rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:42


 

"Di xweşwaniya salyadiya koçkirina 38an de ya kurdperwerê hêja nemir Kurd Reşîd"

 



Mihemedê Seyid Husên

Di wan salên ciwanî de, li ber serdema çerxên 20an, di çaxê ku dewlet û şahînşahî divemirîn û dewletin hêzdar nûzayî bi çek û zanînê rapêçayî û bi coşeke tund firehtirîn pîvanên nexşa gogzemînê divergirtin, di sedem û fersendeyên keysên zêrîn de ezweriyên xwe destnîşan dikirin.
1- lewziya gelên bêhavil.
2- ji layê dîtir ve hêzdariya dewletên mezin û hewcedariya wan ya tumakarî, çunkî pîş û xestên xurtan valahiyê di xwestekên xwe de nahêlin.
Reşîdê Kurd çavên xwe li jiyanê vedike û Imberatoriya Osmanî ya bêdad, nîjadperest û sitemkar li rojhilatê hêlecana mirinê dike. Hate jiyanê di herêmekê de, di welatekî de, taristanê, gêl û kewdaniyê, paşverûtiyê berê wê xistiye semteke nependî. Hinga mîna mûristana gêrikê dewletên dagîrker ketin lebt û tevgereke leşkerî, siyasî de, li dûv berjewendiyên xwe, êrîş dianîn rojhilata mûş û têrdan mîrateyên Osmaniyan.
Hinga xwendevanê torîn nemir Reşîdê Kurd, di gura ciwaniya xwe de, hest û hişyariya wî ya netewî û siyasî, ji nû ve dibişkivîn û Kurdistan warê bav û kalên wî bi gelê xwe ve, di rencekêşaneke dijwar de, perîşanî, bindestî, sirgûn û mişextî, li ser sînga wî berjewendiyên dewletên mezin xaçebir dibûn û di encamê de berateya bêxwedî di nav xwe de bi par vedikirin û miletê M.Reşîdê Kurd li ser nexşa qada pîroz mabû niştewar û dima ardiwê şewatê , girawa nezanînê di nêv cengên biyaniyan de.
Ji serî de, destgava pêşeng ji rêwingiya xwe, di rêhevlatiya peyva Kurdî ya resen de mizaxt, di yardeyên serete yên perwerdeya netewî, di himêza av û ba, deşt û çiyayên Kurdistanê de lê peyda bûn, lixêvên helbestê ji zarokî lê xuya bûn, loma bi herdû baskên coşdar li asîmanê Kurdistanê dirist. Hîç nexemxurê tena xwe bû ji zemîna jîwarte, ji navendeke giring gavdida jiyanê, xwîniyê tirko bû lehengiya eniya tekoşînê digirt, di qaqboxiya dagîrkeran de, bê hempa di rawestiya, lê mixabin welatekî vegirtî, miletekî kêmbîr û zanîn, ezweriyên wî beravêtî dikirin, lê tucarî ji hêvî nediket, mîna zimanzan, helbestvan û siyasetmedarekî tekoşer armanc û mebesta wî ew bû ku hişyarî û netewheziyê, giyanê welatparêziyê li nig milet xurt bike, rê li pêşiya nifşên nûhatî şosa bike û şêweyên desthilanîn û halanê biafirîne.
Salên pakrewanê nemir Reşîdê Kurd li Amûdê, li Cezîrê weke hozanekî torevan, zimanzan, tekoşiyarekî siyasî û hişmende, asoyên fireh di jiyanê de jê re vekirîbûn, rêxistinkarekî qomonîstan gewde dikir, rast e..! lê tucarî çavên xwe ji ser ala Kurdewariyê ne diguhert, şîret û temîniya xwendin û nivîsandinê, kar û xebatê, jînadarî û çalakiyê li celebên nûhatî dikir, pêşverûtî û zimanzanî, çand û wêje, li ba wî hestên hemdemî qelafet dikir, diruşm û siloganên nûder, bala û navgiran di gihande miletê xwe, lewra dibêjim jêmayên wî gerekî lêkolînên kûr û hûrbîn in.
Nemir mamosta Reşîdê Kurd, di hevalnavên pirnas de, payebilind hatiye xuyanî, berperensîb, mêrxas, jankêş, ronakbîr, konevan, rexnevanekî deqerû, tekoşiyarekî xwenas, lê kula ku pê re çû gorê welatekî azad û serbixwe bû, destelatdariyeke dad, dîmuqrat, wekhevî, aştîxwazî, aramî û tenahiya civaka gel bû. Kesayetiya wî di sîngeke fireh, dewlemend û vekirî de, dida û distand, her wekî helbestên wî kesayetiya wî ava dikir, xwe nedikir qewarekî teng, asoyên fireh li pêşiya xwe vekirî dihiştin ji ber wê tariya binê zindanê, loma jî di helbesta nûjen de diafirand, her wekî xwe bi kêşesaziyê girê nedida, nasnameya wî ya siyasî û rewşenbîrî, li gora agahiyên min, nivişteke di bin navnîşana "Karwan" de û pirtûkeke nerixdar ya rêzimanî jê mane.
Ez jî pênûsa xwe tevlî gurza pênûsên kesên ku birêz û hurmet, hêja Nemir Reşîdê Kurd bi bîranîne. Û îro piştî "38" salî dikarim mûjdeyeke pêbawer û pîroz biguhêzim mergê nemir, nemaze ku diyardeyên rêkeftin û serxwebûnê di mercên lêhatî de, di asoyên Kurdistanê de li ba dibin.
Spasiyeke taybet bo rêzdar mamosta Hesen Dirê'î , nemaze ku em bi vê bîranîna gewre ageh kirin......
18/2/2006 *Qamişlo*













 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE