rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:43

 

 

Newroz Da û Çû …
Besam Mistefa
 

''Yadîgariya Silêman Adî''


Xort bû
Şermende bû
Nezan bû
Zane bû
Bi dil bû
Bê war û cil bû
Xwedî bar û kar û …
Kurd bû!


Nebêjin em wî nas nakin ….
Ew ê ku zarokekî Çav şil bû
Ji Xweda û hem ji Pelîdan jî sil bû!
Nebêjin em wî nas nakin
Ew ê ku bi jan û dil bû!...

*

Nebêjin em wî nas nakin
Ew ê ku her sal – ji sala mêjîkor ve –
Li ser dengê Çivîk û tilûran
Ji xew hişyar ….dibe
Têt û cejna we pîroz dike
Toza ku her sal li cihwarê êşê liba dibe,
Ji we dûr dixe
Kevirên ku her sal li eniya xweşiya we dikevin
Par par dike …..Û mîna goyînekî –lê ji kêfa –
Zar zar dike
Nebêjin em wî nas nakin
Ewê ku her Avdar ji xew hişyar dibe
Têt û cejna we pîroz dike û …
Dîsa radize
Na …nebêjin em wî nas nakin!

*

Wî tiştek ji tiştekî dernedixist!
Nizanibû du gotinan li ser hev bêje!
Di wê roja kezîşor de-
Dît ku 'alem li kolanê li hev kom bûye
Qerebalix û hawar bi serê ketiye
Dunya û 'alem bi hev ketiye …….
Dema Çavên wî ji dûr ve
Bi hevalên wî ketin
Tiştek hate bîra wî û
…Ew jî Çû wir!

*

Li wir Çîrok tev nas kir!

*

Zikreş û Çavsoran jî cirok dizanîbûn
Dizanîbûn …. ku ew …..Kurd e!

*
Xort bû navê wî Silêman bû
Ti hudhud û Belqîs pêrgî wî nehatin wê rojê...
Gulle û hûravêjan ew hembêz kirin …wê rojê!

*

Her sal ji nav wê xwînê
Ji nav wê gola sor
Radibe
Mînanî sîmirekî ji nav wê axa kor
Dipengize
Ji nav wê gola sor
Ji nav toz û xweliya mor
Bi per û bask dibe
Her sal
Ji bo roja nû
Ji bo sal û cejna nû
Ew radibe
Ji xew hişyar dibe ….

*

Ji êşê pêve tutişt wenda nekir-
Ji rûmete pêve tutişt qezenc nekir!
Wekû Kurdekî jiya û mir ….û ………
Ji vê mestir
Keskî ne kir!

*

Na Na wî tiştek nekir
Newroz da û Çû
Ji vê pêve
Wî tiştek ne kir!

*
Kurd bû Silêman û
Xwe ne Kurd nekir!...



9-2-2006

 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE