Hevgirtin   Kurdi عربيEnglishSwedish Deutsch

 
 

rojava@rojava.net

 
 

Kurdologî


Kurmancî


Mafê Mirovan


Arşîv


têkilî


 
 

 

Evîndarê Qîza Çiyayê  Cûdî

 rojava.net 23.06.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Hoşeng Osê

 

 

Di şevbuhêrkên zivistanê yên har de…

Dapîra min wisa digot:

 

Çemê gundê me xwînî bû.

Dema serxweş diket…

Çar zarok bi qurbana xwe dikirin

Û du daristan ji qîzanî dixistin.

Mîna agir dilbijok bû.

Carekê, li kolanên biyaniyê, wî kuştî dîtin.

Û careke din, di gel gundekî dijberî gundê me, dimeşiya, hat dîtin.

Cara dawî …..

Di nav wêneyên helbesteke kurmancî de, girêdayî hatibû dîtin.

Kûûûr dinaliya.

Kesî nizanîbû bê ji çi? Û ji bo çi?

Yan li ser kê dinaliya.

 

*   *   *

 

çemê gundê me xwînî bû

xezal, pezkûvî, li qeraxen wî nediçêriyan!?

Quling, werdek, kew û kevok, li ser wî nedifiriyan.

Ji ber ku wî, tim û tim ewran dixapand, wan bi xwe re dibirin dîlana sinbilan û venedigerandin.

Dilê axê bi pêlên wî dişwitîn.

Çavên xweristê li razana wî bûn,

Û çavên wî li razana çiyayê Cûdî bûn.

 

*   *   *

 

çemê gundê me xwînî bû.

Ne hogirê bahozan bû,

tenê bûkên baranê ji xwe re direvandin.

Lê, wî ji qîza çiyayê Cûdî hezdikir.

bi evîna wê, welatekê ji dînbûnê,

ji tîbûna kendavên wê

û qebqeba memikên wê re ava dikir.

 

*   *   *

 

çemê gundê me xwînî bû

Dema dixwest bistrê,

Şevekê ji ramûsanan,

li ser ponijandina stêrkan dirijand.

şevekê ji tolaziyê

berdida meyxana gotinan.

şevekê ji poşmanî û lavêjan

bi pêlên xwe cot dikirin

û bi xemên xwe diçandin.

Bi her kesî re û ji her kesi re dikeniya.

Tenê, bi xwe re digiriya

Tu caran, bêriya gundê me nedikir.

Lê, gundê me, bi qasî çar gerdûnan

bêriya wî dikir.

Bi hezarên caran….

li ber dergehên Cûdî radiwestiya.

Helbestên xwe yên qereçî,

Ji xecxecokên wî re dixwendin.

Bi hezarê caran….

di xewnên xwe de,

qîza çiyayê Cûdî, kuştî didît.

Lewra, her ku serxweş diket

Çar zarok bi qurbana wê dikirin,

Û du daristan ji qîzanî dixistin.

 

*   *   *

 

çemê gundê me xwînî bû.

Digotin:

bavê wî ejdeha bû?!

Û diya wî, dêw bû?!

Digotin: ku buhar, xuşka wî ya ne ji dê bû.

Û payiz, xuşka wî ya ne ji bav bû.

Wisa digotin…??!

Digotin: bejna wî ji jiyane bilindtir û dirêjtir bû.

Lê, niha….??!!

 

*   *   *

 

çemê gundê me xwînî bû.

Gelek çav

           dev

           nav

           destpêk û dawiyên wî hebûn.

Lê, tenê dilekî wî hebû.

Her sal, berî cejna newrozê,

Dixwaze dîsa vegere gundê me.

Lê, newêre.

Hîna nizane bê wê ji kê lêborîna xwe bixwaze?

Ji kavilan? yan ji dûmanê?

Ji kundan? Yan ji toz û pîrevokan?

 

Min pirs kir:

Dapîrê… ma çem li gundê me hebû?!

: .. Na, ji ji ber ku xwînî bû..

                                            Xwînî…!!

 

 

 

 


 

Keval : Hunermend şerin mustefa
 

 

المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE

 

Zingilê Evîn û Birînê
 
Siwarê Tîpên Bêcir
 
Mikirhatinên Dereng
 
Dîsa Kenê Çavên Te
 
Nameyek Lezgînî Ji Do re
 

Serxweşiya Dînbûnê

 

Şivanê Xewnan
 

Çar Gul Û Bendewariyek
 
 Ji bo Neviya Ronahiyê (...........)
 
Du Stêrk Û Gîtarek
 
Evîndarê Qîza Çiyayê Cûdî
 
KEVIRO
 
Çend Kurtehelbest
 
Hinek Kurtehelbest