rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:44

 

 

Şehîdekê dî: Şêx Mihemed Maşûq Xiznewî

Ronî Evdirehman


Hostayê işqê dil hevot, ser ta qedem hingî disot
Remza (ene’l-Heq) her digot, bawer bikin Mensûr e dil

Rêbaza heqîqeta bala û bilind:
Rêbaza Hellacê Mensûr û Aynu’l-Qudat Hemedanî
Şehîdekê dî: Şêx Mihemed Me’şûq Xiznewî

Şêxê delal ez dizanim melaîke hemî sef bi sef in, îro. Hemîyan îro dest û penç vedayîne. Ji bo te jî bibin nik dost û hogirên te. Îşev şeva arûsê ye. Hellaç û Eynu’l-Qudat Hemedanî û Suhrewerdî el-Meqtûl û hemî dost li wêrê ne. Şêx Ebdisselam şêxê Barzan û Şêx Seîd şêxê Pîran û Şêx Ebdirrehmanî Garisî li hîvîya te ne. Wan hemîyan tu xweş qebûl î.

Li vêrê jî bê xem û mereq be, pêncî milyon kurdên pehlewan îro dest û zend vemiştîne. Hêdî nahêlin kes wa bi fikr û ramanên xelet bixapînin. Çima ko hêdî dizanin Mewlana ne sîxûrê moxolan bû. Lê wî (Mewlana) Moxolî xweştir dît ji cîranan. Îro tu sed cara “Heq”tir î ji wan rojan, şêxê hêja.

Ez dizanim bazirganên dîn her esr û demê de hebûne û dê her jî hebin. Lê tu jî dê her hebî û her bijî. Kesên dînî wesîla xwirtkirina îqtîdara xwe û berjewendîyên xwe yên maddî dibînin ji xwe dê ji te bitirsin. Çima ne!

Eve çend sedsal e hinek milet orf û edetên xwe, daxwazên xweyên neheq wekî dîn difiroşin me. Te got ”Na!”

Eve çend sedsal e wa dîn kirin afyon û li nêv bajar û gundên me reşandin. Te got: ”Hêdî bes e! Hêdî na!”

Eve çend sal e ew berê me didin kaş û evrazîyan û ew û xwe hemî tiştên di berjewendîyên wan de bêperwa pêk tînin. Te got: ”Hêdî na! Ev rê alema şehadetê ye.”

Îşkence û azara te didît bîra Eynu’l-Qudat Hemedanî dianî bîra min. Hemedanî qadîyê Hemedanê yê mezhebê Şafiî bû. Ji ber ko wî fetwayên ko îqtîdarê dixwest neda, ehlê îqtidarê bi fetwayên ulemaê su’ (alimên xirab fetwa) ew li deriyê medresa wî de hilawîstin. Jû paşê çermê laşê wî bi ser de anîn û gurandin. Çend rojan ew cesedê wî welê hilawistî ma di wî derî de. Her roj dilopên xwînê dibarîn ji cesedê wî, lê her feqeyên wî di bin wa dilopan de derbas dibûn û diçûn ko dersa xwe bixwînin.

Ez dê behsa Hellacî kim lê meqsûd her tu yî. Çima ev rêbaz yêk rêbaz e. Carinan deng û fîxan ji hinekan nayên û ji hinekan têt.

Êk ji wan perwane bû soht û fîxanek jê nehat
Êk ji wan teşbîhê goyînê bi ah û nale bû


Şehadeta Hellacê Mensûr:

Dema Hellac tînine cihê înfazê nêzîkî sed hezar insan kom dibin. Hellac bere difeke xelkê û bere jî bi dengê bilind dibêje Heq! Heq! Heq! Ene’l-Heq. Di vê nêvberê de derwêşekî ji Hellacî pirsî:

— Işq çî ye?

Hellacî bersîv da:

— Îro û sibe û dusibe bila çehvên te li rêya işqê bit.

Herweha wê rojê Hellac kuştin û roja dî cesedê wî şewitandin, roja sêyê jî xwelîya wî berdan ber bayê. Bi vê rêyê cenabê Hellacê Mensûr da dîyar kirin ko işq digerxemî ye û zehmetkêşana bo yên dî ye. Ji ber ko her îşkence û azara lê dihat kirin dibû felata sed hezaran însanên dî.

Hellac xweş xweş ber sêdarê ve çû. Insan gelek heyretgirtî man. Ber vê meşê re hinek derwêşan pirsên giring jê kirin.

Piştî hingê li meydanê destên Hellacî jê kirin. Hellacî biken ji celladî re got:

— Destjêkirina zilamekê destgrêdayî pir rehet e. Lê belê ji bona tu bikarî peywendîyên xwirt yên di nêvbeyna Xwedê Teala û insanan bibirî, lazim e tu pehlewan bî.

Û paşê pêyên Hellacî jêdikin. Hellac dibêje:

— Ev her du pêyên min bes kêrî vê dinyayê dihat. Lê du pêyên min yên dî hene tu mêr bî wan jê bike.

Paşê Hellac bi xwînê ser û çehvên xwe dişû. Yên li dora wî dipirsin:

— Bo çi tu ho dikî?. Dibêje:

— Ji ber ko xwîna min gelek herikîye me’dê min zer bûye belko hinek bêjin qey tirsiyayî ye. Min rûyê xwe xwîn da, da zeratî lê nexwihî. Dibêjin:

— Lê ji ber çi tu çengên xwe reng didî bi xwînê? Dibêje:

— Îbadetê aşiqî du rekaet nimîj e. Pêwîst e destnimîj pê xwînê were şûştin. Reng ew e ko min ew pêk anî.

Paşê ji herdu çehvên wî dertêxin û difina wî jêdikin. Hêj cellad zimanê wî jênekirî dibêjit:

— Ji bo yên peywendîyên xwe ji dinê birîn bes mehbûbek tinê heye.

Dumahîkê serê wî jêdikin. Roja din jî kesên ko kerba xwe tam jê derneêxistine cesedê wî yê parçe parçe dişewitînin. Lê her ji xwelîya wî jî dengê “Ene’l-Heq” têt.

Hostayê işqê dil hevot, ser ta qedem hingî disot
Remza (ene’l-Heq) her digot, bawer bikin Mensûr e dil.
Dil ke’be ye, Mewla ye lê, narê kelîm îsa ye lê
Bangê (ene’l-Lah) daye lê, hem ke’be yû hem Tor e dil.

-------------------------------------------------
BOTAN, 2/6 2005
- Ev nivîs ji malpera nefel.com hatiye wergirtin. Rojava.net wê di salvegera şehîdbûna şêx Maşûqê Xiznewî de careke din diweşîne.
 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE