rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:43

 

 


 

Kovara W bi hejmara xwe ya dehemîn di wêjeya kurdî de bû asteke nû. Kovarê di hejmara xwe ya dawî de hemû rûpelên xwe ji bo helbestvanê kurd ê jîndar Ehmed Huseynî terxan kiriye. Teşeyê ku di nav nivîskarî û wêjeya kurdî de heta niha nehatiye bikaranîn, li gor civakên ku kesên dijîn afîşe nakin sînorên kevin dibezîne.

Kovara W ku ev demek e nîqaşa navbera nivîskar û cîhana wêjeya kurdî ye, bi hejmara xwe ya nû hem naverokakeke balkêş hem jî kalîteyeke çapê ya çêtir bi kar aniye. Nivîskarên kovarê xuya ye ku bi vî rengî hewl didin nivîskarên kurd ên jîndar bînin zimên. Her çiqas ev teşe di nav civakên feodal û teng de ne awayekî erênî be jî, nivîskarên kovarê hewl didin ku vê çandê bînin nav wêjeya kurdî jî û populerîzma wêjeya kurî ava bikin.

Di hejmara heftemîn a Kovara W de cara yekem wekî berg û naverokeke têrtijî Helîm Yûsiv hatibû hilbijartin û vê yekê gelek bertek jî dîtibû. Gelek nivîskaran bi gotinên wekî “ma gelo rast e mirov nivîskarekî jîndar evqasî afîşe bike” helwestek nîşan dabûn, lê kovarê di rêça weşana xwe de ev yek domand û di hejmara dehemîn de taca vê rêçê dan serê wê.

Yek ji rêveberê Kovara W Dilawer Zeraq dide nîşan ku lûtkeyên wêjeya kurdî jî hene û divê di weşanên kurdî de ev nirx bi awayekî têrtijî cihê xwe bibîne. Mem Mîrxan jî dide zanîn ku Kovara W û desteya nivîskarên wê li pey wê rêçê ne ku wêjeya kurdî bi awayekî serbixwe bike ala banê cîhanê. Mîrxan dide zanîn ku ew hewl didin wekî kovar rûpelên xwe ji hemû parçeyên Kurdistanê re vekin û wan ji hejmara yekem û vir ev hewildana vê yekê domandiye..

çavkanî: amidakurd.com

 

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE