|
Murat Yapiştiran:
Helbest straneke bêawaz e û ew li ba min xemgînî
ye
Hevpeyvîn: Reyhan
Sarhan - Çetîn Altûn
STENBOL - Di van salên dawî de ciwanên kurd berê
xwe didin zimanê dayika xwe û hewl didin ku bi
zimanê xwe berhemên xwe biafirînin. Yek ji van
ciwanan Murat Yapiştiran e. Pirtûka Yapiştiran a
helbestan "Çû" ji nav weşanên Tevnê derketiye.
Hinek helbestên Yapiştiran ji aliyê Xelîl Xemgîn
û Koma Agirê Jiyan û hin hunermendên din ve
hatine gotin. Yapiştiran, der heqê helbest û
muzîkê de pirsên me bersivandin.
Tu û wêjeya kurdî kengî hev dinasin û ji
kengî ve bi helbesta kurdî re eleqedar dibî?
Ev nêzî duwanzdeh salan e ku ez bi çand û hunerê
re mijûl dibim. Ez di 17 saliya xwe de ketim
girtîgehê û li wir ez hînî pirtûkên kurdî bûm.
Cara yekemîm pirtûka ku min xwend a nivîskarê
kurd Jan Dost a bi navê 'Kela Dimdimê' bû. Ez
dikarim bêjim ku tesîreke mezin li ser min kir.
Hêdî hêdî kesên mîna seydayê mezin Cegerxwîn min
hewl da xwe ku ez wan bixwînim û ji nêz ve
bişopînim. Mînak rola rojnameya Azadiya Welat
pir girîng bû. Em dikarin bêjin ku Azadiya Welat
bi serê xwe şoreşek e, duh û îro jî. Bi kurtasî
dikarim vê bînim ziman Azadiya Welat ji bo me
kurdan mîna zanîngehekê ye.
Li gorî we di nava muzîk û helbestê de
cudabûneke çawa heye?
Bi rastî tu cudabûneke mezin tune ye. Bingeha
her tiştî ruhiyeta însên datîne. Kesayetiya
mirov datîne. Helbest straneke bêdeng e. Ji bo
ku gelek caran jî straneke bi deng e jî. Hin kes
ji stranan hez nakin, lê ji helbestan hez dikin.
Ev li gorî hezkirin û şexsiyeta mirovan tê
guhartin. Di bingeha xwe de jî tu ferqiyet
tuneye li gorî min. Ez tu ferqiyeteke mezin
nabînim. Li gorî min helbest straneke bêawaz e.
Hûn bi salan e bi karê muzîkê mijûl in, hûn
di van salên dawî de muzîka kurdî çawa dibînin?
Kesên ku bi hunerê eleqedar in, eger bi gel re
bimeşin tu wateya wê tune ye. Dibe wekî gel.
Divê gavekê li pêşiya gel be. Bes bi qasî gava
xwe a pêş jî divê di nav gel de be. Le belê
hunermendên me yên berê û yên niha ev rewş ferq
nekirin. Wê demê bi awayekî digotin. Niha bi
awayekî din dibêjin. Wê demê ew meqam xweş
dihatin û bala gel û guhdaran dikişand, ji wan
re ew xweş dihat. Lê niha ciwan û guhdar tarzekî
din dixwazin, ji bo ku meqamên mîna pop, raq û
hîpap derketin nifşên nû îro van dixwaze. Ev
tişt jî rastiyek e divê em bibînin. Lê belê ev
tişt ne ruhê kurdewarî ye. Mînak Ciwan Haco van
tiştan dide pêşiya xwe. Xelîl Xemgîn hêj bêhtir
ruhê kurdî derdixe pêş û awaza kurdî bi kar tîne.
Yanî li gorî demê li gorî xwestinê hin tişt li
xweşiya mirov diçe hin tişt li xweşiya mirov
naçe. Eger em bala xwe bidin
û ji min bê pirsîn kesên mîna Xelîl Xemgîn,
Ciwan Haco û Şivan Perwer hê jî li ser a xwe ne
û meqamên xwe didomînin. Hewceyî bi vî tiştî
heye. Muzîka kurdî dema ku mirov bêje tenê bilûr
û tenê dengbêjî em ê di vî tiştî de asê bibin em
bi pêş nakevin. Çandên cuda yên din jî hene,
tesîra xwe li ser mirov dike. Mirov wan tiştan
li cem xwe bi kar bîne ev nayê wê wateyê ku
mirov ji ruhê muzîka kurdî dûr dikeve.
Hûn helbestê çawa dinirxînin?
Piranî helbest li ba min xemgînî ye. Her mirov
xwe dinivîse. Bi rastî ez di nava hêviyeke
dijwar de mezin bûm. Tesîra girtîgehê li ser min
pir bû. Mirov dixwaze hestên xwe û nêrînên xwe
bîne ziman vê rê jî ez ber bi helbestê ve ajotim.
Yanî pir hindik êşên xwe bi pênûsê ve parve
dikim.
Li gorî dîtina we kesên helbestan dinivîsin
em ji van re dikarin bêjin helbestkar?
Bêguman qalibên helbestê hene, rengê helbestê
heye her kes binivisîne nabe helbestkar, ji ber
ku nakokiya helbestê heye, hêsirên helbestê hene
bi rastî jî kesekî dixwîne negirî maneya vê
tune. Tu axaftina rojane binivîsî têxî rûpelê
nabe. Yanî cureyên helbestê hene pir in. Li gorî
min asteke helbestê heye çiqas kes nas bikî ew
qas tê guhartin, ev jî dewlemendiya helbestê ye.
Dewlemendiya wî kesê dinivîsî derdixe holê ji bo
her kesê helbesta dinivîse nabe helbestkar.
Tu di helbestkariyê de ji xwe re kesekî mînak
digirî heye an ji xwe re tarzekî çêdikî?
Bi rastî min ji xwe re kes mînak negirt. Dema
min nivîsî min ji pênûsa xwe re got tu zarokî ji
xwe re tarzekî çêbike. Ji ber vê yekê min tu kes
ji xwe re mînak negirt. Bêguman gelek
helbestkaran tesîra xwe li ser min hiştiye.
Dema tu helbestan dinivîsî tu çawa dinivîsî,
mijarên xwe çawa hildibijêrî?
Tiştê li ber çavên min qewimî, tiştê berê di
jiyana min de qewimî ne, di min de kelekê çêdike
yanî ev kel min diajo ser pênûsê. Tiştên di
jiyanê de diqewimin li ser te tesîrê dike, tu
dixwazî van tiştan bînî ziman. Ê min jî bi rastî
piranî bi jiyanê tiştên di serê min de diqewimin,
tiştên bala min dikêşin. An êşa dayikekê an
hêsirê zarokekî, kenê zarokekî, dema ku pelek ji
darê dikeve bêguman her tişt e. Dema ev tişt min
di bin bandora xwe de bihêle, dikevim bin tesîrê
û ez bi rehetî dinivîsim.
Di mijar hilbijartinê de û ji bo nivîsan
navbera dûr û nêzîkbûnê çi ferq heye?
Ez hinekî li hemberî vî tiştî me jî. Çima niha
ez li Stenbolê metropolê dijîm, em bêjin dayikek
li Amedê li gundê xwe rûniştiye û bêjinga xwe
dihejîne, ez ê li vir çiqasî bikaribim hestên wê
dayikê li vir binivîsim, ez dûrî wir im. Niha
hinek helbestkarên me hene bi wî awayî
dinivîsinin. Ez li hemberî vê me. Dema te li ser
mijara nivîsî tu ne li cem bî, nêzîk nebî wê
ruhiyetê di nava xwe de nebînî tu mahneya wê
tune. Eger ew helbest li cîhanê xelata yekemîn
jî bistîne li cem min mahneya wê tune.
Tu hem helbestan dixwînî û hem jî dinivîsî di
nava xwendin û nivîsandinê de cudahiyeke çawa
heye?
Xwendina helbestê jî hunerek e, her mirov nikare
helbestan bixwîne jixwe nivîs tiştekî din e.
Gelek kes hene ez nas dikim, dema helbestê
dixwîne bi wî ruhê nivîsînê naxwîne. Ev kesê
helbestê dixwîne bihêle tu xwendina wî bikenî an
bigirî, ev hunereke mezin e. Ew ruhê ku
helbestkar dinivîse wî ruhî bidî ev jî hunereke
din e.
Helbest nivîsandin xwe tatmînkirin e an êşên
civakê anîna zimên e?
Pirsgirêka civakê tîne zimên. Lê peşiya her
tiştî xwe tatmînkirin e. Ev mijar hinekî li gorî
helbestkaran tê guhartin. Helbestkarek bêje ez ê
tiştên li civakê diqewimin bînim ziman, tiştên
li serî wî diqewimin van tiştan ruhê xwe derxe
xwe paqij bike ev ji xwe tatmînkirin e.
Her du jî girêdayî hev in, ne dûr hev in.
Di van demên dawî de helbestkarên kurd zêde
bûne, taybet jî yên ciwan. Li gorî hinek kesan
ev zirarê dide zimên û li gorî hinek kesan
pirsgirêk tune bila binivîsînin hûn çawa
dinirxînin?
Bi rastî ez li gelek cihan tirsên xwe tînim
zimên. Mesele me demekê got bila dengbêjî nemire
û di sala 2000'an de jî xurtir bibe. Li ser vê
hinek lêkolîn çêbûn, civîn çêbûn hinek bername
derketin li ber van tim ditirsiyam ji ber ku em
civakeke li gorî wê demê çi dixwaze em kar tînin
û diqedînin. Yanî ev 5-10 salan didome dîsa tê
jibîrkirin wek berê rewş dewam dike. Li gorî min
em bêjin akademî û dibistan hebe wê çêtir be, ji
bo gelek tiştan perwerde şert e. Niha ez li ser
xwe bêjim erê ez niha dinivîsim lê ez ji xwe
dipirsim gelo ez çiqas asta helbestê kar bînim
gelo hestên xwe çiqas bînim ziman. Tirsên min
hene ku her kesê/a pênûsê bide destê xwe, xwe
wekî helbestkarekî/ê bibîne. Dema pirtûka min
derket min dizanîbû ku barê milê min hê jî zêde
bû. Çend rojan berê min pirtûkek xwend, wergera
wê Jana Seyda kiribû. Min di wê pirtûkê de dît
ku zimanê wêjeyê çiqas berfireh e. Ma tê bêjî em
civakeke bindest ew serbixwe ne na, gerek em
şoreşê di wê hêlê de jî bimeşînin. Dema dikene
tu pê re dikenî dema digirî tu pê re digirî. Ne
tenê helbest roman jî. Tenê tiştek bi kurdî be
çi dibe bila bibe wiha nabe, ev zirarê dide
kurdan û zimanê kurdî. Beriya her tiştî divê
xwendin, zanistî, hest, lêkolîn dema ev tişt li
ser mirov kom nebin tu nikarî nivîsên baş
binivîsînî, tiştên baş derxî holê.
Xebat û projeyên we yên pêşerojê çi ne li ser
muzîk, helbest û wekî din?
Dîsa li ser helbestan dixebitim niha li ser
pirtûkekê dixebitim. Pirtûka min a yekem ji bo
min bû tecrube gelek rexne hatin. Min hemû dan
ber çavên xwe ji bo pirtûka niha baş bû. Hinek
kesan ji min re got Murat tu binivîsînî di vê
hêlê de hin kêmasiyên te hene, lê tu yê bi ser
bikevî. Gelek mamoste hene ji min re dibin
alîkar. Li ser pirtûkekê dixebitim. Gelek heval
ji min re dibêjin helbestên xwe bidine me, em
bixwînin.
Li gorî we girseya xwendevanên kurdî çawa ne?
Potansiyelek heye, hezkiriyên zimanê kurdî hene.
Gelek hevalên min hene em li ser ziman alîkarî
didin hev. Kêfa min tê kesên ku bixwazin li ser
zimanê kurdî lêkolîn û xebatan bikin.
Lê mirov têr nake ji ber ku em gelekî bindest
in, hewceyî heye ku potansiyela hezkiriyên
zimanê kurdî zêdetir bibe. Her tim mirov nikare
bêje bes asteke we tune. Niha hinek sazî hene ji
bo zimanê kurdî dixebitin perwerdehiya li ser
ziman didin. Saziyên nû di van demên dawî de ji
bo xebatên wêje û ziman vebûn van tiştan dikin.
|