1- Mafê her
kesî heye, bi tenê yan bi kesên din re ku
xwedî milkiyet be.
2- Kes
nikare bi zorê vê milkiyetê bişêlîne.
Benda 17an ji daxuyaniya navnetewî
ya mafên mirovan, 10.12.1948
Mehemed
Teleb Hîlal, Bass û Projeyên nijadperest
M. T. Hîlal di
rûpelê 8an de, ji lêkolîna xwe ya bi navê: Dîrase an mûhafezet
aljezîre min alnewahî alqewmiye, alijtîma’iye, alsiyasiye weha
dibêje:
(...pirsa kurdî ku îro xwe bi rêxistin kiriye, ji bilî girêkek
penceşêrê xerab, ne tiştekî din e, xwe di laşê netewa erebî de bi
cih kiriye û çi derman jê re nîn e ji bilî birînê ).
Ev
serleşkerê ereb yê nijad perest ku li herêma kurdan serokê liqê
parastina siyasî bû, bi lêkolînekê li ser herêma Cizîrê, pirojeya
xwe ya ku ji 12 xalên bingehîn pêk tê, wek pêşniyar pêşkêşî dewletê
kiriye. Kurtahiya xalên di vê pirojeyê de ev in:
1-
Koçberkirina kurdan bo herêmên hindurîn yên sûrî.
2-
Paşvehiştin û neavakirina dibistanan li herêmê.
3-
Serrastkirina nasnameyan û deravêtina kesên ne
hemwelatiyên sûrî.
4-
Girtina deriyên kar li ber kurdan.
5-
Bangeşiyek berfireh di nav ereban de û li dijî kurdan.
6-
Rakirina navên dînî ji ser şêxên kurd û hinartina
şêxên ereb bo herêmê.
7-
Bikaranîna kurdan xwe bi xwe li dijî hev.
8-
Bicihkirina ereban di herêmên kurdan de.
9-
Bikaranîna xeta bakur ji Cizîrê wek herêmek leşkerî
ji bo koçberkirina kurdan û bicihkirina ereban.
10-Avakirina
werzeyên tevahî ji bo ereban li vê herêmê.
11-Qedexekirina
zimanê kurdî, hilbijartin û dengdanê bo kurdan.
12-Qedexekirina
dana nasnameya sûrî bo kurdên vê herêmê.
Ev
pêşniyar, roj bi roj, bi zagonên awerte û li bin siya rewşa awerte
li Sûriyê hatin pêkanîn. yek ji van projeyên nijadperest Zinara
Erebî bû.
Di serî de, kirîn
û firotina erdan li vê herêmê, bê erêkirina wezîrê hindur qedexe bû
(biriyara wezîrê hindur hejmar 1360, sal 1964).
Di sala
1966 an de, seranserî sînorê Tirkî û Sûriyê, li ser dirêjahiya 375
km û firehiya 10-15 km dewletê dest danî ser erdên cotiyarên kurd.
Kesên vê herêmê bê erd û milkiyet hiştin.
Di şûn de, sala
1973 yan qanûna zinara erebî derket, di navbera her du gundên kurdan
de gundekî ereban ava kirin û ew erd li wan belav kirin.
Armancên vî
projeyî
1- Di hêla aborî
de, destdanîna li ser çavkaniya bingehîn ya jiyana kurdî. Ev jî
dihêle ku kurd belengaz û bêkar bimînin û dest bi koçberiyê bikin û
herêmên xwe berdin. Li hêla din jî wê her kes bi debara xwe û
zarokên xwe mijûl bibe û dûrî karê siyasî yê kurdayetiyê bikeve.
2- Xirabkirina
demografiya herêma kurdan û zêdekirina hejmara ereban di vê herêmê
de.
3- Avakirina
dîwarekî mirovahî di navbera kurdên rojava, bakur û başûr de.
4- Biçekkirin û
bikaranîna van malbatên ereb li hember tevgera kurdî ya siyasî û li
hember kurdên niştecih.
5- Hizir û bîrên
bingehîn yên vê projeyê ew bû ku herêmê ji kurdan vala bikin û li
şûna wan ereban bicih bikin. Lê ev neçû serî.