
Dildar
Ismaîl
Li te dipirsim, dengê te nayê
Min bi derengî li te pirsî
Nema hat … Nema hat
Hê zû bû min tu nedî
Hê zû ye tu barnekî
Dayê li min negre
Qedexe ye welat ji min dûr e
Rondikên çavan dibarin
Nema karim bersivê bidim
Tarî bû roĵa ne rôĵ
Şev li min dibe doĵeh
Ax lê dayê ax!
Jiyana te hemî êş û nal
Xweşî bi çavan te nedî
Qeder weha dinvîse
Li ber hilma dema dawî
Nema hat… Nema hat
Dayê li min bibhûre
Ez li ber te gunehkar im
Derdê dil bûye ar
Gunehkar im li ber destê te
Birîndar im ĵi evîna te
Bêxatir û silav
Dil bû wekî alav
Hê zû bû ew canê ciwan
Êş maye bêderman
Ey dunyaya bêbext
Te li min gerand
Aşê ĵiyaneke zor
Keserên salan berdewam in
Şaxên gula diçilmisin
Û tenûra vemirî geş dibe
Zimanê lal diaxive
Ax lê dayê ax!
Li min negire
Ew gorna tarî?
Ew mihvanên bedew
Silavên dirêĵ
Ĵi dilê tev birîn
Canê bêĵin
Lê ĵîn dimîne
Û dengê te dimîne
Nav û evîna te
Dimîne her tu
Roniya çav î
Dermanê birînan
Nema hat... Nema hat
Ax dengê te lê dayê.
19.06.2005