Rûdêma wi gelekî şanaz bû, dema ku li
himberî neynikê rawistiye, dibe ku wî
tucaran xwe usa spehî û lihevhatî nedîtibû!...
Girfêta girêdayî,ya reng pirteqanî û rêzên
reş xemilandî, gelekî bi ser bedlê ku bejina
xwe pê xemilandî lihev dihat. Diyare ku ev
bedil bi destê terziyê hosta hatiye dirtûtin.
Her usa desmala berîka wî ya di rengê
girafêtê de,û porê dirêj yê ku hima-hima xwe
berdida ser herdu milan, ew usa diyar dibû
ku mirovekî ji navîne.
Şanazî û hestmezinaya(girûra) wi zêde dibû,
dema ku li bejina xwe tameşa dikir. Rola
poşmaniyê kêm dibe, helbet ; ev cara yekema
ku çekên weha qîmet bûha dikire.
JI xwe re digot:
„ Hertişt li vê cîhanê qîmetê xwe heye!...
Helbet!... Bejin û çekên li bejina mirovan
roleka mezin dilîzin!..
Rûdêma wê ya herdem dev li ken, bejina wê ya
li hevhatî, çavên reş, di ramanên wî de
diçûn û dihatin. Belê di ramanên xwe de
didît ku çawa bi hatine wî dilşa dibû û ew
himbêz dikir, ew pêşkêşî heval û hogirên xwe
dike, bi hevaltiya wî wekî nivîskarek gelekî
ser bilinde .
Van roja her xwe poşman dibîne ku çawa qîmet
nedide lihevhatina bejin û bala xwe. Ew
dawiya dawî gihîştibû wê baweriyê ku bila
mirov ji derve de li hevhatîbe êdî ji
hindirû de kambax be, ew wê xwedî qîmetekî
bilind be.
„ Ya aaa sitar li vê baweriyê !!!!“
Erê , erê bawer bike ev cîhana me usa
ye!..Ji ber ku mirov…Qîmetê mirovan girêdayê
kûrikê(berîk) û pera ye.
Zendika çakêt da aliyekî û li saeta destê
xwe de nerî, êdê dema vexundina wî li ba
daka Sîno hat!... Pêwîsta here sûkê
diyariyekê ji bo rojbûna Sîno bikire. Li sûk
û dikanan digere ku diyariyeke layîqî
lawikekî heşt salî bibîne,ewî biriyara xwe
dabû ku wî biskilêtê rengê sor û berqûnek
bikire.ji ber hatibû hiş û bîrên wî ku di
zaroketiye wî de gelekî bi meraqa biskilêtê
sor berqûnek bû.
Ji dema ku herduwan hevdu nasîn e, bi dehê
caran hev û du di şevan, mitingan,
şevbêrikên havalan de hev û du dîtine û her
jinik (daka Sîno) ew li qûrzîkekê ji nav
hevalan derdixist û pir şanaziya xwe bi
nivîs û nivîskariye wî dikir û bi dev li
kenî digot:
„ Ez bi dostaniya te bextewar û kamuran im.
Ez nivîsên te tevan dixwînim.„
Ewî çendî jin di jiyane xwe de dinasîn, lê
jinên wekî wê ziman xweş û beşer şêrîn
nedîtin e!...
Dest avêtbû çakêtê ku bi dîwar ve
daleqandîbû û bi lez û bez xwe bi derencan
re berdabû û di deriyê binayetê re derketibû
ji derva. Bayê cemedê jê ku ji hêla çiyayê
Kurdan dihat, ji berfa Qendîl ê qerisî tirbû!
. nizanîbû ne ji bexreşiya wî ye û ne jî
kamûrana dilxweşiya wî bû,ku wê demê ji
ezmana teyrok( …) dibarî, li erdan jî qîjîn
û nalîne makînên otombîlên leşkerê Tirkan di
rêya (îpek ê ) re ber bi başûr ve
hildikşiyan. Ewî herdu destên xwe dabûn ber
guhê xwe bi mebesta ku qîrîne makînan nekeve
guhên wî, ta ku hestên wî birîndar nebe.
Mirovê cotkar yê ku êzing tifrotin ew
rawestandibû û gotibû:
- Bila pêxemberê ometa Îslamê ji te razîbe,
tu ji min van êzingan bikirî ta ku ez berî
tariya şevê xwe bighînim gund, çimkî
Cendirma di rê hene, ya duwemîn kerê min jî
nema di bin vî barî de dikare bidomîn e!...Barê
wî giran e!.. Ji berbangê ve ez û ew ketin e
rê. Herdu lingên min jî werimîn e.
Bi rûdêneka tahil li mêrik temaşe kiribû û
bersiva cotkar weha dabû
- Pêwîstiya min bi êzingan tune.
Bi bersiva xwe re gavên xwe lezandin,wekî ku
ji ber mirovê cotkar bazdide. Lê mêrik ê
cotkar wekî ku ji wî bawer nekir ku
pêwîstiya wî bi êzingan tune, li du şûpa wî
lezand. Lê li cotkar vegeriya dîsa got:
- Tu bi axaftina min neghîştî!?...Li du min
ne şûpîn e!... Germa mal min germa binghîna
, ji bingeha bajarê digirim.
- Çima usa bênteng dibî!?... Bi çi qîmetî
êzingan dixwazî , wî bide, qîmet ji bo min
ne hewqasî pêwîste. Ya pêwîst ez vî barî ji
ser xwe rakim û berî tariyê bigihêjim nav
zarokan.
Bi hêrz bersiva cotkar da:
- Ez ê…zin..ga… n bi kar nayînim. Ez
dohnê(Mazot) sotinê ji bingeha bajêr digirim.
Usa diyar bû ku cotkar bi axaftinên wî
naghîje, yan jî naxwaze pê bighîje û disa
got:
-Bila gunehê te bi min neyê!... Bila gunehê
te bi vî heywanî(ker) bêt, bawer bike heger
du kathijmêrî din weha di bin vî barî bimîne
wê bimir e,tu van êzingan bikir e, bi qedrê
xweda kî.
Ewî bersiva cotkar nede, bi lez û bez di
nava mirovên sûkê de xwe ji ber çavê cotkar
winda kir.
Rê û rêbarî di dîwana mala Xatûnê de ji
mêvanan û vexendiyan nemabû. Xatûn ya
xwedanê kenê şêrîn li dercika derî de hatibû
pêşberî wî.
- Bi xêrhatî nivîskarê hêja.
Herdu derbasî oda Sîno bûbûn. Sîno kurê
Xatûnê yê bi temenê xwe yezdeh salan tijî
dike, Xatûnê jî ev şahiye han ji bo rojbûne
Sîno dost hogir û heval tev vexendî ba xwe
kiribûn. Xatûnê gazî Sîno ê ku wê kêlîke bi
hevalên xwe re dilîst kiribû.
- Lawê min Sîno were silavê li apê xwe bike,
biner e çi diyarî jibo te aniya?!.. Sîno jî
li diyariya xwe nerî, bînek kişand û yek
berde û got:
- A h …çi bisklêt e !?...Bûn e sê biskilêt!...
Ji ber bersiva Sino rûdêna Xatûnê şermokî bû
û bersiva lawê xwe weha de:
- Bisklêtê mamê te sor e!... Ji hemu
bisklêtên din xweşktir e!... Were biner e.
Lawik (Sino) bersiva diya xwe nede û lîstika
xwe bi hevalên xwe re domand.
Serê xwe hejand, ewî yek axaftin jî nekir lê
dilşikestî ma….
Ya ku bi wî aloz û dilêşbû ku wî qîmetê
diyariyê ji hevalekî xwe deyîn kiribû, lawik
jî ji diyariyê re ne dilşabû. Bi poşmanî ji
xwe re digot:
„ Xwezî min qîmetê diyariyê, êzingê wî
cotkarî bikirîbane û ew heywan ji bin bar
azad bikirane!...“
Bêntengîyê bandora xwe li wî pir kiribû, ewî
nema dikarîbû di wê qerbalixê de bimîne. Bê
deng û bersiv,bê ku xatiran ji Xatûn ê
bixwaze , bê deng , wekî mirovekî diz bi lez
û bez ji malê derketibû û ber bi mal ve
lezandibû.
Koma reş ji dûrve diyar dibe, diyare!... Ku
hîn mêrikê cotkar tev êzingan li cihê xwe
ye. Dengê giriyê cotkar tê bihîstin û ji ker
ê xwe re dibêje:
- Mixabin ji bo te !...Ji bo te mixabin!...Bi
mirine sar re çûyî û ez bi tenê hiştim!...Xwezî
em herdu bi hev re bimirane!... Bawer bike
ku gunehê min têde tune bû. Ma ez çi bikim!?....Kesekî
ku êzingan ji min bikriye peyde nekir!...
Ew axaftin û hevokên mêrikê cotkar, wekî
bista di tenûrdê sor bûyî di dil û hestê wî
re derbas dibûn û dilê nivîskarê me sotibû.
Bi lerz û berz xwe ber deriyê malê ve xwe
dighandibû.
Şeveke dirêj bê dawî, li ber xwe dide ku
çend hevokan li ser roja xwe binvîse, lê
mixabin ku serî ziwa bû, ne ziwa bi tenê bû,
belê wî nikarîbû yek hevokê li pênûs bidaye!..............