|
Jina ejderhayan
Ferîd Xan
ferithan@hotmail.de
1.
"Zilam cemed e, xinzîr e, ne dilsoz e... Zilam
hukumkar, zilimkar û tecawizkar e...
Zilam xwediyê derewên hazir, xwediyê hêza
serdest e û hertim xwe mêrê çil hûriyên bihuştê
dibîne."
Ev gotin ne yên min, yên jinan bûn. Gotinên min
ên li ser zilêm ji yên jinan cûdatirbûn: Zilam
kêr e, şûr e, bela ye... zilam xurûr e, hêz e,
merhamet e... zilam kujer e, qurban e, leheng
e... zilam nanê sibê, çira êvarê û vemirkarê
çira dahatûyê ye...
Min jî berê weke we digot, "Çawa jinên baş û
nebaş hene ewha jî zilamên baş û nebaş hene." Lê
dema min dît ku her cûre zilam xwe hukumdar û
serdestê jinê dibîne û bi vî binhişî dijî, min
gotinên jinan jî li gotinên xwe zêde kirin. Ev
zalimbûna zilêm, ev rojê sed car zilimkirina li
jinê êdî bûye GENek ji GENnên zilam. Tirsa ji
zilêm jî bûye GENek ji GENên jinan.
Lewre li vê cîhanê zilêm ji roja pêşî ve jin
weke parçeyek erd ji xwe re hisab kiriye. Çawa
xwestiye, wisa ev erd cot kiriye. Çi xwestiye ku
li vî erdî biajo, ew ajotiye. Ji ber vê yekê jî,
karekter, stîl, xweşikî, zewq, mahde û
lixwekirina jinan, li gora zewqa zilêm organîze
bûye.
Jinan çi wextî xwestibe ku ji rola xwe ya "Lawira
Zayînê û Lawira Xizmetkariyê" derkeve, wî çaxî
rastî êrişa zilêm hatiye û mejbûr maye ku di
mala qederê de jiyana xwe bixwe. Di sedsal û
çend hezar salên beriya zayînê de zilam çi zilmî
li jinê kiriye baş nayê zanîn. Lê di hinek
serdemên piştî zayînê de bi taybetî li rojhilata
navîn, zilam ji bo jinan bike "lawirên herî
kedîkirî" têlên dengên wan qetandiye û ew bê
ziman hiştiye. Weke tê zanîn, li rojava jî di
Serdema Navîn de jin mîna "Hevalbendên Şeytên"
hatine sûcdarkirin û bi şewitandinê hatine
cezakirin. Jixwe piştî avabûna olên semawî jin
bi temamî weke "Mirova Şeytên" hatiye dîtin û
binavkirin. Mûsayê Pêxember jinê di asta mirov
-yanî di asta zilêm- de nepejirandiye. Îsayê
Nasiranî jin xeter dîtine û ji wan tirsiyaye.
Muhemmedê mêrê 13 jinan, di xutbeya
xatirxwestinê, beşa mafê jinan de wiha gotiye: "Ey
Mirov(!) Ez pêşniyarî we dikim ku hûn mafên
jinan li ber çavan bigirin û di vê derbarê de ji
xwedê bitirsin. We jin weke emanet ji xwedê
wergirtin. We bi navê xwedê sond xwar û namûs û
şerefa wan li xwe helal kir. Mafên we li ser wan,
mafên wan jî li ser we hene. Mafên we yên li ser
jinan; divê ew nehêlin namûs û şerefa malbata we
ji aliyê kesekî din ve bê binpêkirin. Ger ew
kesekî ku hûn jê nerazîbin, bê destûra we
bigirin mala we hûn dikarin hinekî li wan bixin
û wan bitirsînin. Mafên jinan jî li ser we; divê
hûn hemû pêdiviyên wan ên meşrû, xwarin û
lixwekirina ku li gorî urf û adetan be, ji wan
re peydah bikin."
2.
Belê pêximberê me yê mezin Muhemmed gotiye, "...hûn
dikarin li jinan bixînin" û ev hezar û çarsed
sal in em bi destûra resûlê xwedê li jinan
dixînin. Ew kesekî ku em jê nerazî bin negirin
mala me jî, em li wan dixînin. Ew li gora urf û
adetan lixwe bikin jî li xwe nekin jî em li wan
dixînin. Pêdiviya wan a herî meşrû zilamtiya me
û boxetiya me ye! Ger ji derveyî vê pêdiviyê ew
pêdivî bi pêdiviyek din bibînin em li wan
dixînin. Mafê wan li ser me heye ku em ji aşxana
wan re zexîrê peydah bikin, mafê me jî li ser
wan heye ku ew zexîreya me ji wan re peydah kir
rojê herî kêm sê danan bibe xwarina zilaman û bê
ser sifreya me. Ger xwê di xwarina wan de kêm û
zêde be, em li wan dixînin.
Me ew weke emanet ji xwedê wergirtin e, ne weke
şirîkên jiyanê û mirov! Ger ew carnan bi şaşîtî
be jî, vê emanetbûna xwe ji bîr ve bikin û xwe
li gel me weke mirov hisab bikin, wî wextî em
mejbûr dimînin ku li wan bixînin.
Piştî evqas lêxistinan, em bêjin ew jî qehirîn û
namûs û şerefa malbata me binpê kirin... Heywax!!!
Êdî em li wan naxînin. Na.
Ma lêxistin dikare namûs û şerefê ji bin pê
derîne?
Ger em bikaribin li hemberî vê bênamûsiya wan
hinekî bêhna xwe bigirin û ji nişka ve wan nedin
ber xenceran, em di bêhnfrehiyê de serî li van
rêbazan didin:
Ku em zilamê wê bin û wexta me nebe ji bo
biryara bav, meclîsa malbatê, zagonên eşîret û
şerîetê, em hema germa germ dev û pozê wê
jêdikin û wê weke îbret li nava taxê digerînin.
Divê herkes bibîne bê kêra namûs û şerefa me
çiqas tûj û bêînsaf e.
Cîranên me yên taxê ji vê rêbazê re dibêjin, "Dev
û pozê qehpikê jêkirin û ew kirin îbret!"
Ku em birayê wê bin û cezakirina wê bikeve ser
milê me, divê em li benda biryara bav û meclîsa
malbatê bisekinin. Di vê rewşê de mafê me yê
axaftinê nîn e. Em bi tenê, serê xwe dikin ber
xwe û xwe ji kujeriyê re, xwe ji kujeriya xwuşk,
dayîk an jî bûka xwe re amade dikin. Piştî
biryara meclîsa malbatê, bavê me çekek dide
destê me. Em wê çekê digirin, bê ku tiştekî
bipirsin an jî biaxifin, bi dû goriya xwe
dikevin. Di bîsta ku me ew zeftkir de em wê
dikujin. Divê herkes bizanîbe ku malbata me hîn
malbat e û namûs û şerafa xwe di bin piyê kesekî
de nahêle.
Şêniyên navçeya me ji vê rêbazê re dibêjin "Helal
be! Mêrka namûsa xwe bi destê xwe paqij kirin"
Ku em eşîrbin û hîn li ser urf, adet û ola xwe
mabin, divê em dadgeheke ku biryara wê ji berê
de amadeye, lidarxînin. Ji ber ku biryar ji
bavên berê de tê zanîn, hema em çend xort
radihêjin tevr û bêran û çaleke dikolin. Heta
çala şerîetê bê kolandin jixwe misilmanên ku
bixwazin xêr li xêra xwe zêde bikin, hay ji
cezakirinê çêdibin û bi coşeke mezin ev misilman
li ser çalê kom dibin. Dadgeh torbeyek dike serê
tewanbar û tewambarê tîne dike çalê. Serê wê yê
di torbe de li der dimîne, wekî din di çalê de
tê asêkirin. Kevira yekemîn mêrê wê, bavê wê an
jî birayê wê diavêje. Pişt re êdî mîna şahiyek,
kevirbarana misilmanan destpê dike. Kevirên pirr
mezin ku di carekê de wê bikujin qedexe ne,
nayên avêtin. Divê ew bi kevirên ne mezin û ne
jî pirr piçûk, hêdî hêdî di xwînê de bimewije û
bi ezabeke mezin were kuştin.
Eşîrên bajarê me ji vê rêbazê re dibêjin "Destê
mêrka saxbe! Qehpikê li gora urf, adet û ola me
recm kirin û namûs û şerefa eşîra xwe parastin."
3.
Em mirovên rojhilat, misilman, gundî, hejar,
eşîr û feodal, ji bavên berê de wisa li jinan
dixînin.
Pişt re (bêtir li rojava) zilamên me yên bajarî
û pêşverû radibin me şermezar dikin. Dibêjin hûn
ji jinan fêm nakin.
Hûn nizanin li wan bixînin.
"Mêzekin" dibêjin "Her jinek dixwaze rojê
diyariyek jê re were pêşkêşkirin. Rihê jinê
lawira herî birçî ye. Li cîhanê bi tena serê xwe
ti zilamekî nikare vê rihê birçî tatmîn bike.
Diyariyên ku jin dixwazin ti carî li cem
zilamekî nayên dîtin. Yanî jinek dikare bi gula
yekem ya zilam şa bibe, ku heman zilamî gula
duyemîn pêşkêşî wê kir êdî ew şa nabe. Lewre wê
carekî şabûn ji wî zilamî wergirtiye, êdî ew li
benda şabûneke ku ji zilamekî din bê disekine."
"Zilamê yekemîn qedera jinê ye. Yanî ji bo jinê
surprîz nîne. Hemû jin baş dizanin ku wê rojek
bizewicin û bi mêrekî re şabibin. Xem û surprîza
xas ji bo jinê, mêrê duyemîn e. Hemû jin bi
heyecaneke mezin li mêrê duyemîn difikirin. Mêrê
duyemîn xewna jinê ye. Jixwe jina ku gîhîşt vê
xewna xwe êdî pêşî lê nayê girtin."
Yanî li gora vî teoriya van zilaman hemû jin
qehp in. Lewre jî divê ew weke metayek bêne
bikaranîn û dema zuha bûn bêne avêtin. Jixwe
roja îro em dibînin bi mîlyonan jin, di
televîzyon, rojname, reklam û kovarên magazînê
de û dîsa di dîsko, clûb û kerxaneyan de çawa
bûne qurbana hiş û feraseta zilamê modern.
Rast e, mirovên rojhilat, gundî, hejar, oldar û
eşîr weke wan ji jinan fêm nakin û lewre jî
nizanin weke wan li jinan bixînin.
Ev zilam bi rêbazên modern li jinan dixînin.
Mesela, şûşê dikin vagîna jinan û tê de dişkînin.
Bi pûroya xwe ya vêxistî serê çiçikê jinan
dişewitînin. Di odeyên taybet yên otel,
otogalerî û clûban de jinan li kelepçê dixin,
canê wan didin ber qamçiyan û tecawizî wan dikin.
Bi mohrên xwe yên xweser vagîna an jî paqên
jinan dax dikin. Di dema bihevşabûnê de bi sîle
û kulmiskan li jinan didin û encax bi wî awayî
pişta xwe tînin. Di bîsta ku orgazm dibin de
qevdek porê jinan ji binî ve radikin. Pirrî wan
di jiyana xwe ya rojane de û li pêşberî mirovên
din gelekî mirovên normal in, lê li pêşberî
jinên ku pêre razên, pîskopat û seksopat in.
Çawa li rojhilat jinên ku namûsa zilamekî binpê
bikin têne recmkirin û kuştin, li rojava jî,
jinên ku rûmet û îradeya zilamekî binpê bikin,
bi rêbazên gelek balkêş têne cezakirin û kuştin.
Mesela zilam ji hevala xwe an jî ji jina xwe
gelek aciz bûye, divê derbekî baş lê bide.
Radibe li ser navê jinikê krediyek giran ji
bankê dikişîne û wî pereyî winda dike. Êdî jinik
(ger piştî bûyerê xwe nekuje) divê heta dawiya
jiyana xwe di kerxane û karxaneyan de bixebite û
deynê bankê bide.
Cîranên me yên Alman ji vê rêbazê re dibêjin "Êş
û cezayê kar yê muebbetê"
Em bêjin zilam mirovekî çîna navîn e. Kar û
maeşekî wî yê baş heye. Ji ber ku egoîst û
mekrûh bûye, jina wî dev jê berdaye. Bîst sal in
di buroyê de kar dike. Qûna wî mezin bûye, zik
lê werimiye û por li serî lawaz bûye û weşyaye.
Ev zilamên Alman diçin ji Tayland, Malezya,
Komara Domînîk an jî ji Brezîlya jineke melez,
esmer, lihevhatî û ciwan ji xwe re tênin. Jina
ku bi vê awayê ji welatê hejar hat, piştî ku
karê xwe li Almanya mezbût kir, mehdê wê ji wî
zilamî nexweşik dixele û dest bi xapandina
zilamê xwe dike. Ev jin pêrgalî xortên liserxwe
yên Alman, Îtalî, Ereb, Kurd, Tirk û Afrîkiyan
dibin û zilamî xwe î nexwşik dixapînin. Rojek ji
rojan zilamê wî êdî hew serî bi jina xwe ya
xweşik re dikişîne. Ku tirsonek nebe radibe xwe
dikuje diçe goristanê, tirsonekbe jina xwe
dikuje, dikeve zindanê.
Almanya ji vê rêbazê re dibêje "Divê herkes di
têkiliyên civakî de pêwîstiyê bide diyaloga
çandên cûda. Biyanî di warê entegrasyonê de ne
jêhatîne!"
Em bêjin zilam karsazekî ne zêde mezin e. Lê
salawextekî, 40-50 hezar euro pere qezenc dike.
Du, an jî sê zarokên wî û jineke wî ya ku êdî jê
aciz bûye heye. Malekî wî ya mistaqil û du
wesayitên wî hene. Malbatekî standart a ewropî
saz kiriye û di hal û hemdê xwe de dijî. Yazdeh
heyvên di kar û bar û têkiliyên civakî de ev
zilam mirovekî sosyal, hemdem, belkî oldar û
nîzamperest e. Hemû tişt ji navê derkeve, 10
hezar euro perê wî û jina wî ji bo ger û tehtîlê
dimîne. Zilam bi 5 hezar euroyî jin û zarokên
xwe du hefteyan dişîne welatekî xwedî derya û
deverên tûrîstîk. Ew jî tevli tûrekî dibe (êdî
ji çend kesan pêk bê) diçe Kûba, Taîwan, Malezya
an jî Hîndîstanê. Li van welatan, bazirganên
fihûşê û grûpên qewatan, ji van zilamên Ewropî
re keçikên ku temenên wan di navebra 9 û 18an de
ne peydah dikin. Ev zilamî ewropî ku li welatê
xwe xwedî jin, zarok, ol, nîzama civakî û nirxên
malbatî ye, li welatekî ji van welatan dibe
subyankarekî bêwijdan û tecawizî keçên 10 salî
dike. Jina wî jî di heman wextî de li welatên
wekî Tirkiye, Misir, Yewnanîstan, Tûnis an jî
Mallorcayê xortên ji xwe cantir yên esmer û
bejinbilind ber dide ser bedena xwe ya zer, zuha
û pîr. Pîştî du hefte an jî heyvekî, malbat dîsa
vedigere welatê xwe û di binê heman banî de,
weke ku qet tiştekî awarte nebûbe, bi
disîplîneke mezin dest bi sala nû dike.
Ewropa ji vê rêbaza jiyanê re tiştek nabêje, lê
cîhan ji vê bênamûsiyê re dibêje, "Ewropî û
Emerîkî, li rojava aramî û aşitî, li cîhanê şer
û pevçûnê saz dikin. Li rojava maf û nirxên
mirov diparêzin, li cîhanê heta ji wan tê mafan
bin pê dikin û tecawizî nirxên mirovayetiyê
dikin"
4.
"Min xewnek dît, ejderhayek ez girtim nava
pencên xwe û ez birim. Ez bi sawa mirinê ketim.
Bîsta ku min got êdî ew ê min bixwe, çavên min
li penîsê ejderha ket. Min penîsê wî girt destê
xwe û ez pê mijiyam. Dema pişta ejderha hat, ew
bû zilamekî normal. Wî ez nexwarim û bê ku ti
zirarek bide min dev ji min berda û çû"
Ev xewna Lîla ye. Lîla Gashke, serê sibê ji xew
şiyar bû û vê xewna xwe ji min re got. Ez serê
wê sibeyê bi tenê şaşobaşo bûm û min ji Lîla re
ti tiştekî negot. Lê ev nivîs ji xewna Lîla za.
Herçiqas min hîn jî jêre negotibe; Lîla, tu jî
di navê de hun hemû jin bi ejderhayan re dijîn.
Em bavê we, kurê we, birayê we, tî yê we û mêrê
we ne. Em ejderha ne. Ew ejderhayê di xewna te
de ne em. Hay ji xwe hebin... hay ji xwe hebin.
11/2006/Essen
|