rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:43

 

 
KURDIYA MIN
Jîr DILOVAN 
jirdilovan@web.de
 
Kurdiya min 
Zarê zêrîn
şana devê min
Deryaya bê binî
Rêya min a bê dawî
 
Tu
Lorîka diya min
Jîn û jiyana bav û kalê min
Xwîna laşê min
Çav û gav
Mêjî
Hizr û ramana min
Bi te radizim
Radibim bi te
Bi te ye girî û şîna min
Û şahiya min bi te ye
 
Kurdî ya min
Zarê min 
şana hingivîn
Bi te ye strana min
Dîlok û govenda min
Qîr û hawara min
Bi te ye bi te
 
Bi te ye sond û peymana min
Hêrs û berza min
Gula baxçeyê min
Bihar bi te ye
Bihara min
Bi te şîn tên 
Nêrgiz
şîlan
Berfîn û beybûn
Bi te reng didin
Kesk û sor û zer
 
Bi te dihile roja min
Heyva min bi te
Û bi te diçirisînin
Stêrên ezmanê min
 
Tu ne bûyaî
Kî bû Ehmedê Xanî
Çi bû Mem Zîn çi bû
Kê nas dikir Meleyê Cizîrî
Feqiyê Teyran
Elî Herîrî
Nalî û Qedrîcan
 
Îro jî
Bi te diherike Dîcle
Ferad bi te pêlan dide 
Û bi te dijwar e Xabûr
 
Bi te bilindin Cûdî û Gabar
Bi te geş in
Amed
Dêrsim
Amediyê û Mehabad
Bi te ye navê Kurd
Kurdistan bi te
 
Îro 
Winda ye axa min
Xalî ye dîrok
Bin lingan de ye 
Çanda min
Tu tenê maye
Kurdî ya min
Diya min
Evîna min
 
Çêbûm bi te
Bi te dimirim

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE