|
Kongireya
sêyemîn a Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava
li Derve
Kongireya sêyemîn a Hevgirtina Rewşenbîrên
Kurdên Rojava li Derve di 28-30ê meha Nîsanê de,
li bajarê Göteborg(Gothenburg)a Swêdê,
lidardikeve.
Em bi vê kongireya xwe ya sêyemîn, dîsa
alîgiriya welatê xwe û pişgiriya doza xwe dikin,
dîsa. em berbi wateyên giranbuha û kûr; wateyên
mirovane û weletparêzane yên nasnameya xwe ve
dicin, berbi peyam û rade û taybetmendiyên vê
nasnameyê ve, bêyî dudilî, biryara çûyînê didin.
Em carek e din, bi vê kongireyê, alîgiriya hibrê,
ximav û diyalogê dikin û em bawer in jî, ji hemî
deman bêtir, ku rola me, wek rewşenbîr,
rehdaçikandina gotara hişyariyê ye û
berfirehkirina bazinên danûstendin û diyalogê û
di gel hemî nakokî û cihêwaziyan pejirandina yê
din û geşkirina karê hevbeş e.
Em dê wisa bi gavine jixwebawer mûma sêyemîn a
Hevgirtinê vêxînin. Em ê hewl bidin ku tiştekî
ciwantir pêşkêşî nasname, bûnewerî û mercên
hebûna xwe ya li van welatan bikin, da ku em
bişên şadî û kêfxweşiya wendayî biafirînin; şadî
û kêfxweşiya ku serdest û dagîrkeran ew ji me
dizîne.
Em ê hewl bidin gotinê biafirînin; gotina
rewşenbîrane ya ku ji bilî wê çi tiştekî me nîn
e. Em ê hewl bidin ku ji wan gotinên spehî
qefdên reyhanan bo dîroka xwe, bo xewnên xwe, bo
niyaz û arezû û mebest û armancên xwe çêbikin û
çanda evînê, hezkirinê û xweşewistiyê biçînin û
wê bi hizr û dilsojiyê avbidin. Çanda evînê,
çanda dilpakiyê, ku bi salan e em ji wan bêbêpar
in.
Evîn û hezkirin û narîniya hest û ramanan di
şûna dexisîn û hevûdû ji holêrakirinê. Hevûdû
himbêzkirin û desthejandin di şûna zikreşî û
bêbextî û kirêtiyê de.
Bi heman gave, em ê ji dil û can, bi
hestdariyeke bêhempa jî danûstendinê bi şîniyên
xwe re bikin; şîniyên me yên nirxdar û giranbuha
ku em dixwazin bibin bîranînên me.
Em dê bi dilsojî û destpakî danûstendinê bi
kêfxweşiyên xwe re jî bikin û em dê têbikoşin da
ku ew xweşî nîşana diweroja ax û neteweya me be.
Em nîşanên vê yekê îro, di Newrozan de, di
Newrozvanan de, di salveran de, li deşt û çiyê û
li penagehan, di rûdan û bûyeran de, bi çavan,
ronak û zelal, dibînin.
Em jî destên xwe dirêjî hemî ronahiyan û hemî
xetîreyan dikin, bi mebesta ku giyanên me berbi
azadiyê ve bibin.
Cara sêyemîn e ku em hêviya xwe ya narîn û tenik
lidardixînin, mîna ku em wan dastanan, efsaneyan
û serpêhatiyên ku me bihîstibûn û dîtibûn, aniha,
ji nû ve, wan bibêjin û di wan de bijîn;
Dastan, afsane û çîrokên wî welatê ku ne dûrî me
ye, welatê ku ji me ne xerîb e û em jî jê ne
xerîb in.
Em ê bi helwestên we, bi dilşadiya we bikaribin
xwe xurtir bikin, em ê bi peyv û beşdarbûna we,
bi pêşniyaz û xweragirtina we, xweragirin û xwe
bigihînin asta ku hêjayî rewşenbîriyê be.
Em Kongireya xwe ya sêyemîn li bin sîwaneya
evînê, baweriyê, dostaniyê li dardixînin û doza
amadebûna rewşenbîran dikin.
Werin derdên xwe, helwestên xwe, nêrînên xwe,
rexneyên xwe li bin vê sîwaneyê bibêjin û
binivîsînin.
Werin em rû bi rû hev bibînin û aşkera gazinan
ji hev bikin!
Werin, em bi we mezintir dibin û em ê bi
beşdariya we ya jibo parastina çand û ziman û
wêjeya kurdî serbilindtir bibin jî.
Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve
Komîteya Kargêr
23. 03. 2007
Bo têkiliyan:
hevgirtin@rojava.net
|