Tengezarê Marînî
Pirs û kêşeya
rojavayê Kurdistanê ji pirsa kurdistana mezin ya giştî nayê
veqetandin, lê bi demê re her parçeyek ji van çar parçeyan
teybetmendiyên xwe girtine, çi ji hêla civakî û çi ji hêla siyasî,
kultûrî û bingeha avakirina hiş ve.
Pirsa kurdî û
Kurdistanî pirseke aloz e, gelek kaxez û kert li bin guhê hev ketine,
berjewendiyên hêzên mezin û welatên dagîrker bi hev re xaç bûne
Wek prensîp
kurdên rojava û hêzên wê ên siyasî behweriya xwe bi cenga aştiyane
tînin û dibînin piştî weha sal, pirsa kurdî encex bi diyalog û dan û
stendinê di gel hukumeta navendî çareseriyekê bibîne, lê hukumetên
Sûrî ji dema rizgarbûna Sûrî ji bin destê Ferensa sala 1946an û ta
rêjîma Baas ya niha , gelê kurd wek netewe nedîtine, nasnekirine û
nepejirandine, ji xwe kurd di yasayên dewleta Sûrî de weke netewe,
ne jî wek terim tune ne.
Berovajî vê
yekê, kurd têne çewisandin, mafê wan tê xwarin û her careke ko
daxwaza mafên xwe ên rewa bikin, çarenûs û estegehên çalakvanên wan
goristan an jî zindanistan û windakirin e.
Gelê rojavayê
Kurdistanê, tevî hemî pîlanên qirêj mîna Zinara erebî, stendina
nasnameyê ji bêhtir ji 150,000 hezar kes di sala 1962an de,
erebkirina xak û asîman û navên kuç, kevir û zarokên Kurdistanê, ji
behweriya xwe daneketine û her bi karê aştiyane xwestine xwe bi
ereban û rêjîmên wan bidin pejirandin, lê mixabin bersiva rêjîmên
sûrî ên çûyîn û rêjîma niha ya Baas bi şêweyekî hovane, nemirovane û
nedadperewerane hatiye dan.
Di
damezirandina yekemîn rêxistina siyasî de, sala 1957an, ko navê wê
partiya demoqata kurdistanê bû, bi çavsoriyekê li wan hate
temaşekirin û di salên yekîtiya di navbera Mesir û Sûriya de,
endamên rêvebiriyê an di binê zindanan de bûn an jî bazdayî bûn û li
Surgunê bûn. Ji xwe bi hatina partiya Baas re, ko tendensa wê ta
niha jî nijadperest e û kesekî ji bilî ereban qebûl nake, pîlanên
qirêj li dijî kurdan û herêma wan dest pêkir. Kurd mîna Israêlên
diwem li qelem didin. Ne tenê weha belkî desttêwerdan di parçeyên
din ên Kurdistanê de dikir. Bi mixabinî jî dibêjim, ko hinek hêzên
kurdî ji parçeyên din ta radeyekê bûn destgirê pîlanên wan.
Kurdên
rojavayê Kurdistanê bi xwe jî ketin şaşiyên mezin, ji hev par û
parçe bûn, armanc û erkên xwe ên sereke, ên ew ji bo wan hatibûn
damezirandin ji bîr kirin, bi hev ketin, ji demê û derfetan sûde
wernegirtin.
Li vir
dixwazim tenê çend mînakan bidim:
Di sala
1982an de, dema şerê di navbera birayên Misilman
(Ixwan Almusilmîn) û rêjîma
Baas de, kurdan nikarîbûn bikevin bazareke siyasî bi hukumetê re û
bi hêsanî û bêbuha pişgirtiya rêjîmê kirin.
Di sala
1986an de, ji ber qedexekirina derketina ji bo cejna Newrozê,
kurdan xwepêşandanek li Şamê
li ber dergehê Koçka Komarê li darxistin, di encamê de şehîdê
newrozê Silêman Adî şehîd bû û ji wê salê ve 21ê avdarê bû rojeke
betlanê ya fermî. Her çende di bin navê Cejna dayîkê be jî, lê her
kes dizanê ko ew betlane, bi xwîna şehîd Silêman Adî hat.
Li vir û ji wê
demê ve diyar bû, ko beyanname û belavokên di qulikan de, ko tenê di
kolana kurdî de belav dibû, bê sûde ye, pêdiviye pirsa kurd ji
kolana erebî re bête eşkerekirin û daxwazên kurdan zelal û diyar
bin.
Di salên
1990î de, dema sê rêvebirên partiyên kurdan ketin Perleman de.
Dîsan diyar bû
ko yekgirtina hêzên kurdî dikarê kolana kurdî bide hev û wê gerim
bike ji bo sorbûna li ser daxwazên netewa kurd. Lê dîsan mixabin
dîsan piştî demekê diyar bû ko perlementer bi xwe ne di wê radeyê de
ne ko pirsa kurdî bikin babetên rojeva wê perlemana kertonî jî û
dema derketin derveyî welêt hinek ji wan bûn bûqê rêjîmê.
Hêjayî gotinê
ko di wê demê de dîwarê Berlîn herift û « dewletên sosiyalîst » yek
li dûv ya din diketin himbêza rojavayê de û pirsa mafê mirovan
nemabû pirseke navxweyî û li tenişta wan raperîna Adara pîroz li
başûrê Kurdistanê encamên hêja bi dest xistibûn û herêma parastî
hatibû damezirandin, perlemana Kurdistanê di 6.6.1992 bi şêweyekî
azadane hatibû hilbijartin û biryarên ko perlemana başûrê Kurdistanê,
di derheqa kêmneteweyan de, dikarîbû bibe nimûne li herêmê û li ser
bingeha wê kurdên rojava jî dikarîbûn daxwazên xwe bikin.
Di
xwepêşandana pêşî de ya partiya yekîtiya kurd de, di roja mafê
mirovan de, sala 2002an de, û di encamê de girtina 2 endamên komîta
siyasî Rêzdar Hesen Salih û Merwan Osman, qada navnetewî, komeleyên
mafên mirovan, revenda kurd li derveyî welêt, ketin alûgorê de û
rêjîma Sûrî mecbûr bû ko wan berî dema sezabûna wan bi dawî be ew
serbest berdan.
Li vir
pêdiviye bête gotin, ko saziyên rewşenbîrî mîna PENa kurd,
Ingilîzî û ya navnetewî roleke mezin lîstin di azadkirina herdû
rêzdaran de û bi taybetî rêzdar Merwan Osman, ko nivîskar e û bû
endamê rûmetê yê PEN ya ingilîzî.
Partiyên me ên
siyasî dikarîbûn van têkiliyên hatibûn avakirin, av bidin, lê
mixabin, tevger zû sar dibe û zû jî tiştan ji bîr dike.
Di
xwepêşandana zarokên kurdan û xizmên wan de li Şamê, li ber dergehê
UNICEF, di sala 2003an de, bi alîkariya wan çar partiyên
kurdî ( Yekîtiya Demoqrat, Yekîtî ya „nedemoqrat“, Çep û
Hevgirtina gel= Partiya Azadî niha )dîsan dêmên kolana
kurdî geş bûn, lê........
Piştî
roxandina rêjîma Sedam, nijadperestên ereb çavsorî li kurdan kirin,
bi sebeta ko kurdên Başûrê Kurdistan roleke wan jî di herifandina
rêjîma Baasî ya Sedamî de hebû. Ev dexz û çavsorî û bi projeyekî
pîlankirî ji hêla dezgehên rêjîma Sûrî û istixbaratên wê ve, di 12
Avdarê de, sala 2004an, peqandin, lê miletê kurd bi wê serhildana
pîroz rabû û hemî pîlanên rêjîmê yek li dûv yekê şikestin û eger ev
çalakî ji hêla hêzên kurdî ên siyasî ve nehatiba xesandin, dê niha
rewşa gelê me û pirsa kurdî di qûnaxeke din de bûya.
Encama wê
serhildanê serokê rêjîmê mecbûr kir, ko li ser ekranên TV ya
Aljezîre bibêje, „Kurd parçeyek ji tevna civaka Sûriya ya dîrokî ne“,
bê ko di destûra welatê Sûrî de bête nivîsîn. Kurda jî li çepikan
êxist û hêviyên mezin li ser peyva wî avakirin. Wê salê kar sist bû,
ji bilî hin hêzan xwe termisandin û buyera salvegera serhildanê bi
şêweyekî mîna hêzên kurd ên pasîv dixwestin beravêtî bû.
Serhildan 12
avdara sala 2004an, pir kurdên ji çînên curecur, ko dûrî pirsa
kurdî bûn nêzîkî wê kirin.
Li vir divê
bibêjim ko şêxê şehîdan şêx M.Maşûqê Xeznewî yek ji wan bû ko bi
hemî hêz û tiwana xwe piştgiriya pirsa kurdî kir û deng û rengê êş û
azariyên gelê xwe bi xwe re dibirin her devera ko diçûyê û bi
çegerdariyeke bêhempa û vekirî, di ber pirsa gelê xwe yê kurd de
berxwedan dikir.
Ev kar û
têkoşîna şêxê şehîd bû cihê metirsiyana rêjîma nijadperest ya Bassî
li Sûriya, bi hemî şêweyan xwestin hêza wî rawestînin, lê qama şêx
wek çiyayê Kurdistanê bilind û qayîm dibû, li hember wê, tirsa
rêjîmê û yên di feleka wê de digerin bêhtir dibû, lewra jê dixwestin,
yan bila partiyeke siyasî ava bike û cibê bavêje, an jî ciba xwe
bihêle û karê axretê û wazan bike.
Şêx ol ne weha
didît, didît ko ola rastî ew e, ko mirov ji rastiyê re bibêje ev
rast e û di ber de xebatê bike û li dijî xwariyê derkeve û hemî
derfetên xwe yên hene li dijî neheqiyê bi kar bîne û riswa bike.
Şêx Maşûqê
Xeznewî dikarîbû
kesayetiya olî û siyasî di xwe de bibîne û erkê herduyan jî pêk bîne.
Bêguman
kesayetiyeke wilo ji rêjîmê re bû kêşeyeke mezin, lewra rêjîmê xwest
bi hemî şêweyan ji qedrê wî di nav gel û cemawer de daxê, lê şêxê
şehîd ji wan pîlanên wan mezintir bû. Sêx bilind dibû û pirsa miletê
wî jî digehîsht qûnaxên nû. Ew pêwendî û têkiliyên ko ava dikirin û
ew berxwedana wî li dijî birîndarkirina mafê mirovan, helwestên wî
li dijî teror û rêjîmên totalîter, lingê rêjîma sûrî kire pêlaveke
teng de.
Rêjîma Baas bi
karên xwe yên qirêj şêxê şehîd ji nav birin, lê wek ko şêx di jiyana
xwe de dasî bû di qirika rêjîmê de, di şehîdbûna xwe de û nemiriya
xwe de, bû sitirî, ko heta hetayê wê êş û derdan jê bikêşin û ecelê
wan jî nêzîk dibe.
Kurdan ji bo
rêzgirtin li şêxê şehîdan kolanên Qamişlo kirin qadên hêviyên şêx.
Bêhtirîn hêzên siyasî kurdî beşdarî di merasîmên bihiyê de kirin, lê
dema ko bû rawestana li ser daxwazên ko şêx di jiyana xwe de di ber
de dixebitî û hêzên kurdî jî ta radeyekê xwediyê wan daxwaza ne,
hêzên kurdî li bêjingê ketin. Dema ko tirs çêbû, bîr û boçûnên
kurdan ji hev hatin diyarkirin.
Yên ko
derketin û xwestin komîteyek navnetewî serbixwe lêpirsînê di girifta
şehîdbûna şêx de bike, çimkî behwerî bi dadmendiya Sûrî nîne ji ber
ko dadgeh li Sûrî ne serbixwe ne. Hinek hêzên siyasî behwer dikin,
ko kar û çalakiyên aştiyane divêt ranewstin, ta daxwazên wan ji bo
damezirandina komîteyeke lêpirsînê serbixwe û baştir e navnetewî be,
pêk neyê. Lê hin hêzên din di wê behweriyê de ne, ko wan hêzên
xwepêşandana dawî pêkanîn, xwendineke nerast ji atmosfêra siyasî re
kirin û ewdi ber wê ziyana li milet hate kirin gunehkar kirin, di wê
dema ko pêdivî bû, destê birayên xwe bigirin û rêjîma baasî tewanbar
bikin, ji ber xwepêşandan û her rengekî xebata aştiyane, xebateke
lêgal e, pêdiviye rêjîma ko bi çekan êrîşî kurdên sivîl kirin
tewanbar bikin, ji dêvla ko bibêjin, ew partî li berjewendiyên
partîtî berteng digerin.
Tişta min
xemgîn dike, ko dema kurd pêdivî bi piştgiriya hev hebin ji hev dûr
dikevin û cenga bi nehezên xwe re jibîr dikin û dikevin pêsîra hev
de. U xala herî min têşîne, ko du kadiroyên partiya yekîtiya
demorata kurd li Sûrî, ko bi rastî jimareke mezin ji dilsoz,
xebatkar, têkoşer û niştîman perwer himbêz dike, werin û rêjîma Baas
ko xak, asîman, xalk û gencîna Sûrî berebat kiriye û ji dema hatiye
li ser hukum çewisandina kurdan bi şêweyekî sîstemetîk dike,
helwesta wan bi vî şêweyî be, ko yek ji wan dixwaze rêjîma sûrî ji
kuştina şêx Maşûqê Xeznewî bêrî bike û yê din Serokê Sûrî yê niha
derveyî lîstikên qirêj bibîne.
Bo min cihê
matmayînê bû, dema min li peyva rêzdar Ismaîl Umer serokê PYDKS
guhdarî kir dema got : « şêx Maşûq li ser eniya Islamî ya Tundrew
hatiye kuştin, ne li ser kurdiya wî. Dewam kir „ji ber ku şêx Maşûq
bi eşkere, li ser Tvyan ew ên xwe diteqînin, terorîst didîtin,
kurd ne xeta sor e û ji bo ko mirov kurd be nayê kuştin ».
Dixwazim li
vir pirsekê bikim, aya ji peyva mamoste Ismaîl nayête fehemkirin ko
kujerên şêxê şehîd ne dezgehên hukumetê ne, lê ew Terorîst in ?
Gelo ma ne
her hukumetek berpirsê parastina hevwelatiyê xwe ye?
Ma ne herkes dizanê ko du çûk li
asîmanan mûxazela hev bikin, divê muxaberatê Sûriyan bizanibin, gelo
ew çûk behsa şoreşa Baasiya dikin, an jî dixwazin desthilatê ji
destê wan derxin ? Aya di cihê xwe de ye, di vê demê de partiyek wek
ya PYDKS ko sereke ye, ji dêvla rêjîmê gunehkar bike, were li dijî
xwepêşanderan beyannameyan imze bike ??? Kengî wê dem bê, ko
partiyên me demê baş binasin û tektîk û stratîjîkên wan li gor demê
bin ??? Ma ka ji vê demê baştir, ko yê mafê te dixwe di astengan de
ye û qels e, û tu bêrawestan kar bikî, da tu mafê xwe werbigrî ??
Yan jî hîn behwerî heye ko kongira
10an ya partiya Baas guhertinan bike ?
Pirsa min ev e : ma gelo gereke kî
û kî di pûsîyekê de bin?
Dema mirov bibêje kurd, tiştekî
normal e, ko behsa kurdên di kar û xebatê de di ber pirsa kurdî de
ye, ne yê ko peyayê rêjîm û istixbarata ye.
Tevî guhdêriya min ji peyvên rêzdar
Ismaîl re, dîsan min got: -dibe ew şirovekirina me ji peyva wî rêzdarî
re be, an jî mebesta wî ne weha be, lê bi wî şêweyî derbirî.
Di bersiva PYDKS de û di daxuyaniya
rêzdarê navbir de, û careke din di guhdarîkirin li dengê wî di
Paltakê de, li şeva 12.06.2005an de, bo min diyar bû ko mebest ew bi
xwe bû, ya di www.rojava.net de hat. Ya hişt ku sorman bibim, dema
TV Demoqarcy di pêwendiyeke telefûnî de, di gel rêzdar şêx Alî
sekreterê PYDKS kir û bi eşkereyeke ko tu ravekirineke din jê re
peyda nabê, berxwedana xwe di ber serokê Sûriyê de kir û got „Nabê
em rêzdar Beşar Alesed bikin berpirsiyarê van xerabîyên li Sûrî
dibin, nabe em bibêjin ku Beşar wek Franko û Sedam e..“
Hînga ez metirsiyanek li ba min
çêbû, ko rêzdar Ismaîl ne bêmebest ew behwerîya xwe, ko
desthilatdariya Sûrî bi kuştina şehîd şêx Maşûq tewanbar nake, wek
ko hevrê wî rêzdar şêx Alî bi israr berxwedanê di ber serokê rêjîma
Baas de dike.
Li vir dibînim ko êdî bûye rêbazeke
siyasî ji rêvebiriya PYDKS ve.
Lê dîsan pirsek xwe tavêje qadê û
bi taybetî ji rêzdar şêx Alî dibe: Eger Beşar negunehkar e, bila
were eşkere bibêje: ew berpirsiyariyên ko êxistine hustuyê min, ez
barê wan hilnagirim û ne berpirsiyar im di ber gelek karên ko di
Sûriyê de dibin!
Ma kî postên, „ Serokê komara Sûrî,
serokê giştî yê hêzên çekdar, serokê partiya Baas û serkê.. û
serokê..û s..errrrr..okkk..êêêê..?? hildaye ser şanê xwe..??
Berî ez gotara xwe bi dawî bînim,
dixwazim van herdû serpêhatiyan bibêjim, ko dîsan bi yekî ji van
rêzdaran ve girêdayî ye, ew jî piştî axaftina rêzdar ş.Alî di gel TV
ya Demoqracy re, ko min di nav kaxez û belgên xwe de veşartibûn.
-
Di destpêka damezirandina
partiya Yekîtî de, di sala 1992an de, biryar hate wergirtin, ko
kovarên wan partiyên bibn yek kovar. Di wê demê nûnerê kovaran
çûn û ez jî yek ji wan bûm, biryara weşana Kovarekê bi navê
Pirs hate wergirtin. Pirs bo çapê amade bû û hate
rêkirin û pêwîst bû di mehekê de bête çapkirin û belav bibe.
Mehek, do, demeke dirêj derbas bû, „ ez behwer im 6 meh derbas
bûn“ kovar derneket, me lê pirsî, bersivek hat, ko wê yekî ji
rêvebiriyê, endamê nivîsgeha siyasî ye, dê bi were rûnê û
guftûgoyê bike. Roja civînê me dît biraderek hat, di nav me de
rûnişt û peyivî, seydayê me şêx Alî bû, axaftin bir û anî û
xumxumand. Jê hate pirsîn ka bo çî heya niha kovar derneketiye,
seydayê ş.Alî nemerdî nexistiyê û got: „ Kovar rewşenbîrî û
folklorî ye, we navekî siyasî giran lê kiriye, hinek ji gêndîyên
rêvebiriyê wî navî napejirînin û wê li ser me bêhesêbê“. Endamên
desteya rêvebiriya kovarê, tê derxistin, ko wan ji ber navê
kovarê, ko Pirs e, çap nekirin. Aciziyeke mezin di nav me
de peyda bû, hinek ji biraderan gotin, hîn me dest pê nekiriye,
hun maytêkirinê di karê me de dikin, seydayekî hêja bi van
peyvan bersiva ş. Alî da“ Ev Sabîqak xetîr e, tedexula we, bi tu
şekilî nayê qebûlkirin“. Atmosfêr hinekî nexweş bû, min got de
ka ez yariyekê bikim û biraderan hinekî bikenênim û min ji
mamosteyê ko ew peyv ji ş.Alî re gotibûn ev pev kirin“ mamoste,
bi rastî te erebiyeke pir zelal kir, lê heme ku ne ji wan her sê
peyvên kurdî bûna, hevok erebî ne û awazên wê kurdî ne“. Li wir
em desteya rêvebiriya Pirs bi wê behweriyê derketin, ko van hîn
dest bi karê xwe nekiriye û ditirsin…
2. Buyera diwem kongirê partiya
Yekîtî yê diwem bû. Di hundurê kongir de, şerx û cudabûn diyar bû,
her yekî cihê xwe naskiribû, eger di dawî de, ne ji pînekirinê bûya,
dê hinga parçebûn çêbibûya, lê ew pîne zû çiriya. Buyer ev bû:
Mamoste Hesen Salih di kongir de, kêm axaftin bû, lê dema dipeyivî,
daxwaza avakirina komîteyeke çavdêriyê berdewam ji bo karê praktîk
re dikir û her careke, ko radibû û daxwaz dikir, gelekan ji
rêvebiriya partî ya wê demê dikenîn, Hinga jî tê bîra min, min ji
hevalekî xwe re got: destê xwe ji karê praktîk bişo, dîsan em
vegeriyan belavok û gotinên vala….
Min ev herdû buyer li vir raxistin,
bi mebesta ko behwer dikim, ko belavok û
beyanname wê sûdê bi tenê nedin
pirsa me kurdan ya aloz. Ew hêzên dixwazin karê aştiyane ji
xwepêşandanan, girevên birçîbunê û hemî şêweyên xebata şaristanî
bikin, ew mafê wan e, lê ya giring ew e, hêz û tevgerên kurdî,
bizava xwe û taqeta xwe li cihê pêwîst û li yê hember xwe, yê mafê
wan binpê dike serif bike.
Yên behweriyên wan wan bi wan karên
xwepêşdanan nayê bila li gor bîr û boçûnên xwe bike. Gelê kurd nema
amade ye, dema xwe vala berde, di wan gengaşiyên ko bêhûde ne ji bo
miletê kurd.
Îro metirsiyaneke mezin heye, di
gel hêviyeke mezin jî ko gelê me mafê xwe bi dest bixîne, lê ew jî
bi hêza kurdî ve girêdayî ye, bi yekdengiya kurd ve li ser binaxa
kar û xebata rasteqîne. Hêviya ko bendewarê guhertinan di partiya
Baas de be, hêviyeke Donkîşotî ye.
Mitirsî heye, ko hin hêzên kurdî,
ko bi berjewendiyên nêzîk û teng difikirin bibin hespên Tirawd.
Metirsiyan heye, ko partiyek bi mezinbûna PYDKS, ji armanc û rêça ji
bo wê ava bibû derkeve û hêza wan endamên dilsoz, xebatkar, têkoşer,
niştîmanperwer berbi hêleke din ve biçe, eger tevlîheviyek weha di
hişê serkirdeyên PYDKS de peyda bibe, ko êdî nema kêlîka kengî hêzên
xwe li dijî dijmin bikin yek binasin.
Hêvîdar im ev metirsiya min ne di
cihê xwe de be û hêzên kurdî bi tevayî faktorên derve ji bîr nekin,
ko dikarin nekêmî faktorên hundur roleke bi hêz bilîzin.