rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:39

 

 

Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a şehîdbûna Şêxê Şehîdan

Ehmed Huseynî


                                        14
23Ê GULANÊ


Di wê êvara şîniya şîn de
Di hinarkên şîn de
Di sîberên zêrê şîn ê şîniyê de
Wê şeva dawîn a mirinê
ji rengên mirinê dawerivînin!
Dilên xwe ji girî veneşêrin,
dilên xwe pêşkêşî fîxanê û depreşên xwe
di mijê de hînî mijê bikin!
Her tiştî di oxira Şêxê xwe de bişewitînin!
Stiranên xwe
Tablo û wêneyên xwe
Helbestên xwe
Êvara xwe,
tenhatiya xwe,
lêbûrînên xwe,
darbestên bîra xwe,
û şevekê ji şîna şîn
bi salnameya mirinên me av bidin!
Wê şeva dawîn a mirinê
Bila zarokên we
Hogirên we
Siwarên we
Zagrosên we
li rondikên we ewle nebin..
Alên xwe bi tenhatiya Eyşe Şanê li ba bikin,
Ehmedo Ronî di dîwarê berfê de daçikînin!
Pênûsên xwe bi xwîn û şevistanê dagirin,
Û Şêxê Şehîdan di xewa şêrîn de ragirin!
Tîpan ji kêleka hev belav bikin,
Nalînan ji kêleka hev belav bikin!
Rengan ji kêleka hev belav bikin!
Û...
Û...
ji pembahiya xewnê
ne ji xirecira welatan
ji tîrêjên tavê
ne ji reşbîniya rojhilatan
ji sipiyê berfireh
ne ji kevokê
ji darê
ne ji bîhokê
ji dayê
ne ji zarokê
ji nazikiya peyvê
ne ji çîrokê
ji germahiya girî
ne ji hevokê
ji rasteqîniya Şêxê xwe
ne ji lawaziya devokê
bawer bikin!
Wê şevê,
biserhatiya min û we
li daristanê wenda dibû
û henasa min a dawîn jî
di piyala qederê de
bi ser matmayîna we de dirijiya.

Berdewam dike ....

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 


Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a Şêxê Şehîdan

10Ê GULANÊ 1

11Ê GULANÊ 2
12Ê GULANÊ 3
13Ê GULANÊ 4
14Ê GULANÊ 5
15Ê GULANÊ 6
16Ê GULANÊ 7
17Ê GULANÊ 8
18Ê GULANÊ 9
19Ê GULANÊ 10
20Ê GULANÊ 11

21Ê GULANÊ 12

22Ê GULANÊ 13
23Ê GULANÊ14
 
24Ê GULANÊ 15
 25Ê GULANÊ 16

17 û 18 26Ê GULANÊ

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE