Seyid Feysel Moctevî
Serokatiya rêzdar
Kak Mesûd
Barzanî li
Kurdistana fidiral û dimokratîk de li hemû azadîxazê kurd û cihanê
pîroz be,paşî salê dûr û dirêj,arezûya mezine gelê me hat
dîtin,heyva 14ê bin evra derket û mala me rûnahîya xwe da cihanê,
rûnahiya çiraya taze li hemû malê kurdan re pîroztir.
Şehîd, axa me
rehber,dît
Gelik mesrûr û keyfîne
Rehînê
xwîna şîrîne
Lema ev renge, rengîne
Hemû zarûkê kurdistan
Li şehr û gund û
şaxistan
Bi armanca te keyxoşin
Ku avata te bû hingî
Te bo vê can beden der
kir
Li nav xwînê de razayî
Heta roja ko can cismê
te kirneder
Nigehban bûy li axa xwe
Şehîdê milk û mala me
Kesanê ku bi hîvabûn
Bibînin rojekî rojîn
Li axa kurd û Kurdistan
Bi bayek nerm ala me
Li ser malan biket
reqsê
Dorişma
me cehanî bit
Bi kurdan bêje mebrûkon
Enan û Bûş û şahê din
Li dinyayê bi şahê me
Mobarek bayîyek gotin
Devê her nakesan sotin
Hemî kom bûn li Hewlêrê
Li mala parlimana me
Dibin mêvan dibin mêvan
Mobarek kin serokê me
Serokê karvanê arezûya
kurd û Kurdistan
Mibarek ser mibarek bit
Serê me ser weten her
roj vekî ser sal û salê nû mibarek bit
Gelo îro li te Bexda û
Tehran û Sitenbolê mobarek bit
Dema ala me ser şehrê
Mehabadê direxşan
bû
Û Qazî pêşevayê me
Tu zarû bûy û çavê te
bi alê bû
Nikarî dûrî armanca
şehîda bî
Tu ser binçîneyek pakî
Tu nesla Mostefayê babê
kurdayî
Mibarek bit li te tacê
şehê kurda
Li kurdan tu mibark bî
Tu bûyî canişînê Şêx
Obeydillahê Şemzîna
Û babe xwe û Qazî, Şêx
Seîd Pîran
Qezaqistan û Qefqazê
heta devra sipî behrê
Bite şadin,eva dengek
mezin bo te
Bira,Kake, te dengê
xort û lavê me
Kire mêze
li ceşnê de?
Li ceşna tac û textê me
Mehabadê û şehrê din
Li Binxetê û Amêdê
Evanê ku Herîmê pîçekê
dûr bûn
Bi darê pasebana bûn
kebabek din
Ser û pişt û teniştê
genc û levê me
Ku bo beşdar
ceşnê bûn?!
Ku bo beşdar ceşnê bûn?!
Meger tu bûyî pêxember
Medînê da
Ku kafir Mekkê da
bukjin mosilmana?!
Eve cara evil nîne
Ku ceşna me dibe jehrek
Û tên kuştin û tên
girtin
Li keyf û şahî û ceşna
Li qernê irtibatatê
Bi bêdengî,diçin hebsê
Nikarin bidne nîşanê
Birîna xwe
Şikandin dest û pê û
ser
Sero,ez bêjme kê îro?
Evanê ku bidarê zolmê
êxistim
Li bajêran tek û tenha
Meger harî mi ket
Dengê girîna dayika
xemxar
Bi mezlûmî
Û pir rondik
Me nîne resma firmêskê
Kû nîşanê cehanê din
Evan istêrê rijyayî
Bi destê korê bêaqil
Li kîj taxê cihanê de
miriv ceşna xwe mehrûmin?!
Li tazî,şîna mehrûmin
Şehîdê me li ser erdê
Nikarin bikne bin axê
Gunehkarin eger bêjin
mibarek bit
Eger miryê me mir,
bêjin serit xweş be?!
Emê te her mobarek kin
Mibarek rê û resmê te
Me hay û hoyî rêka xwe
Feravan
dîtine lavo
Misala kelbi la yelhes
Û yelhes her vekî yêkin
Li keçkê xwînê natirsin
Li birsî bûnê napirsin
Sokana kiştîyê bigre
Bibe aramişa sahil
Bira,lavo
Hemû kurdan bi yek çavî
bike mêze
Mibarek bit
Te ew peymaneya işqê
Li te textê kîyanî
bibte mimbarek
Serok Mesûd, dilê kurda
bite rone
Bila her va bimînit ew
Omîda van tu xweştir ke
Nehêle çilmisin gul vê
gulistanê
Nehêle dengê bilbil
bibte xamûşî
Civane gul herîma me
Li van bilbil mobarek
bit
Kilîda baxê pir gul
dane destê te
Emanet destê şahê me
mobarek bit
Yeqînen ez dizanim mîr
vaqif
bû
Ku dê şêvra mezin bo
xwe miheya ket
Li zanayê ku teqdîrê
Bi koncê dûr havêtin
Tifaq û yekdilî,yekcar
pîroze,mibarek bit
Seyid bavirke Mîrê
me,bi tiblê kirye ew gostîl
Senendec 2005-06-17
Helbest : Nû