|
Mehmûd Badilî
Bombe
Li vêderê...
li wir,
ji dûr
ji nêzîk,
Dema bombeyek diteqe
hezarên bombeyan ...
di kûrbûna dilê min de
diteqin,
bêdengiya giyan kirêt dikin.
Wiha . .
narîna dûmanê
disûrike damarê aso
Jiyan vedirşe,
girî û jan
Dilerizim
li ber pêlên xweliyê
Bêhna asîdê difûre
şilêr diponije
kurm û kêz
kişweran ava dikin
di hinavê daran de
Zemîn,
di taya darbesta xwe de
neqilîskan dijmêre
Tajanê bahozê
li her aliyan
dêmê berbangê maç dike
û dengê bombeyan
di guhê min de ye
gêjdibim,
digevcilim . . .
Çawa şîrava xwêdana me
dibe
bombe
û
bi me de
diteqe.
-----------------------
Sîng
1
Sînga xwe berde
berde ji wan bestbendikan
kêlîkê tenê berde
da destê bayê azadiyê
û çiçikên te
bi hev re bilîzin.
2
Sînga xwe berde
dê bera pinpinîk
li asoya wan bifirin
û zarokên rewal
li ser bêhna wan
razên û şiyarbin
Kêlîkî tenê berde
da sitêrkên rengenaz
tev pakrewanê avdarê
di bin sîbera wan de bilîsin.
3
Sînga xwe berde
berde ji nermbayê sipîdê re
ji xewek şêrîn re
ji stiraneke naz re
Aso tî ye:xanima min
û bahoza çaxê dev ji heve
Dê ta kengî?
emê bi kurkê şevê
kulên dilê xwe binuxumînin.
4
Sînga xwe berde
kezeba ewran dişewite
qitikên beyaran derbederin
li her warî...
li wêranê dil
hîna nêcîrvanê xewna,
xefkê jariyê vedidin
û şîlaqa çavê xweliyê dirêsin.
5
Sînga xwe berde
dê kelkela pêsîrên eşqê
tîrêjan bipejilînin
xêz
bi xêz
mîna şîravê
dilop...
dilop
li qeşaya can
bihêwirin.
6
Sînga xwe berde
çi li gundan
çi li bajaran
li her kuçeyên gerdûnê
Dibe
ku ronahî biherike
lêvên tarîtiyê
bi sîha xwe ve
daliqin.
Dîwarên eşkenciyê
perçe perçe,biherifin
Çirîskên çiçikan
ji toza awirên riziyayî
bên vemaliştin
Çirîskên sibehî
hûr...hûr
dawerivin paxila bendewariy.
Li ser
stiranek
xweş
vehêsin.
7
Sînga xwe berde
berde dilê kolanan
kolanên me,
xemgînin
Xopanê bajaran
kêfa xwe
bikartînin
kolanên jar,
û (. . . . . . .),
qirêja
pêlavan
di-alêsin.
-----------------------
Tewşî
Pixêrîk germe
t'ê çayekê vexwe
Erê .. erê ..
xweşe çayê ji destê te
"pêre peyalek maç
ji şîrava du lêvên te"
Divê ez rabim
îroj gêzma pêçiya ne
derbederên çiçikên te.
Sînga te..
hêlîna sêwiyên weke min e
ku li ber dergehan
penaber digerin
û
evîn,
di penaberiya xwe de
neyînê dihejîne,
Nebûn di hundirê xwe de
li xwe
li min
li te
li hevalekî digere
û ez bi kevçiyê leylanê
şîrava maçên te
dilop..dilop ji pêjna te
werdigirim û dihijmêrim …!
Pixêrîk germe
çaya te ne keliya
"Divê ez rabim"
yan kumê xwe xwar bikim
li ber zeriya poşmaniyê
Sibeh derenge
şev zîzbûye:xanima min
şev,
li te
li xwe
li min geriya
Dê biçêre şevê biçêre
biçêre
di zeviya
tewşiya min de.
Berbang nayê
naxuşe mêlakên min
''Divê min qehwe bixwesta"
Av...
Xak...
Gerdûn...
nizanim ji bo çi na kelin
û
ken
ji
çavên te
dê kengî
bibare..
yan,
na bare.
Pixêrîk germe:Farona min
û
dostê te
jandar e.
--------------------------
Tewşiya çaxê
Çem,
nerxê çaxê dinasî,
loma her kêlîkê
zirav… zirav
fireh... fireh
ji serî ta binî
xwe diguhêze.
Tîrêjên ronahiyê
nimêj dikin
ji hêza tavê re
Heyv ji çelengiya xwe hezdike
û em koletiyê dikin
ji pendên ku rist bûne
li rûçikên dema berê.
Derya azarên xwe,
bi kopalê kora qamdikin
Em ji xwe,
ji hev bazdidin
Pêlavên qetiyayî dihijmêrin
tev kêlên bê nav
li ser girê zêr û paxiran.
Gelek caran,
sipîbûn tevleşî
can û laşê me dibe
ne me dirêse
ne carekê
em wê dirêsin.
Hêrsa me ji çoga xwe dinale
dema em xwe hildigrin
buxçik dirûxe
dîsa, em vedgerin paş
kaş, gewdê me dike palgeh
Wiha...
sermestî dilîze
di kezeba pêkên me de
Li heriya şevan
diçerixin
Li pey mêjina rewrewkê dibezin.
Kêra demê
li ser stûyê berbangê
Katjimêr,
qevda dest gez dike
Pêçî
dirapelikin movkên ba
Mij regezên laş dorpêç dike
Rojnameya dardakirî
bi dîwarê bêdengiyê ve
dikuxe..
dipeke..
hildiweşe,
kaxez
kaxez
jimar bi jimar
roj li pey rojê
di himêza jariyê de
diqijqije
jibîr dibe
Hêsirê pendan
digindirin
ser dêmê heymanê
Baweşkên çilapekên baranê
eniya sipîdê radimîsin
Şevnem hildipişke
guliyên genim
tev kulîlkên kundir
dipelmişin
Newal sînga xwe vedike
ji koma zixuran re
zixur bela dibin
dipengizin çavê tariyê.
Rojname sergêje
Xulik serxweşe bi xulikê
di sînga hûrdemê de
zemberek destê xwe
dirêjdike navrana wê
buxçeya me dilewlije
Dîsa bobelat
Dîsa dilêşî...
sûrikî hinavê hiziran
Serdem,
bi kindira bayê bertavan ve
xwe dadilqîne
Û….
tewşî
Hîna hilperkê
kedîdike
Û…
jibîrî
di dilê me de
nalîse...
nalîse.
mbdili3@hotmail.com
|