibe, ku çawan henasên wê bi ser berfirehiya mêrantiya te ya payedar ve stêrk bi stêrk dirijin...  Tê bîra te Dîramo,  tê bîra te dema tu wisa mêşinî û bi deştan nixwimandî berbi wê ve çûyî, gavên te yên rojê bûn, xirecira te jî ya gulgeniman bû? Ma êvara ku di çavên te re  tenik tenik diherikî tê bîra te, êvara pêşîn, êvara ku we gencîneyên bûneweran bi maçan dagîr kirin û we di binê kevirê giyên de coyeke sur û seyr vedît? hêdî hêdî Dîramo, bêserûberiya xwe ya sihirbaz bi hêminî di hêlînên dilê wê de bi cih bike- Dilê Dîlanayê; dilê ku mîna zixteke mişt jiyan helawistî ye..

 2

li wî  binêre, Di binê çurîska xwîna te de tîrekî zer e Dîlanayê! Lê binihêre! Êvarê bi şingîna mêraniya xwe dixemilîne, nêrdewana helkehelkê berbi şingîna te ve têt, mîna ku hemî dewlemendî yên wî bin, mîna ku peyvên wî yên ku sirûda mêran bi wan dibêje tu bî. De hela jê re bibêje, de tiştên ku tem û moran ji keçên xwe re dibêjin jê re bibêje, de ji xweşiya bilind berbi wî ve sernişîv bibe, laqirdiyên bilindahiyan rakişîne, da tu deşta dilê wî bi genimê sirûdê binixumînî? De Dîlanayê de! Ha wa li nêzî destê te pal daye û meyweyan dibêje.

 3

lê binêre, çendîn sînga te bi tîrêja ji lêvan û ji pêçiyan miz dide. Lê binêre da tu bîst dilan di binê dilê wê de bibînî, her dilek nehişî ye û di nehişiya xwe de, bîst dilên dîtir dirêse: Ew darêjgeha zilêm e- zilamê ku bi gumeguma rîş û rehan hatiye dagirtin?  Ew darêjgeha ji katjimêr û gengeşeyan e? Darêjgeheke dawîn e bo her cegerdarî û her tirsê. Xwe nêzîktir neke Dîramo, xwe dûrtir jî neke. Cihê te bixwe cihê dîtina heman xweşiyê ye; xweşiya ku di sepetên zer û di xwîna zer de razayî ye.

 4

De piçekî rabe ser xwe Dîlanayê, de dorpêçkirina xwe ya nerm asê bike, daristana ku nijadên wî tê de geş dibin tu yî û hinav têkelî balindeyan dibin. Şingîna wî ya di nav şingînê de tu yî û pesinîna wî ya ku her şahek şahnişîniya xwe û her sergerdanek riya xawendariyê tê de dibîne tu yî, ger bi ser te de  çemiya mêtiyê bo devê wî bilid bike û ji boyî sînga wî ya lerzokî jî  mertala sînga xwe ya bi teman û bi serdeman gevizî bilind bike.

 5

De piçekî rabe ser xwe Dîramo, rabe ser piyan û bibîne, rabe da tu ji jorahiya tinaziyê kontara jinê ya di navbera çurîska serçavkan û stiranan de dirêjkirî ye, bibînî, şûrê çavkaniyên wê tu yî, bi te li spêdeyan dixîne, spêdeyan diderizîne,  bêrîkirinê û ahoyan ji terkên wê derdixîne. Henasa wê ya di nav henasan de tu yî,  pesinîna wê ya ku bager rimên xwedawendên xwe yên sergerdan tê dadike tu yî. Ger xwe bi ser te de çemand devê xwe yê bi sirûda mêran xemilandî berbi devê wê ve bilind bike, û berbi sînga wê ya lerzokî ve mertalê sînga xwe yê bi avan û pesinînan neqişandî, bilind bike.

 6

De li wî binêre Dîlanayê, binêre ku çawan bi destê xwe birûskan zeft dike û bageran li ser nivîna te direşîne.

Binêre ku çawan  bi helkehelka te ve wekî mêweyekê helawistî dixuye û xefkan ji boyî şînahiyê vedide, weku xwe li beramberî şûrên avê bi te mezin dike. Binêre çawan wekî bejan avan dorpêç dike, da jena dilê te yê mîna kefê û keştiyan ji avê derdiçe,  dorpêç bike... lê, dema di dawiya rojê de toreyên xwe vedike û ji toreyan stêrk û quling difirin; wî di pêşzanînên wî de xelmaşbûyî bihêle, dest jê berde Dîlanayê, ew ji zemînê ji bilî misteke kîl  nagire û ji bilî baskên memikên te ku çawan sîberên êvarê û nêratiyê bi ser zemînê de  vedigirin, nabîne.

 7

Dîramo lê binêre, lê binêre çawan refên qazan li ber dilê te kom dike, çawan ewran dirêse. Lê binêre çawan kerî bi kerî ji dawiya kontêr ve sernişîv dibe, destê wê di destê asoya gavan de ye, kirasê wê – dema xwe di ser rûbaran re çeng dike- ji ser dişemite da rehên ku nahingivin zemînê lê belê dihingivin pesinîna ku hemî reh pê dinixumin, xuya bikin. Ger tu bixwazî destê wê bi destê xwe re bibî êdî asoyê jî bibe, ger tu bixwazî wê himbêz bikî bila reh jî te himbêz bikin da meywe henasên te bavêjin hevudû. Yan jî bila zemîn lehiya xwe ya hêzdar a ji mêst û forman hilgire û hawara xwe bigihîne te.

 8

Wî şiyar bike Dîlanayê, wî ji dirêjxewa wî ya bi xweşiya hezar dilên serxweş xemilandî şiyar bike. Spêdeyê jî bi wî re şiyar bike da bi hev re berên xwe bidin te; wisa bi dilbijînê û bi kîlê û bi laqirdiyan gevizandî. Ew yê dawî ye ku tu yê wî bibînî, ew sersomê dawî ye yê li zurneyên sersom dixîne ku tu yê wî bibînî, mîna meygeran, piyalên xeniqiyan bi qehremaniyê dadigire. Li heman rexî radiweste, li rexê daçikiyayî û kevnar e yê rehan û li rexê ku dirinde li dirindeyan dibanin. Ew yê dawî ye ku tu yê wî bibînî  berbi te ve tê, berbi te ve mîna nîşanekê; nîşana ku ji bahozê derdiçe beriya ku kumê xwe yê xwînewî li serê xwe bike û rûyê maseyê rakişîne da laliyan bi ser mermera giyanan de belav bike. Wî şiyar bike, wî şiyar bike Dîlanayê.

 9

Wê şiyar bike Dîramo, pinpinîka xeybê û kurmika wê ya zêrîn şiyar bike... Dîlanayê şiyar bike û xanî jî kevir bi kevir bi wê re şiyar bike, piştre meydana li derdora xênî şiyar bike û bend û percanan şiyar bike. Ger tu ji hemiyan pak bûyî spêdeya ku li tenişa bendê xew kiriye şiyar bike. Û bibêje Dîlanayê were. Were em hilatina dudilmayî ya zemînê bibînin, were em bibînin çawan rondikên xwe yên ji hesin û ronahiyê bi ser mertalê me yê mirovane de dibarîne. Da em piştre memikên xwe şanî kêra baxçeyan bikin û dema ku kêr di borên kuncî û zilindaran de daçikin em ê ji xweşiya kêran bilerizin, mîna ku em bi hev re, hewl bidin, ku em bîrînên ku qet çi birîn li pey wan nayên, bin...

De wê şiyar bike Dîramo!

 10

 Wî şiyar bike Dîlanayê, ciwanê ku li jêra wê tîrêjê dihênije; tîrêja ku bi ser sînga wî ya rût de diherike, şiyar bike. Wî û rojê û nanan şiyar bike, û dewla xwe dagire- dewla ku tu pê sewalên spêdeyê yên ku nayên dîtin av didî- dewla xwe ji kurmên hevrêşimê û ji  tûyên ku ji pesinînan hildiweşin dagire, da tu bi hevrêşim û bi tûyan vê xweşiya li derdora Dîramo vegirtî bidrûyî.

Wî şiyar bike, wî şiyar bike Dîlanayê.

 11

 Wê şiyar bike Dîramo, û di bin ebrûyên wê de xewnê ji xewnê şiyar bike, piştre zuxurine ji demê bavêje bi ser Dîlanayê de daku mîna serrûyê çavkaniyê bipêle, daku bazin bi bazin firehtir bibe, her bazinek galîskek(erebaneyek), û di galîskan de jî sebze û rê. Tu bi Xwedê kî de, ha wa ye pêxemberê rûbaran gûşiyên mijê ji we re diçine û zaroktiya kulîlkan bi ser bend û percanên xênî de belav dike. Wê şiyar bike, Dîramo wê şiyar bike.

12

 wî şiyar bike Dîlanayê, serçavka komedyayê şiyar bike- Ciwanê ku bi dasên xwedawendan hatiye dorpêçkirin şiyar bike. Wî şiyar bike da hûn ji xunava spêdeya lezgîn û dek û xapên wê yên kenokane dereng nemînim, reng e hûn bizanibin ku di gîhê de hîrîna xunavê û hin zurneyên ku banga hertûkî ya şad bo axa şad dikin, dihêwirin. wî şiyar bike, wî şiyar bike Dîlanayê.

13

 Wê şiyar bike Dîramo, vê bitriya esmanî şiyar bike- Dîlanayê, aviya berbeyaniyê û tiştên wê yên bitrane bi ser de bireşîne. Ger li beramberî te hişyar hate dîtin wek ku çawan şînahî çavdêriya şînahiyê dike tu jî çavdêriya wê bikî. Bi hev re rûnin; bibin sîwaneya maçan; daku stiran hevûdû bi we bixapînin. Wê şiyar bike, wê şiyar bike Dîramo.

 14

Wî şiyar bike Dîlanayê, tîrêja mirovane Dîramê ku bi serxweşî ji ronakiya nêrîtiyê derdiçe şiyar bike, ne destên xwe û ne jî helkehelkê jêre bike perde. Bila dirêjahî be, bila diyar be û bila barbi çav û eşkerekirî be, bila di tenikahiya wî de gûşî û pişkoj xuyanî bikin da tu bibî xwedana wî û xwedana hemî tiştên ku di wî re xuyanî dikin. Da tu bikaribî bîbî xawena veşargeha mirovane ya şînahî û hevkarên wê yên ji teman û ewran û baskan. De wî şiyar bike, wî şiyar bike Dîlanayê.

 15

 Wê şiyar bike Ey Dîramo, xwîna jîndar û durvên wê yên hevalbend şiyar bike,  û xwe ji boyî şiyarkirina Dîlanayê bi bangeke tenik bixemilîne, ma ne Dîlanayê şiyariya textê şahan e; textê ku çavkanî xwe li ber ditewînin û co û cobar serên xwe pê dişon, û dema tu xwe gişî wek tîrekê davêjî sirûda dawîn kevana te ew e. Wê şiyar bike, wê şiyar bike Dîramo.

 16

wî şiyar bike Dîlanayê, bitriyê û durvên wê yên hevalbend şiyar bike, û lê binêre ku çawan mijangên wî bi balindeyan vedibin, bi tenê spêdeya ku şingîna avan zeft kiriye dikare şiyariyeke wisa bibîne, û dema tu maka xwe gişî mîna tîrekê davêjî sirûda dawîn, Dîramo kevanê te ye,

Wî şiyar bike,
wî şiyar bike Dîlanayê.

 17

 wê şiyar bike Dîramo, qijalka kefê Dîlanayê şiyar bike, û dema tu ji diqdiqandinên xwîna xwe ya spêdeyî bêzarbûyî  kelehên xwe raxîne, tu digel ewrekî rût berbi xwîna wê ve têyî. Wê şiyar bike, wê şiyar bike Dîramo.

 Dema ku nişan bi dawî bibin her tişt diçe û yê ku xwe bi nalînê digire nalîn bi wî re diçe: Dîlana û Dîramo jî wisa çûn.

Wê spêdeyê min nedixwest zemînê;
ne jî zemînê dixwest min şiyar bike.
Li ber çavên min bûn, xortek û jinek, ez rêberê wan ê lal bûm.....

 

Berdewam dike!


 

 

 

 

 

المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE