rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:43

 

 

 

Jiyan heme derd û xem in

 

DR Memo Ebdi

 

 

Jiyan heme derd û xem in
Evîn dîsa tev bi kul e

Xwîna dilem êdî nema
Wek ah û fîxana bilbil e

Disoj im ez bona te me
Rewana min bê te tune

Reqs û sema li min tehl e
Ava jînê şor pêjine

Ez bang dikim ma tu heyî
bêhna te jî lib a min e

evîndarê Gulên te me
ez tagirê çemên te me

cîhan li min timî şev e
ronahî jî ne ya min e

ev çend sal in li benda te me
çavên min li riya te ne

sînorên ku avabûne
dîtina te ji min re merem e

min nizanî evîn wisa
barê Minî pir mezin e

keko yê ku naxebite
jiyan derya ye bê bin e

Memo Zîna xwe wenda kir
Ferhad bêstûn nema bar kir

temenê min buhar nema
payiz êdî li ba min e

êşa zirav mêvan kirim
evîn di dilê min de nema

pir xemgîn im yara bêbext
jiyan timî ne sosin e

lê hêviya ez şakirim
ji min re êdî bazin e

bila Kawayê Dilawer bim
mêvanê ejder mirin e

Newroza xwe em pîroz kin
bes e ji gilî û gazina

welatê Me hindî xweş e
azadî daxwaza min e

qelena wî xwîna me ye
serxwebûn incîla min e

hawar dike xortên çeleng
rabe êdî ne gazin e

çimkî kesê Welat niye
bêqîmet e û tim mirin e

kesê Welatê Wî heye
srebilind bê derd û xem e

kurd em bijîn serbest bijîn
ma ne şerme welat tune

Xanî û Cezîrî gotine
Kurdistan cineta min e


Newroz. Halab

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE