rojava@rojava.net

 
   


Di bihna pirteqalan de

rojava.net 22.12.2005

 



 
Xelat Ehmed



bê hedan
tenê di şevê de, kûr dibim
ji tenahiyê dûrtir
bîranînên gezo di bihna birteqalan de şiyar in
wextê kerik û xweziyên şîranokî xwe li sozên nexwendî digirin
û ez, li hejîroka hewşa buhurî.

Wek lehiyê di ber te re derbas bûm
Kenê çavên te bi min re hat
Û sihikên te yên di dengê min de mayîn
têra bêrîkirna vê êvarê jî dikin.

Ez û tu
Di bin baranê de nemeşiyan
Ne jî te destê xwe di newqa min re anî
Tava wê sibehê dilê te soja min
Û ez
Ji sînorên te rakişiyam.

Bajar şopên min di rêkên xwe de dibe xwar
Çivîk bi lez buhrînên min ji dara rehit re dibêjin
û jibîr dikin.
Wek min ji te re gotî
Ne me hev dît
Û ne jî hembêzkirin
hînî hêzbûna zendên me bû.


Zendên xwe di newqa şevê re bîne
Ji xewna xwe newe xwar
Gulên tu her sibeh jê çêdibî
Çerxa xwe di heyamê min de dibin serî
Navê te dikele min
Careke din li min bizîvire
Û mîna çiqilekî têr ber
Bi ser min de were xwar
Û pirteqalekê
bi ser şevê de bigindirîne.


 

 


 


المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
 

 
Kurdi
Kurmancî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

têkilî

 عربي

Deutsch

English

Swedish

Hevgirtin