rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:42


 

Mewdayên Pirsyarê
- deqek bo gotûbêjê -

 


Sebrî Silêvanî




Em wek regez aferîdeyên dengdêr bi mirov dihên naskirin û wek nasname jî bi kurd. Di herdû baran de sermayeyê me tenê hindek pirsyarên hestdar in bi awayê hebûn, jiyan û nasnameya me ve peywendîdar in belê aya arastekirina pirsyaran peywendî li gel hebûn yan nebûna bersivan heye?

Pirsyar jî mîna rexneyê ne.
Mafê arastekirina pirsyaran û bikarhanîna rexneyê mafek sade û rewa ye ji bo her mirovekê - takekesekê - belê ji ber kêmiya ezmûnê û nebûna rahînanê ne her takekes dizane yan dikare serederiyê li gel pirsyar û rexneyên xwe bike. Arastekirina pirsyaran û bikarhanîna rexneyê ne diyarde ne belê enceq peyrrew in û bunyatgeriya xwe hene wek her têgeh yan pêkhateyek din, azad û serbixwe di rehend û wateyê de.

Berî ku takekes pirsyarekê araste bike yan rexneyê bi kar bihîne, û berî ku li pey rastiya hebûna tiştan bigere gerek e li ser xwe biraweste û amraz û alavên xwe ji bo berhemdanê û rewşenkariyê analîz bike lê, heya ku bikare bi wê kardariyê rabibe gerek e - wek destpêk - wan amraz û alavan nas bike ji ber ku peydakirina wan amraz û alavan – bi serê xwe - dikare heta radeyekê astê hişmendiyê biselmîne.

Ezmûna ronakbîrê kurd - bi giştî – ezmûnek sinordar e û nevala ye ji kêmasiyan çunkî ezmûngeriyê herdem pêwîstî bi prinsîp û binemayên tevayî heye mîna regez yan cor. Ronakbîrên kurd - heya niha – penayê bo nav û formî tenê dibin lê naçin di nav regez û coran de lewra kar yan berhemê takekesane nagehe qonaxa efrandin û dahênanê belê tenê di qonaxa avakirinê de li nasname û rasteqîniya xwe digerin ji ber hindê jî em dikarin navê qonaxê bikin ‘‘ qonaxa lixwegerînê’’.
Pirsyar û rexne dişên xweristeyek felsefeyane pêk bihînin belê bi merc ku takekesê ronakbîr ji nav, form, cih û zemanan derbaz bibe heya ku di akamê de digehe kûrayiyên pirsyar û rexneyê û hîngê ji nû dê bizane ku pirsyar dibin bersiv û rexne jî dibin hokar û ziman.
Ji bo ku takekes bigehe felsefeyek taybet pêwîst e ku bi hewl û hewldanên sêryoz berev akar, istatîka, epstmolojiya û mîtafîzikyayê here yan jî dê tûşî tivavek pirsyarên hilawîstî û gumanê - bi wateya nerênî - bibe û di encam de dê ziyanê bigehîne sercem têgeh û pêkhateyan.

Takekes dikare bi rêya raveyê barê xwe sivik bike: ku jiyanê rave bike, cîhanê rave bike, hebûnê rave bike ji ber ku rave kêşe û pirsgirêkan çareser dike. Ravekirin piştî hewldanê ye û berî bîndariyê ye. Ew takekes hêj negehaye baweriyê ku kêmbûna alternatîv û çareseriyan ji kêmbûna ezmûn, mêtod û alavan e. Ev jî bi awayekê ji awayan bi hebûn û nebûna zimanan ve girêdayî ye ji ber ku peydakirina zimanên hevpeyvînê pirr kêm in û niha ji her demek din bêhtir pêwîstiya takekesane pê heye. Herwesa avakirina pirên peywendiyê di navbera tex û aliyên cuda cuda de ew jî li gorî armancên her felsefe, raman û îdolojiyayê. Heman felsefe û raman û îdolojî jî pêdivî bi dorhêlê praktîkane hene û ji bo ku xweristeyek praktîkane bidin gerek e berawerdî û helsengandinek bo bûyerên serdemê takekesane hebin.
Bi wateyek din: pêdivî ye ku takekes serdemê xwe nas bike ji ber ku di dorhêlê rojane de ew felsefe û raman û îdolojî bi xwe vegeryanek e bo ezmûna mirovayiyê û nimandin yan peresendiya hizra mirovan.

Rast e ku pêgirî û fermanberî efrandin û dahênanê sinordar dike belê hindek caran, bi taybet ji aliyê sincî, pêgirî dibe mafek rewa bo takekesê ronakbîr bo nimûne paraztina jiyanê: gerek e jiyanê biparêze û jiyan jî di têgeh û gewherê xwe de ji ( seyroretê) pêk dihê û seyroret jî bi wateya guhorînê û guhorîn jî tek rastiya rasteqîne ye seranser dîroka civakê mirovayiyê, ango prosesek zindî û berdewame.

Belê, heta ku ew takekesê ronakbîr – berwext - bigehe wê baweriyê, gerek e ku hemû awayên hizrî yên selefiyane ret bike ne wek lêkolîn û serederî belê wek bingeh û jêder bo werar û aşnabûnê. Herweha, ku hêz û saziya zimanan wek alav û binemayên sereke di naverokê têkst, deq û peyamê de biselmîne ew jî bi rêya cudakirina ferhengan ji ber ku ne her ferheng dikare bibe alav ji bo peyamgeriyê û berhemdanê çunkî tenê prinsîp û hewldanên mukum dikarin bibin alav.

Sewda dikare bibe serge ji bo wan karên nehêsan belê takekesê ronakbîr gerek e hişyar be û li ser hestên xwe yên xwezayane kolê nede. Ango, raman û sewdayê xwe bi kar bihîne ji bo ku bikare peywendiyan saz bike: peywendî li gel gewherê xwe, li gel bûyeran da ku biryara pejrandin û retkirinê di cihê xwe de be. Herwesa da ku delîveya pêdeçûnê wek alavek zêde berhev be.
Derbarey vê çendê rastiyek azarder heye ew jî ew e ku takekesê ronakbîr mewdayek berfereh di navbera sewda û hestên xwe de peyda dike bi taybet katê ku pêrgî babet û pirsgirêkên xwe yên zindî dihê.

Bêhtiriya caran sewda û hest dû cemserên hevtevav in ji bo efrandin û dahênanê bi taybet di wêjeyê û hunerê de. Heta ku ew takekes vê bîrdoza berhev bo gêngeşeyê bipejrîne, baştir e ku herdûyan bi kar bihîne bi merc ku hevsengiyekê di navbera wan de peyda bike da ku nakokiya xwezayane durist nebe.

Wek hercar ez dixwazim bi pirsyaran bi dawî bihînim:

Aya hest dikare sewdayî bedew bike?
Yan, sewda dikare hestî rast bike?













 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE