|
|
|
Semînera Salvegera 60.
a Mahabadê a Kurd |
| |
Stenbol-
Semînera Salvegera 60. a Komara Mahabadê a Kurd,
li avahiya Weqfa Çand û Lêkolînî ya Kurdî (KÜRT-KAV)
de, bi pêşkişiya Prof. Dr. Ebas Welî hate
lidarxistin. Di Semînera Mahabadê ku roja 22ê
Çileya Paşînê saat di 13.00an hate çêkirin, nêzî
85 rewşenbîrên bijare yên kurd beşdar bibûn.
Semîner, bi axaftina serokê weqfê Mehmet Celal
Baykara destpêkir. Baykara di axaftina xwe de bi
kurtî li ser rewşa damezrandin û hilweşandina
Komara Mahabadê rawestiya û her weha birêz Ebas
Welî jî ji beşdaran re da nasandin. Piştî
axaftina Baykara, temaşekirina slaytê ku ji alî
Uzeyîr Avci ve hatibû amadekirin, destpêkir.
Slayta Mahabadê, ji beriya damezrandina Mahabadê
hetanî hilweşandina wê û her weha îdamkirina
Qazî Mihemed û hevalên wî bi awayekî dokumenterî
radixist ber çavan.
Piştî temaşekirina slaytê Prof. Dr. Ebas Welî
dest bi axaftina xwe kir. Semîner, ji du beşan
pêkhatibû. Di beşê yekemîn de bîrêz Welî, bi
gelek fîrehî sedemên damezrandin û hilweşandina
Komara Mahabadê; têkiliyên siyasî û aborî yên wê
demê; rewşa sosyolojîk ya Îran û Azerbeycan û
Kurdistanê; rewşa Yekîtiya Sowyetan û Amrîka û
Îngilîstanê; têkîliyên Qazî Mihemed yên bi
aşîretan û yên bi Mele Mistefa Barzanî re û her
weha têkiliyên bi Azeriyan re şirove kir. Bîrêz
Welî, di beşê duyemîn de jî pirsên beşdaran
bersivdan.
Semînera Salvegera 60. a Komara Mahabadê a Kurd,
nêzî çar saeatan domkir. Birêz Welî, bi baldarî
hate guhdarîkirin. Beşdarên semînerê, ne tenê ji
rewşa Mahabadê ya wê demê, her weha rewşa îroj
ya Îran û Kurdistana Îranê jî agahdarî wergirtin.
|
|
|
|
ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi
navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê
naveroka nivîsa xwe ye!
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
 |
|
|
|
|
|
|
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
| |
|