rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:40


 

 

 

Mihemed Elî
Tu wek gula biharê

Bêdestûr
Di paytexta dilê min de
şîn bû…
Rengê te
Bîna te cuda bûn

Di nav bihara rengîn de
Tu bi serê xwe biharek bû
Rengê te serdestiya
Rengan dikir!
Bîna te
Serkêşiya gulan dikir!
Rehên te
Feq û dav venûştibûn
Dîlên te sermest diketin

Nexêr ez bûm
Peyçûnerê mozan
Te bala min kişand

Çêja te xweş bû
Bîna te ez bestim
Ez bûm dîl…

tu ne camêr î
tu ne xêrkar î
bîna te bi buha
rengê te bi buha
…..
bihar êdî zivirî
havîna germ
tu çûyî
tu çûyî
bi te re rengê paytexta dilê min
tu çûyî
bi te re sermesta hişê min

Va ye îro min terka mirovan kiriye
Va ye îro paytexta min bûye kavil
nema li wir sosin, perzel, kew û bilbil...
........
tu bûyî dîlbera bêholman
bîna te ez wêran kirim
tîrêjên te çavên
min bê şemal hîştin
paytext bûye sengera
hestên kavilî
te dilê min qelp kiriye
nema hestên durust diafirîne
te bi derd û merezan ez pêça me
te û te ...

gelo bihara te çima dereng ma?
gelo şûnwarê te çima tarî û bêgiyan ma
bîna qirêj ez bê henase kirim
dîmenên bê reng ez derhest
diltarî
bê raman
bê dilînî
û
dildarekî
reşdil
bêgul
bêreng
talçêj
û
nizanim
çi
kirim…
Ez li te jûvan im
Ez bi hebûna dil di sînga te de
Bi guman in
Te dilê min dizî
Bo çi wisa?
Te kul kirin hezar
Bo çi dîsa ?
Hêdî bes e
Zînat
Jan
Nankorî...
Gelo hestên te nîn in
Gelo birînên te
Bê xwîn in...
Gelo şikandina dilan
Meraqa te ye
Gelo xapandin
Hunerweriya
Dibistana rewişta te ye
....
Tu hatî
Te tov çand
Tu çûyî ew ziwa bû
Tu hatî geşedanî hilhat
Tu çûyî tarî bû dûpat
Bes e hewl bide
Min tu naskiriyî
Bes e tevbigere
Sêwiranên te
Kifş bûn
Min tu nas kirî
Tu diza dilan î
Tu tundkara hişan î
Here ez nema
Diljar im
Here
Ez nema
Dêmreş
janhinav
Û
hejar im...













 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE