Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Kampaniya
100.000 imze


2006 Sala

zimanê kurdî



Urkêş


Şevçira



Êzîdxane

 

Kurdart

 
عربي
 Deutsch
 English
 Swedish
Urkêş
 Hevgirtin
 Contakt  

 

H.R.K.R.D     The Kurdish Intellectuals Union- West Kurdistan- Abroad

28 January 2008 16:04

 

 

Helîm Yûsiv

 

 




Li ber siya darên bilind
Helîm Yûsiv

Di Radikalê de, di hejmara 16.3.07ê de û di nivîseke Necmiye Alpay de ya bi navê Dil meseleri- araf takiler de, gelek xalên ku mirov şaş û metel dikin hebûn. Weha xuya dike ku xanim Alpay gelekî li benda vê derfeta zêrîn mabû, ya ku nivîskarekî ku ne bi zimanê xwe yê dê dinîvisîne dabû dest wê, da ku van dîtinên tevlihev pêşkêş bike. Piraniya dîtinên ku Alpay nivîsa xwe li ser avakirine, li ser zimanê min hatine gotin. Çend dîtinên ku min di hevpeyvîneke xwe de gotibûn, bi awayekî xerab û berevajî hatine zîvirandin. Bê guman ev zîvirandin ne ji nezanî yan ji xweber çêbûye. Du xalên sereke di vê çarçovê de diyar in, yek jê biçûkxistina nivîskariya ku bi zimanê kurdî dibe. Ev refleks xweparastineke li hember hestên xwekêmdîtinê yên ku li cem wan nivîskarên kurd hene, yên ku bi zimanê serdestan dinîvisînin. Ev helwesta refleksiyane xwe di du hêlan de dide pêş, ji hêlekê de zimanê kurdî ( lalûte-fafikî-li gor gotina wan- ) nîşan didin, da ku rê li ber reva xwe ya ji zimanê xwe yê zikmakî vekin û ji hêla din de jî hewil didin ku nivîskarên vî zimanê birîndar-kurdî- heta karibin, bi awayekî biçûk û nezan û xwedî asone teng çarçove bikin. Xala din jî ew e ku, hinek nivîskarên bejin kinik dixwazin vê derfetê bikarbînin da ku xwe bidin ber siya wan nivîskarên bejin bilind ên ku kurd in û bi zimanê sedestan berhemên hêja dane dîroka wêjeyê. Di vê çarçova em qaldikin de, dema mirov nivîskarekî regezkurd û tirkînivîs bîne rêza bejinbilindên mîna Yeşar Kemal di romanê de û Ehmed Arif di helbestê de mirov zirarek e mezin digihîne dîmenê rastiyê.
Di qada nivîskariya kurdî de jî gengeşiyên li ser vê pirsgirêkê her û her li dar in. Di nav wan gengeşiyan de jî, bersiva min a li ser pirsa nivîsandina bi zimanê serdestan ev bû.
( Di baweriya min de, em neheqiyekê li wan nivîskaran dikin, ewên ku kurd in û bi zimanên din dinîvisînin, dema ku em wan li derveyî wêjeya kurdî û li derveyî çanda kurdî dibînin û em wan weke nivîskarên ereb, tirk, faris binirxînin. Bi taybetî ewên ku ji bo kurdayetiya mijarên berhemên xwe û ji bo helwestên xwe ji hêla desthilatdarên van zimanan ve têne redkirin. Mînaka herî naskirî ji bo me Selîm Berekat e.
Rast e ne nivîskarekî zimanê kurdî ye, lê ne nivîskarekî ereb e jî. Di pêvajoya wêje û edebiyata kurdî de divê ked û berhemên vanên weha neyên jibîrkirin. Her divê cihê wan hebe.
Cihê wan ne di nav wêjeya kurdî de ye, lê nivîskarine kurd in, ne tenê weku regez, belê weku naveroka berhem jî, ji lew re divê cihekî sêyem ji bo wan bê dîtin)
Gelo çi qewimî hetanî ku di nivîsa Alpay de zihniyeta min û ya Dogu Perînçek bûne yek.
“....Dogu Perînçek ê ku bi stûka Yaşar Kemalê ku dibêje ez kurd im digire, dibêje na tu tirk î, ji ber ku bi kurdî nenivîsî ye.``
Weha xuyaye ku N. Alpay nivîsa xwe li ser nivîsa nivîskarekî kurd ê tirkînivîs Ilhamî Sîdar avakiriye ku ew bixwe yek ji nimûneyên vê mijara me ye.
I. Sidar gotinên min ên ku min li jor rêzkirine, weha wergerandine tirkî
`` Yûsiv bi nêzîktêdayînek ji nivîskarên kurdîparêz ên din qedirzantir (!) ji bo emên ku bi zimanê serdestan dinivîsin dixwaze ku giraveke ji bo me bê dîtin, lê dibêje ku ev girav hê di serê wî de şekil nedîtiye..´`
Ez bawer dikim I. Sidar di nav min û dewleta ku ew di bin siya wê de dijî şaş bûye. Yên ku giravan ji kesan re amade dikin li wir in. Zihniyeta şandina giravan li wêderê ye û qet min qala tu giravan ji tu kesî re nekiriye, daxwazeke min a weha jî nîn e. Mebesta min bi wî cihê sêyem ew e ku di pêvajoya nivîsandina dîroka wêjeya kurdî de, pêwîst e keda van nivîskarên regezkurd û bi zimanên din nîvisandine neyê jibîrkirin û cihê wan bê parastin. Lê hinek rastî hene ku mirov bixwaze jî nikare li gor kêfa xwe wan bizîvirîne. Yek ji wan jî ev e, nivîskarên kurd ew in ên ku bi zimanê kurdî dinîvisînin. Bê guman ev yek nayê wateya avêtina ji nasnameyê, lê mirov naçare ku radeyekê(mesafetekê) têxîne navbera nivîskar û berhemên wî de. Di vê mijarê de, dema qala nasnameyê dibe, em qala nasnameya wêjeyî dikin ne ku nasnameya siyasî ya kesan. Ev şîrovekirina siyasî ji peyva nasnameya wêjeyî re ya ku em qal dikin hiştiye ku I. Sidar wî mafî bide xwe ku devê me bigire û ji me re bêje:
“Ji kerema xwe re êdî huşbin” Ne tenê weha, belê kurdperwerê me yê tirkînivîs li ser mîratgiriya wêjeya kurdî ya kilasîk jî ditirse. ku em ziyanê bidinê:
``...Huşbin û mîrateya Cizîrî, Teyran, Xanî bê sebeb ziyan nekin.``
Ez bawer dikim nîv ziyan e gava ku dayika mirov bi zimanê Xanî, Feqiyê Teyran û Cizîrî baxive û zarokek e wê diyê mezin bibe, bibe nivîskarê-a zimanê dayikek e cîranan. Û zirar temam dibe gava ku mirov nikaribe bi wî zimanê biyanî jî wêjeyeke bilind biafirîne.Wê gavê ne dayika wî pê serbilind dibe ne jî dayika cîranan.
Ma ku em vê bibêjin, xanim Alpay weha rê li ber nivîsa xwe vekiribû:
`` ..Ji zû de ye min dixwest van binivîsim, ev keda Ilhamî Sidar ku li jêr min pêşkêş kir, bû sedem.``
Avahiya ku li ser bingeheke çewt ava bibe, ji jor de çiqasî hoste xwe pê re bêşîne, dîsa jî dîwar, dê xwar bimînin. Dema mirov bixwaze kedekê di ber danasîna wêjeya miletekî de bide, mirov naçare li çavkaniyên wê wêjeyê yên resen vegere, ewên ku bi zimanê wî miletî hatine nivîsandin û ji nav kûrahiya dilê dîrok û xaka wî miletî derketine. Dema mijar dibe kurd û zimanê wan, tirajediyeke mezin heye ku nivîskarên tirk, mîna yên ereb, nikarin xwe jê rizgar bikin, ew jî ev e, di neynika zimanê xwe re li zimanê me û wêjeya me dinerin. Nizanim çima nikarin di neynika zimanê me re li wêjeya me binerin. Gelo ew ji mirov qebûl dikin ku, di riya tirkên elmanînivîs re mirov li wêjeya tirkî binere ? Eger qebûl nekin, çima di riya kurdên tirkînivîs re li wêjeya kurdî dinerin. Zencîra pirsên weha dê bi dirêjbûna zencîra zilmê û kolonyalîzmê di dîrokê de, dirêj bibe.
 

jêrenot:
Nivîsên di nav kevanan de yên ku ji gotara N. Alpay hatine girtin ji wergera Cemîl Oguz in.


 









                                                                     

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1