Avdarnameyek
vekirî:
Ji
îna mezin heta bi
xwîna mezin
ji „Kurdekî avdarî re“ ku haha „teqîna petrîşokan“ di
rûyên bi dizî de,
dixwîne
ji „Ibrahîm Mehmûd“ re
(1/2)
Hoşeng
Broka
Ibrahîm
Mehmûd navekî ji navên „bi Kurdî“, yên bê westan e, ku wek „Kurdekî
Xwedê“, li seranserî ezmûneya xwe ya dahênan e, ku ji (25 salan) û
wêdetir e, hewl daye ku bi zimanekî din (bi Erebî ku zimanê cihekî
din, aliyekî din, pirtûkeke din, û nimêjeke din e), ber bi navê xwe
yê bi Kurdî, cihê xwe yê bi Kurdî, aliyê xwe, nimêja xwe, êşa xwe,
„Qamişloka xwîna xwe“, „îna xwîna xwe“, „12ê avdara xwe“ û Xwedayê
xwe yên bi Kurdî ve, biçe.
Bê guman
pirs li vir (ji bo min bi kêmanî), ne ew e, ku çima Ibrahîm Mehmûd
bi zimanekî din, ku ne zimanê kewên wî ye, dest bi nivîsandina xwîna
xwe ya bi Kurdî û vegotina dengûbasên wê kiriye?
Herçiqasî ku I. Mehmûd berî „12ê Avdarê“(ku ji înê heta bi înê û ji
xwînê heta bi xwînê bû) navê êşa xwe ya bi Kurdî, li bîra zimanê
Erebî û bîra pirtûkên şêxên wî, ku hîn zimanê rabûn û rûniştina
Xwedayekî din e, anî be jî;
herçiqasî ku ew berî „îna xwînê“, ku xurû bi Kurdî, her tişt dibir
eşkerekirinê: xwîn eşkere bû, dest eşkere bûn, pirtûk eşkere bûn,
pênûs eşkere bûn, civîn, mase û biryar eşkere bûn, cih eşkere bû,
dem eşkere bû, în eşkere bû, avdar eşkere bû, Qamişlo bi qasî Şamê,
leystika fotbolê bi qasî leystika generalan, Kurd bi qasî
„ne-Kurdan“, helwest bi qasî „ne-helwestan“, layangir biqasî
„ne-layangiran“, mezin bi qasî „ne-mezinan“, pêxember bi qasî
„ne-pêxemberan“ û Xwedê jî bi qasî „ne-Xwedêyan“, tev ji Qamişlo
heta bi Qamişlo (û Hawaro jî baş dizane), diçûn eşkerekirinê;
herçiqasî ku I. Mehmûd berî „Qamişloka xwînê“, bi
zimanekî eşkere, ku zimanê dengûbasên alî û Xwedayekî eşkere ye,
eşkere, nav di xwîna xwe, ya bi Kurdî de, dabe jî (bi taybetî piştî
derçûna herdu pirtûkên wî
„الكرد
في مهب التاريخ& صورة الأكراد عربيا بعد حرب الخليج“
ku bi zimanê Erebî, pirseke mezin ,ku xurû, bê guman
wek alî, bi Kurdî bû, arasteyî rewşenbîrî , nivîskarî û
siyasetmedariya bi Erebî kir) lê dîsa jî mirov dikare „12ê avdarê“
wek eşkeretirîn û rasteqîntirîn navnîşana Ibrahîm Mehmûd, yê bi
Kurdî (û pê re, bê guman, ji aliyê „îna xwînê“ bi xwe, çend navên
din, wek Ibrahîm Alyûsif, Mişel Temo û hinekî din, yên ku wek
zimanhalê bi Kurdî, yê wê xwîna mezin, Qamişlo ew êşkere kirin, û bi
me jî dan selimandin), bê dudilî, li qelem bide.
Paş
qonaxa „12ê avdarê“ ku eşkere Qamişlo got, herwekî çawa ku Qamişlo
jî tiliyên xwe, eşkere, ber bi der û hundirê xwe, ber bi yar û
neyarên xwe, ber bi serhildêr û „dawhildêrên“ xwe û ber bi xweragir
û „xwe-ji-holê-birên“ xwe ve kir, êdî Qamişlo nema Qamişloka berê
ma.
Li gora
vî mentiqê “Qamişlokiyane”, ku bi qasî ku „în“ û xwîn mezin hatin;
bi qasî ku gulle û kemîn fereh û eşkere hatin, ewqasî jî Qamişlo bi
Kurdî eşkere çû navê xwe, eşkere çu bîra xwe, eşkere çû birîna xwe û
eşkere jî çû nimêja aliyên xwe, li gora vî mentiqî, pêwîst bû her
tişt û her kes, mîna îna xwîna Qamişlokê, eşkere li navê xwe, mikur
bihate.
Paş ku
Qamişlo navên heta hetayê zirmezin, sirûdên heta hetayê zirmezin,
peykerên heta hetayê zirmezin û biryarên paytextên heta hetayê
zirmezin, eşkere mîna berê demançeya „Selîm Kebûl“, tazî kirin, êdî
„sercilik“ û „bincilik“, „yên di ronahiyê“ û „yên di tariyê“ de, û
yên „li hundir“ û „yên li der“, wek hev çûn eşkerekirinê, û bi vî
awayî(li gora vî mentiqê, ku rê Qamişlo û Qamişlo diçûyê, û her tişt
û her kes mîna „12ê Avdarê“, dibir binavkirinê) çu pêwîstî û behane
ji „bi-dizî-xwedîkirina navan“, „bi-dizî-hildana navan“ yan
„daxistina“ wan, „bi-dizî-mezinkirina navan“, yan „biçûkkirina“ wan
„bi-dizî-lidarxistina navan“, „bi-dizî-mizdana navan“,
„bi-dizî-gunehbarkirina navan“, „bi-dizî-binpêkirina navan“,
„bi-dizî-welatperwerkirina navan“ yan „xinizkirina“ wan, û
„bi-dizî-azadkirina navan“ yan jî „dîlkirina“ wan re, nema.
Ji „îna
xwînê“ û vir de, mijara nirxandina „bûyerên 12ê Avdarê“ û pêwîstiya
cudakirina „sipî“ ji „reş“, „helwestgirtin“ ji „helwestcûtinê“,
„Qamişlo“, ji „Şamê“, „general Hawar“ ji „general Kebûl“, û „destên
ku diçûn gulan“ ji „destên ku diçûn gulleyan“, ji Ibrahîm Mehmûd re,
ku bi kurdiyeke xurû û eşkere, ji „îna eşkere“ heta bi „xwîna
eşkere“, navê xwe „Qamişlo û Qamişlo“ eşkere dada, bûye „êşek ji
nivîsandinê û wêdetir “ , ku wek „Kurdekî Avdarî“, ne dikare
daqulpîne û ne jî dikare lê temaşe bike, di heman wexta ku heman
„12ê Avdarê û dorûberên wê“, rojane bîst û çar kathejmêran, bê
navber, bi zanebûn yan jî bê wê, tê daqulpandin û dibe „ya rojekê ji
rojan“ yan jî ya wexta „hebû nebû, tiştek ji Xwedê mezintir nebû“.
Ji bo
zeftkirina mijarê û dehfdana wê ber bi „avdariya“ Ibrahîm Mehmûd
ve(wek nimûne), ku ew wek „Kurdekî avdarî“ çû xwe-, Qamişlo-, avdar-
,în- û xwînnivîsandinê, ez dê gotarên bi Erebî (û ew jî pir in), ku
Ibrahîm Mehmûd, di wan de, aliyê xwe yê bi Kurdî bi aliyên din yên
„ne-Kurdî“ yan jî „dij-bi-Kurdî“ re, û herweha aliyê „Qamişlo“ bi
aliyê „Şamê“ re, bi hev re dane guftûgokirin, li rexekî bihêlin.
Di du
gotarên xwe yên xurû bi Kurdî de (dibe ku ev jî bersivek yan
„şeqamek“ yan jî „poçeke“ kurt û kurmancî be ji hin „nivîsbarên“ ku
Kurdî ji bo xwe kirine qamçiyê „kurdewerî“ û „welatperweriyê“ û haha
nivîskarên kurd yên ku bi zimanên din „yên xerîb“ diçin
xwederbirînê, pê celd dikin), di wan herdu „êşnameyan“ de: „Dûrî
diruşman, nêzîkî riyalîtê, Nameyek ji bo kongreya
HRKRD/Rojava.net, 04.10.05“ & „wê rojekê ji rojan, Avestakurd.net,
hj 93“, Ibrahîm Mehmûd, bi êşeke eşkere, xwe yê eşkere, wan „yên bi
dizî“, me( çi wek xwendin çi jî wek nivîsandin), yên „ne bi dizî û
ne jî eşkere“ û „avdara xwîna eşkere, rû bi rû, pêşberî çend pirsên
eşkere, dike.
Di
„daxwaznameya“ xwe de, ku taybet wek „pîrozbahî“ ji bo kongreya
diwemîn ya HRKRD hatibû hinartin, Ibrahîm Mehmûd(ku bi xwe jî mîna
endamekî rûmetê yê vê hevgirtinê ye) xwe bi „serbilindî wek Kurdekî
avdarî“ li qelem dide, û bi wê „serbilindiya“ eşkere jî li xwe/me
mikur tê, ku ji „12ê Avdarê“ û pê de, wî jî mîna „gelek kesan“, „di
gelek rexan de“, xwe nas kiriye.
Paşê
Ibrahîm Mehmûd, „bi êşeke xurû bi Kurdî“ li Hevgitinê û endamên
kongreya wê ya diwemîn, weha eşkere mikur tê:
Ji ber
ku „12ê avdarê“ Hevgirtin ber bi damezirndinê ve bir, hate
hêvîkirin (li gora daxwaznameyê), ku „ji-nuh-ve-nirxandinek ji wan
„bûyerên ku ji xwînê heta bi xwînê bûn“ wek „nêrîneke giştî“, wêrek
û rewşenbîrane, bihate lidarxistin (jixwe peyrew û programê
Hevgirtinê jî vê yekê diçespîne „Di
derbarê hemû rûdanên li dijî gelê kurd helwestên bêlayane distêne”/
Rêbaza Hevgirtinê).
Di
dawiya „Daxwaznameya“ xwe de, Ibrahîm Mehmûd, dixwaze wek „endamekî
rûmetê yê Hevgirtinê“, bi destekî eşkere û boçûneke eşkeretir, weha
beşdarî kongreya wê ya diwemîn bibe:
„Daxwaza min ku hûn weke nerîneke giştî bi nav bikin, li ser wan
kesên ku xebitîn, û navnîşan bûn, di destpêka 12 ê avdarê de, çimkî
ew tiştekî kirêt e ku bi nav nebin, ez wiha diaxivim çimkî niha weke
êşeke xurû kurdî ye(divê em tim dijmin ji xwe re nekin sedemek), ji
rexên kesin kurd: Nivîskar û bilî wan, dixwazin dîroka 12ê avdarê
beravêtî bikin, bê nav bikin, û ew kesên ku xwe beşdarî wê kirin,
wan tawanbar bikin, û wiha dikin jî , valî walî, divê ev yeka hanê
di gelek cihan û malperan bi nav bibe“
Ev
„Daxwazname“, wek serencama bareyeke eşkere, rê li ber çu mij û
moranan venake, ku xwe, me, yan jî xwediyê xwe, bibe karnevala
çinîna wan.
Ew
„êşanameyeke“ „xurû bi Kurdî“ û eşkere ye, ku (li gora mentiqê wê),
eşkerekirina „12ê avdara mezin“ û „navnîşanên“ wê, û herewha
binavkirina tişt, kes, cih, dem û pirtûkên wexta wê, pêwîst e, ku
cihê eşkeretirîn erkên „berdevk“ û saziyên „li ser navê wê“ bin.
Dibe ku ev „daxwazname“, li ser astên hindek
xwendinan(bi taybetî, piştî xwendina I. Mehmûd ji berhemên hin
nivîskarên Kurd re, ku bi wan hewl da, nêrînên xwe li ser „xwe û
hev-bîrewerkirina bi Kurdî“, derbibire), wek helwesteke kesane, ji
Ibrahîm Mehmûd li dij „antî-Ibrahîm- Mehmûdan“ were şirovekirin yan
jî
famkirin.
Jixwe, Ibrahîm Mehmûd, di wan xwendinan de, çiqasî
rast yan jî şaş çûwibe, ew mijareke din e, dikare ji aliyê rexneyê
ve, vekirî bimîne, tevî ku heta bi vê gavê, ew babet wek dergehekî
ji bo xwe/hevrexnekirinê(bê goman wek deq), wek ku dihate xwestin
nehate qutandin.
Û ya herî trajêdiyane, ku her gava navê I. Mehmûd, yê
wan „xwendinan“, li ser astê „nivîskarî û xwendina bi Kurdî“, tê
lidarxistin, navê wî, wê çaxê/wê trajêdiyê, yan „reş“ yan jî „spî“
ye, yan „dijmin“ yan jî „dost“ e, yan „vala“ yan jî „tijî“ ye, yan
„ne tiştek“ yan jî „ her tişt“ e......htd.
Nivîskariyek yan jî rewşenbîriyeke ku tenê di
pencereya „reş“ yan sipî“, „dijmin“ yan jî „dost“ re, „deqan“ berî
ku eşkere werin xwendin, binirxîne, bi boçûna min, nikare ji „Canda
xalûxwarzêtiyê“ û wêdetir here.
hoshengbroka@hotmail.com
Dûmahî tê..........