H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

22 September 2007 11:52

 

 

 

Ev hezar û çarsed sal in

Xebat Şakir

Li ser sînga welatekî birîndar
Ev hezar û çarsed sal in
Êzingên tunekirina tokê
komdikin,
û
di nav reva agirê kînê de
kirasê sipî şîndikin.

Ev hezar û çarsed sal in
tim birîna lalişê
nûdikin,
û
her û her siwarên tirsê
li geliyê beratan
dibezînin,
û di guhê êzîdxanê de
ayet û fetweyan
dixwînin.

Biaxife,
xaka pîroz, biaxife,
ji şaşikên zilmê re bêje,
ji şûrên hovîtiyê re bêje,
û ji siwarên çirandina
tokê re bêje.

Bêje,
û li pey hev rêzbike,
û bihijmêre,
fermanên tunekirina Êzîdxanê
li ser bedena xaka sor,
Bihjmêre ji wan re bihjmêre,
navên lehengên parastina xirqe
li ser bedena keliha Amedê,
û destana siwarê hedban,
li beriya wêrenşarê,

Li pey hev rêzbike
Navê siwarên bilindkirina ala xîretê
Li nav
Xalta,
Çêlka,
û
hewêra.

Bihjmêre,
destanên xîreta Êzîdxanê
li çiyayê Şingalê bihjmêre,
rêz bike li pey hev,
navê lehengan
yên bi xwînê hatine nivîsandin
li ser dîwarê lalişa kurdî,
bihijmêre navên wan
yên serî dan û sir nedan
li hember Egalên zilmê û
şûrên tunekirina tokê
û balîsokên hilweşandina lalişê
bihjmêre.

Bihimêre,
ji gurên çirandina tokê re bihijmêre,
êrîşên siwarên tirsê
ji bo tunekirina tokê,
li Botan û Serhedê,
Wêranşar û Amedê,
Mêrdîn û Şingalê,
bihjmêre ji wan re,
û di guhê wan biqîre,
biqîre û biqîre û biqîre
bêje,
em neviyên destanan e
û bermayên fermanan e
li çiyê şingalê.
Me naqedînin
tangêrên tunekirina Xirqe
beratên ku we sorkirine bi xwîna me,
tifalên ku digrîn li ser dayikên xwe,
û hawarhawrên daiykan,
li girizêra bi kulik û xirqe,
me naqedînin.

Me naqedînin,
tangêrên tunekirina mirovatiyê li şingalê
û tekbîrên hovîtiyê li musilê,
me naqedînin.

Îro,
Roj tîna xwe dide Êzîdxanê
û siwarên hêviyan
berê xwe didin Şingalê,
gurme gurme lingên çiyan e,
hatin, hawar û hana êzîdxanê,
û Şalûşapikên hewlêr û Silêmaniyê
dibin xelekeke ji agir,
li dora şingala bi xwîn.

Îro li herderê,
kum û kolos dipeyivin,
kiras û tok diqîrin,
û zengilên xîretê
ji bo şingalê lêdixin,
îro,
awaza yekîtiyê
di hestên her şal û şapikekî de
dijene,
û
li ser çardeh perdeyên
tembûra Şingalê
heftê û du ferman diqîrin,
di guhê bêguhan de,
û
li ber def û şibabê,
heştsed tok li dîwana
Elî begê dibin mêvan,
bi horiyan re difrin,
bê xatirxwestin
berê xwe
didin ezman.


20.09.2007 Westestede /Elmanya





 

 

                                                 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

Vegere ...

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1