rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:42


 

DAXUYANIYEK LI SER KOÇKA ZIMANÊ KURDÎ(KZK)

 



Xwendevanên xweşdivî!
Evîndar û xemxorên zimanê kurdî!
Ronakbîrên kurd yên dilsoz!
Fêrxwazên ko dixwazin hînî(fêrî) xwendin û nivîsandina zimanê xwe yê kurdî latînî bibin!

“ZIMANÊ KURDÎ ZIMANÊ ME HEMIYAN E Û EM HEMÎ XWEDIYÊN WÎ NE”

Roj bi roj pêdiviyatî (hewcedarî) û hezkirina hînkirina zimanê kurdî li cem kurdan zêdetir dibe û baştir li ber çav e.

Bi peydabûn û belavbûna înternetê delîve û derfetên nû û baş ji bo hînkirina ziman li ber xelkê vebûne. Niha di înternetê de programek bi navê Paltalk heye. Paltalk programekê chatkirinê yê mift û bêpere ye. Li wir pir koçkên kurdî hene û kurd dikarin li ser mijarên cuda bi kurdên li welatên cuda re biaxivin û binivîsin. Heta niha Paltalkê cihê xwe baş negirtîye û belav nebûye. Ji bo bidestxistina programê Paltalkê bi tenê merc ew e ko te îmkanên înternetê hebin.
Ev jî adresê Paltalkê ye: www.paltalk.com

DÎROKA KOÇKA ZIMANÊ KURDÎ (KZK) DEST PÊ DIKE:

Bi armanc û merema danhînkirin, danûstandin(diyalog), kêşeçareserkirin, yekgitin, baştirkirin û pêşvebirina zimanê kurdî li cem xelkê me yê Paltalkê(înternetê), min rêkeftê 21.08.05 koçkek bi navê Koçka Zimanê Kurdî (KZK) vekir.

KZK koçkeke serbixwe û ne siyasî ye û ji hemî kurdan re vekirî ye û em bêyî cudahî alîkariya hemî beşdaran dikin. KZK cihê civîna kurdîhezan e.
KZK bi taybet li ser hînkirina zimanê kurdî xebatê dike û xizmetên zimanî pêşkêşî kurdîhezan dike. Ev yekemîn care di paltalkê de koçkek bo hînkirina zimanê kurdî vedibe. Di KZK-ê de ji derveyî (xeyîrî) mijara zimanê kurdî çi mijarên dî nahêne gengeşe kirin.
Kesên ko seredana KZK-ê dikin ji hemî parçeyên Kurdistanê ne. Hemî coreyên mirovan têne Koçkê. Hin kurdî baş dizanin lê li cem piraniya beşdaran astê zanebûna zimanê kurdî qels e û ji hev cuda ye. Beşdar ji welatên cuda tên û piraniya wan zimanê kurdî nexwendine lewma hin caran çetîn (zehmet) e em peyiv û termên rêzmanî bi kurdî bi wan bidim zanîn.

Hejmara beşdaran car bo carê tê gohrîn û heta niha hejmareke mezin ya kurdan seredana KZK-ê kirne. Navûdengên wê gelek belav bûne. Niha nêzîkî 35 beşdaran emaîlên xwe bi me dane ji bo ko em wan berwext û berdewam bi çelengî û bizavên KZK-ê agehdar bikin. Her gava çelengiyek yan waneyek hebe em ji wan re emaîl dikin.

Planê me ew e ko em bi hemî zaravayan waneyan pêşkêş bikin. Lê niha KZK bi tenê wane(ders) û mijaran li ser zaravayê kurmancî pêşkêş dike ji ber ko kes tune bi zaravayên dî waneyan bide. Herwisa daxwaza me ew e ko rojek bihê û KZK rojane 24 demjimêran(seetan) xizmeta xelkê bike. Lê KZK pêdivî alîkariya ronakbîran e.

Di heftiyê de KZK 3 rojan vedibe û ew roj û dem jî ev in:

ROJ Û DEMÊN VEKIRINA KZK:
ROJ: sêşem, pêncşem û shemî
DEMJIMÊR: (20:00 - 23:00) bi demê Ewropa


Wane û mijarên cuda di çarçove û warê zimanê kurdî de hem bi gotin/axaftin û hem jî binivîsin dihêne pêşkêş kirin. Helbet em hewil didin li pey karîn, dîtin, têgehiştin û zanebûna xwe ya zimanê kurdî xizmeta kurdîhezan û zimanê kurdî bikin. Piraniya caran em bi xwe wane û mijaran pêşkêş û belav dikin. Em bi vî karî radibin lê em tucaran hizr û bîrên xwe li ser beşdaran nasepînin.

Em giringiyê didin wê yekê ko wane û mijar bi mifa û li gor pêdiviyatiya(pêdawîstiya) beşdaran bin. Beşdarên KZK-ê xwediyên paşkokên(xelfiyetên) cihêreng in. Ev yek we dike ko hin caran wane bo demê 20-30 xulekan(deqîqan) bi tenê ji kesekî re bihê dan.

Ji aliyê dî ve heta niha hinek caran hin ronakbîrên kurd bi pêşkêşkirina wane û mijaran alîkariya me kirne.Û we agehdar dikin ko mamoste û nivîskarê kurd Şahînê Bekirê Soreklî niha hemî rojên sêşemî (seet 22:00 bi demê Ewropa) rasterast ji Australiya di KZK-ê de amade dibe û waneyên zimanê kurdî pêşkêş dike.

DAXWAZÎ:

Pêdiviyatiya KZK bi alîkarî, hevkarî û piştevaniyeke mezin ya zimanzan, pispor, mamosteyên zimanê kurd û ronakbîrên kurd yên hemî zaravayên kurdî heye. Rastî me pirsgirêka peydakirina mamosteyan heye.
Li vir em bangewaziyê li hemî zimanzan, pispor, ronakbîr û mamosteyên kurd û kesên xwedan shiyan dikin ko alîkariya me bikin û car û baran wane û mijaran li ser zimanê kurdî pêşkêş bikin. Em hêvîdar in ko hûn bikarin di vî karî de alîkariya me bikin û zanebûna xwe li beşdarên KZK-ê parve bikin.

Çend pirsyar:

- Gelo giringiya zimanî çi ye?.
- Çawa astê ziman wê bi pêş bikeve/ bilind bibe?.
- Çima nelihevhatin li ser rastnivîsê heye?.
- Çima zimanê kurdî bi yek elfabê nahê nivîsîn?.
- Gelo KZK dikare bo çareserkirina hin pirsgirêkên zimanê kurdî bibe alîkar?.

Eger tu bixwazî bersivên van pirsiyaran bizanî, seredana KZK-ê bike û li wir bersivan wergire. KZK cihek e bo gengeşekirina van core pirsan.

Ji bo beşdarên ko hewceyî bi bicîhkirina (înstalekirina) tîpên kurdî latînî û aramî(erebî) hene niha em di KZK-ê de mehê 2 caran alîkariya wan beşdaran dikin. Eger yekî/-ê bivêt bizane ka ew 2 car kengî ne bila seredana Koçkê bike ji ber ko agehdarî pir caran li ser rêkeft, roj û deman di koçkê de têne belav kirin.


Em her hewil didin Koçkê rêkûpêkî û baş bi rêve bibin. Me li gor hewcedariya rewşa Paltalkê hin biryar ji rêvebirina Koçkê re çêkirine û em li ser wan biryaran rêvebirinê dikin.

Ew kesên xewnan dibînin ko rojekê baş hînî zimanê xwe bibin dikarin bi alikariya xebata KZK-ê bigehin xewnên xwe. Em dikarin li vir we piştrast bikin ko hemî kes dikarin gelek tiştên baş di KZK-ê de hîn bibin û mifayî jê werbigirin.

Ji kerema xwe vê daxuyaniyê(agehdaiyê) bi nêzîkên xwe re jî bigehîne!

Amadebûna we dê cihê dilxweşiya me be. Hûn bi xêr bihên bo KZK-ê.

Bo her têkeliyekê(peywendiyekê) di gel KZK-ê: eledar@online.no


Bi silavên dostaniyê
Berpirsê KZK-ê û xizmetkarê zimanê kurdî

Elind Darvîn









 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE