rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:43

 

 


SÛRYA BINGEHA EREBPERESTÎ Û TIRSÊ

Şêrkoh Hopo


Cemal Ebdilnnaser bi Îdyolojya hestperestiya şofînî û diktatorî ya xweya Erebî ku ramanên azad û pirnetew û çand û partiyên kone qedexekiribû yekemîn serok doza yekîtiya hêz û hevgirtina welatên Erbeb kir û lidij Îsraîl jibo serxwebûna Felestîn dengveda, nemaze piştî ku Qenat Swês ji dest Frensa û Berîtanya Mezin derxist û wek dibêjin di cenga Sê Dijminayî ya liser Misrê di1956ande biserket eger çendî di ewan armancande durustbû û pêkhatin an na her Ewî bi evî awayî hestê şovenistî û nijadperestiya Erebî vejand, xurt û dijwar û gurkir ligel diktatoriyê, xurûş û gumînek li koneya cîhanî xist û dîwarê herêmê hejand û derizand û kaxezêd koneyîy bêçare tevlihevkir, rewş û wêneyekî Erebperestî da herêma Rojhilata Navîn, û bû sûnd û şanazî û serbilindî û sîmbola hemû Ereban, yên ku bi evê dîmagojî û gurkirina hestê nijadperest kêrbûn helbet Sûryabû, çunkî rûxandinên rêjîmêy lipêhev her ji demekê û pîlanêd dijminayîya serengînan berdewambûn û ewan kesan ji qelsî û hejariya koneyî û berjewendiya ezîtî nikarîbûn rêberiya welêt berdewambikin an bispêrin hev lewra Welat liser mersefa Zêrîn dan destê Cemal û Ew bêhtir mezin û payedarkirin.


yekemîn hevgirtina netewî di welatên Erebde dinavbera Sûrya û Mesr di 22.02.1958- 28.09.1961 de bi navê ( Komara Erebîy Hevgirtî ) avabû, ji koraniya nijadperestî û serxweçûna C- Ebdilnnaser û stemawî ya bê sînor ew hevgirtin berdewam nekir çunkî ne liser bingehên behwerî û cigersoziyêbû, liser bingehê fort û pesn û hêz xuyakirina lidij miletan û welatên herêmê û dijminiya Kurd û Israîlbû, lewra ji ewê demêde ku navê Ereb tête gotin wêneyê Sûrya û Mesr tête berçavan.
hêjî nimûne di herêmên Kurdîde hene wek ( pez û bizin qaçaxbûn û ji stema Cemal Ebdilnnaser av di bîrande çikyabûn ).
Partiya Baas ji damezirandinaxwede bi îdyolojya Erebperstî hewldaye ku xebatê bike û cihêxwe dinav gelde çêke û gel bi ramana nijadperstî perwerdebike û lidij herkesên demokrat rawestyaye, piştî têkçûna Komara Erebîya Hevgirtî çeteyên Partiya Baas ku Ebdilnnaser hebûna Partiyan bi tevayî û ya wan bi taybetî qedexekiribû derfet bestxwe girtin û bi êrîşeke rûxandinê desthelata Sûrî leyandin û dagîrkirin di 08.03. 1963de û pey herkesên welatperwer û demokratxwaz ketin û avêtin zindanan nav işkence û kuştin û sergûnêde, nemaze rûxandina 1970 bi rêberya Diktator Hafiz El Esed ku her kar û xebata koneyî, çandî û civakî, paydos, têkelî û kombûn, nêrîn û raman qedexekiribû û hebûnaxwe û Baas û Erebtî bi Sûryave girêda, ango Sûrya Esed û Baase û Esed û Baas Sûryaye, wesa yasaya welêt guherandin ligor berjewendiya tenhatiya xweya di destjelatêde bi rêberitiya Baas, di yasaya 1973ande bûjeya 8an dibêje Partiya Baasa Erebiya Sosyalîst ewe Partiya ku serengiya civak û welêt û rêberya Bereya perwerîya pêşverû jibo pêkanîna armancên gelê Ereb dike. herweha sazmanên wek Cwanên şoreşê, sedîkayên karker û cotkaran avakirin, ra sendîkayên bijîşk û bervedêran kirin gorî rêjîm û berjewendiyaxwe û dezgehên ewlekariyê pirkirin û kirin dar liser serê gelên Sûrî, Baas kirin dibistan di Sûrîde, gel liser evê dîmagojya Efleqiya nijadperest û şofênî û berjewendiya ezîtî perwerdekirin û ew îdîolojya Cemal Ebdinnaser ligel nêrîn û ramanêdxwey şofînî û nijadperest di Sûryade çesipandin û berdewamkirin û kirin rêbaza xwendinê di dibistanêd bingehîn, bilind û zanîngehande, êrîş dan ser netewa Kurd û rewş û navê nokrên derve û Îsraîlên dûwem bi Kurdanvekirin û zeliqandin, nemaze bavê netewa Kurd Mistefa Barzanîyê nemir, li Sûrya cenga derûnî û tirskerî û erebkirina dîmografya herêmê û tawankariya perçekirina welêt bi zindan û işkenc û li Îraq cenga bi hesin û agir û çekên kîmawî û enfalan, herweha bi evî şêweyî gelê Ereb li dervey Sûrya û Îraq bi dijminayîya kurdan perwerdekirin, û boşelana gotarên Erebperestan derbûn lidij gelê kurd û Îsraîl di êzgeh û ragehanên Erebîy cûrbecûrde û nivîskarên pirtûkan xwe ji dijminiya gelê kurd bêpar nehiştin û nikarîbûn faşistî û şovenistiyaxwe veşêrin mîna M- Teleb Hilal û projektawî, lewra mirov dikare bibêje ku gelê Sûrî liser bingehê Baas û Erebperstî û nijadperestîyê perwerdekirin ligel ku rêberên Baas di jîwara çesipandina ramanênxwede vajî wesabûn, ango ew armanc û sîmbola ( Gelê Ereb Yekin bi Yek Nama Sermedin ) ti kar û xebat jêre nekirin, tenha probagandabû, û wesa dikarîbûn mejyê Erebên kawik bixapînin ne tenha li Sûryê balam Erebên her welatêndinjî wesa, ligel ku di paş perdande peyman ligel Îsarîl emzekiribûn ku ti tengasî ji Îsarîlre ji hêla sînorê Sûryê çênebin û wesa nema doza Golan dikirin û ne li dijî wan di cengêdebûn û nejî doza Iskenderonê li Tirkyê kirine û ne yekîtî an hevgirtin ligel welatekî Ereb girêdane ligel ku li Sûrya û Îraq Baas fermandarbû û herûher dijminêd hevbûn û herdû ejnûbûn ji Tirkye û Israîlre.

Bi evê koneya xapandin û tirsa hêzên ewlekaryê bi darê zorê cihêxwe di mejeyê herkesên Erebde çêkirin, bi vî awayî em dibînin ku Erebên Sûrî bi ramana Baas ( ango Baasiyêd ne Baasîne ) ti rêxistin û Partiyên koneyî yên hevrik ên rêjîmê jibil Birayên Misulman ( Ixwan El Muslimîn ) li Sûrî ser hilnedane û eşkere lidij rêjîma Diktator Esed û Baasa faşist ne rawestyane hemû bêcudayî ligel Tevgêra Kurdî her serfirû û ejnû û stûxwarmane, eger kesin hebûn an hebin her ewjî mirov dikare bibêje sernixûm û tirsonekbûn û serê cigersozan zû bi şûrê qinarbazên Baas dihate birîn.


ne tenha ew balam partiyên wek komonistjî bi rêberiya Xalid Begdaş ku binijadêxwe Kurde wesa îdyolojiyaxweya bingehîn û xudawend ( Komonistî ) avêt û gemsarkir di gotarênxwede dibêje em gelên Ereb û piştgiriya netewa Kurd nekiriye û hebûna wan nepejirandiye, di evan demên dawîde ku êrîşa cîhanê liser serê rêjîma Baasa Efleqî lidarketiye û xurtbûye ji Ereb û Bassiyan bêhtir piştgirî û berevaniya rêjîma Baasa faşist û diktatordikin, û komunîstê kevin û faşistê Erebê şaristanî Riyad Turk ku ji Ataturk û Erebperestan nijadperesttirbûye dibêje navim ti kes nexşeya Kurdistan hilgire û bête nikmin û hebûna gelê kurd hîç napejirîne û Heysem Elmaleh serokê Komeleya Mafê Mirovan jibil mafê mirovayetyê ji kurdanre nabîne, ewjî wek rêjîma Baas kurdan netewekî serbixwe nabîne û rêxistinên kurd nijadperest dibîne, lidijî hebûn û mafê gelê Kurd di Sûryade radiwestin û ti hebûnawany netewî liser xakaway dîrokî napejirînin ji bil mafê hevwelatyê,û ew piştgiriyaway mafê mirovayetîjî dibe ku ji şerma ( dinyayêbe ), bitevayî hemû hevrikên rêjîmê naxwazin rêjîma faşist bikeve balam ewjî dixwazin rolekê di rêjîmêde bilîzin lewra tikes jiwan ne tenha doza qedexekirina Partiya Baasa Şofînî nakin balam hemû piştgiriya hebûnawê dikin, eger rêjîm rê jiwanre veke dê ew perdeya siyah ji ser rûyêwan zuşt bête hilanîn û rastî û dehayaway faşist bêhtir bête diyakirin, jibo nimûne ew sînorê axaftin û nêrîn û xebata ku rêjîma Baas jiwanre daniye bixwe ew liserxwe dipejirînin û diçesipînin, lewra ne seyre ku em di Sûryade ji18 Milyonan çend kesên mirovperwer û demokratxwaz û piştgîrêd mafê miletan nebînin, ev yên ku hene û hevrikên rêjîmê diyarbûne her ewjî ti maf û serbixwetiya gelê Kurd û netewêndî napejirînin û hemû faşist û piştgîrêd Erebtiyêne bêhtir ji çeteyên Baas.

Tevgêra kurdjî wesa serîhilnedan li hember hovitya biryar û projektên şovenistiya rêjîmê herûher daketine serçogan, hemû biryar liserxwe pejirandin û xebataxwe hiştin di xelekeke teng û bêkêrde û gotarênxwey koneyî di navxwede veşartî hiştin û ew sînorê sor derbasnekirin ku xwe bi gelên Sûrî û cîhanêre bidin nasîn û hîç rêjîm şermezar û cerûsnekirin û hewl nedan ku çarenûsa gel û netewaxwe ji Sûrî cudabikin û xwe nedan diyarkirin ku miletekî dibin destê Sûrîdene û Sûrya perçak ji kurdistanê dagîrkiriye, ligor nêrînaway ku nabêjin û binavnakin kurd ne hêjayê welatekî serbixwene an hêjayê ku herdem dibindestê nijadperestan de bijîn, û piştgiriya Felestîn û serbixwetiyawan û dijîtiya Îsraîl û kolonyalîtiyê di cîhanêde kirine û mafê ku ji her miletên bindest û Felesîniyanre dozkirine hîç wesa jixwere nabînin û doznekirine, heweha rêjîmê çikir û jiwanre çû serî, lewra ewêjî çavêxwe ji xebatawan girtin, çunkî naskirin ku tikes xwedyê gelê kurd tineye û ev partiyana an rêberêdwanin ne xwedyê doza netewîne, tenha dixwazin mîna Axan rêberiyekê bikin ger bi çi hawîbe ya giring ewe ku nêzîkî rêjîmê nebin, lewra herêm dan ber Erebkirinê û qadên kurdan jiwan standin û mîna Îsraîl arkincî ji Erebanre avakirin û navên gund û bajaran guherandin û her gotina bi Kurdîve girêdayî qedexekirin û dîroka kevnariya herêmê sextekirin û kesên Kurdperwer hatin berdan ji kar û xwendin û her dezgehan,.
Di evan salên dawîde ku berê Kurdan kete Ewropa û bûn penaber û cihêdxwe li welatêxwey nuh girtin bi hestê Kurdewarî derfeta demokratî û azadiya Ewropî bi destxwe girtin û çalakiyên cuda di meydana Eropîde kirin bi Semîner û xwepêşandan û li dergehê Perleman û balyozxaneyê hemû welatan dan û daxwazêdxwey netewî dan nasîn, dîsajî neligor raman û nêrîn û daxwazêd rêberên tevgêrêbûn û hewldan ku destêxwey tirsonek û çepel bixne hust û qirka penaberên cigersoz û pêvajoya xebatawan liherderê rawestînin da rêjîma şovesnîsta Sûrî jiwan razîbin, rêjîma faşist û şovenîst pîlankiribû ku gelê Kurd mîna Kurdistana rizagar û azad neramin û wan daxînin serçogan, berxwedan û serhildana şêr û lehengên12ê Avdara pîroz ku ji Qamişlo çirûsk veda û pêtawê liher bajaran pêket û peykerê Diktator Hafiz El Esed li bajarê Amûdê hatexwar û wêrankirin bêhtir hestê Kurdên cigersozên penaber hejand û hevsarê hustê penaberên endamên Partiyan ji destê rêberan derxistin û alarengîn û sîmbolên bijî Kurdistan, azadî û serxwebûn jibo gelê Kurdên bindestê Sûrî û mirin jibo rêjîma Baasa faşista Efleqî berdewambûn û dezgeh û ragehanên cîhanê û Perlemanê Ewropî liser kêşa gelê Kurd û stem û şovenistiya dagîrkeran û çareser kirina wê bi awayên demokratî rawestiyan û guftûgokirin, Semîner û Kunger liser kêşeya Kurdistana bindestê Sûrî lidar ketin û hêjî berdewamin.


Çeteyên Partiya Baas piştî ku têr ji xwîna gel vexwarin û aborya welêt talankirin her yek dixwaze desethelatê bi rengekî nûjen bileyîne û dîsa gel bixapîne da bi hêsanî layangir û piştgîr û peyêdxwe lidoraxwe bicivîne, herweha armanc û bernamê hemûyan her di riya îdyolojya Baasdeye ku ti kes jiwan liser gelşeya pir netew di hundirê welêtde nerawestyaye jibil mafên mirovayetî û demokratî û pirpartiyên koneyî û wesa azadya behweriya olî, raman û nêrîn û çapemeniya azad, ev dîmagojya Erebperestî ji sala 1963an de her berdewame û hemû hevrik liser ewî bingehî perwerdebûne û dîgerî ereban mafê ti netewên dî di bindestê Sûryade napejirînin,

Di evan demên dawiyêde hevrikên rêjîmê gelek komcivîn lidarxistin ji komela Etasî ra bigehê Ragehandina Dîmeşqê xwe bixwe lihevnakin pirêdwan piştgîrêd rêjîmêne û hin yên partiya Baasin û hemû lidij alîkariya dervene, û tev dibêjin êrîşa ser Sûrî em napejirînin û herweha lidij hevrikên dervene ligel ku hemûyan liser ewê Ragehandina Dîmeşê emzekirine gelo liser çi xalê lihevkirine...?
Xedam dixwaze rolekê dî bi mejyê hevrikan bilîze û dilîze hemû yên welêt lidij Xedamin û rêberyawî napejirînin û yên derve ligel ku li dijinjî têkeyêdikin, û Ragehana Dîmeşqê lidij Bereya Rizgariya Perwerî ya ku Xedam û Ixwan El Muslimîn li Brûkselê lidarixtine, ev dijîtiya hevrikan dide diyarkirin ku tikes jiwan nikare rêberyêbike û hem naxwazin rêberiyê bispêrin hev, wesa temenê rêjîma faşist liser serêxwe û gel dirêjdikin û bêhtir gel û welat dixin bin darê stemê û barekî giran.


20.03.2006
Stokholm / Swêd
 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE