Paş xwe helalkirin û xwe çengî dojeha ku
buhiştê binav dikin kirin, ku bi bijîvaniya
xwînperestan, bi bijîvaniya rêbazên ne
mirovane, ku xwe di şûna firîşteyan de, li
vê gerdûna bê bînahî, rayên kevneperestiya
xwe bi wî rengê cihêwaz daçikandin e.
Êdî bi berhevdana min paş ragihandina hindek
berpirsyarên fêrmî, ku 3000 mal li Şingalê
herivtin e. Anku bi kêmasî zêdeyî 6000
mirovên bê guneh li çolên bê xwedî, di
himbêza dûpişk û maran de, li kêleka tîbûn,
birçîbûn û sermayê de, bi dengvedanên qîrîn
û birînên biçûkan, di bin çend konên rizyayî
de, ku ew kon jî, ta hindek radeyên bê
xwedîtiyê, bi dest hindekan ji wan nakevin,
bê mal, û bê sitûn in.
Belê zêdeyî 6000 ÊZÎDÎ, 6000 KURD, bûne
cangoriyên wê reseniya xwe, ku serpereştî li
dûv serpereştî cenga xweparastin radestî
asoyên renge reng dikirin û dikin.
Di çarçoveya van 6000 qurbanên wan asoyan
de, dixwazim wate û têgeha vê hejmarê şîrove
bikim.
Dema ku em herivtina 3000 mal berbiçav bikin,
em dê pêrgî hevbeşî û hevbendiya herdû
hejmaran werin.
Di gerdiş û têgeha malbatan de, nemaze di
gerdişa Kurdan de, her mal bi kêmasî xwedî
2, 3-4 zarok in. Di nav Kurdan de hejmareke
pirr kêm heye ku xwedî tenê 2 zarok in.
Li vir dixwazim analîze bikim ku li Şingalê
zêdeyî 6000 Kurd ta vê kêlîkê bê mal in,
anku ew 3000 mal bi kêmasî xwedî malbateke
ku ji 2-4 mirovan hebûn. Îro ew 3000 mal tev
herivtine, tev li çolan duwa û reseniya xwe
bi rêve dibin..
Êdî jixwe hejmara kuştiyan hejmareke seyr û
matmayî ye.
Di ragihandina lêkolîna dawî de, di derbarê
şehîdan de, ta vê kêlîkê zêdyî 800 cangorî,
û 380 birîndar hene, ku Helebçe û Anfaleke
diduwan dikare wisa hesan xwe li qelemê bix
e.
Dema ku em kiriyareke wisa, anku bobelateke
wisa ji hizir, hest û berhevdanên xwe re
biterxînin, anku bi kûrmijûliyeke erkane
bihizrin, bê guman meriv wê bi rengekî
awtomatîkane, xwe bi xal, alav û qad û
panava çare û alîkariyê mijûl bike. Jixwe
tolhildan tiştekî dî ye, tu kesî dabaşa
tolhildanê naniye holê, û tevlîhev e.
Ev stûbara sereke pêdiviye û pêdivîbû ku xwe
li hest, raman, berpirsyarî, û dema
desthilatdariya herêma Kurdistanê bûba, ji
bilî komelgeha Kurd, her çiqas ku hêja ne li
gor destûra madeya 140î de bûn, û ew dorhêl
ne bi ser herêma Kurdistanê ve bûn.
Lê aya Şingal çi komelgeh e, ku wisa hesan
pêrgî xwedîlêderketin û sexbêriyê ne hatin??
Pileya ku Şingal lê rawestiye, dikare xwe li
germaya berhevdanên arîşeyên rojane ku rû
didin têkel bibe??
Di wan rojên hestyar de, anku rojên xwîn,
birçîbûn, qîrîn û beravêtî de,
desthilatdariya herêma Kurdistanê tenê 300
pêşmerge ji bo parastina 350 000 Kurdan
hinartin.
Di dengvedana vê hejmarê de, sawêrekî wisa
tijî ji xirş û çewtî xwe li wêneyên min
pêçan, û wisa ji wî sawêrê min re rave kirin
ku ji sedî sed ev hejmar wê tevlîheviyek,
yan jî şaşiyek xwezayî ya bişkokên
kombiyoter be, û dibe ku xudanê wê
nûçe-ragihandinê nîneke jibîr kiribe, û di
şûna 3000, ewî 300 nivîsandibe.
Lê paş ragihandinên pir alî rêyalîteya ku
wêne, sawêr û raman û hêviyên min
naxwaztibûn pêrgî werin, pêşberî hûrdanînên
min ve hatin, û mixabin tu xirş û çewtî li
ba wî sawêr û wêneyên min nebû. Ew tenê
hizirekî tirsnak ku qet naxwest rêyalîteyê
berbiçav bike bû.
Ta niha tevaya Kurdan bi gelemperî, ew
cangoriyên xwe, „heke ku em xwe ne xapînîn“
çend dergehên derbend û çend asoyên telezge
ji ser serê wan de wergerandin???
Rast e, çend xwepêşandan, çend nerazîbûn, û
çend helwest-diyarkirin hatin holê. Lê ma ev
xelata şîna wan seranser e? „Ta hindek
radeyan“
Ta niha 40 meliyon Kurd, nemaze peyv
bilindên Kurd, li benda çend hawar û
lavlavan, çend xwe di bextkirin, çend biryar,
çend imze û çend Babe Şêxên din in, da ku
stûbara rasteqîne ji dîroka Kurdewariye, ji
radestiyên dubarekirî re bi nav bike???
Ma ev dîrok wê sitûna xwe bi kîjan sirûdê,
bi kîjan lehengiyê daçikîne, da ku belgeyên
hevjînbûn, belgeyên wekheviyê, ji peşerojê
re rêz bike û xwe li ber pirîstên xêrnexwaz
yên pêşerojên pir bigire??
Ma ev zagonên har û dîn, yên firîşteyan e,
ku her pêngav li ser dîroka me bên çespandin,
yan ben û dergehê van zagonan di destên
ademîzadên dilxwestinên takekesane de ne??
Ma pêwiste ku dîrok herdem dubare bibe, da
ku tovên lehengan şaxên xwe vedin, û bibin
cangoriyên sereke, û qada cegerdariyê ku têr
ji ezmûnan raberî newêrekên Kurdiya xwe
bikin, yên ku bi hesanî nav û neteweya xwe
radestî duruşmeyên Alah û Ekber kirin??
Aya hûn dixwazin ku ev serdem, bibe
têkbirina dîrokeke sor û ya dawî, da ku hûn
Kurdatiyê bi serê xwe ve kin, û xwe bikin
pêşew û serdarên tolhildanê, û wisa hesan
tov û biniyada reseniya ku li ser rûpela ye,
ber bi deriya berjewendî û Olî ve
beherikînin???
De dezgeyên xwe yên xêrwaziyê berpêş bikin,
û bi hezarên dolaran diyarî gundan bikin, û
240 textên din yên reş û 4800 pakêtên
tebeşîran diyarî xwendingehan bikin!! Û
Şingal??!
De Medya cîtiyiyên xwe ava bikin! Û Şingal??!
De xwe bi bazirganiya bihîstokên LG mijûl
bikin!! Û Şingal??
De piroje û supermaktên ava bikin! Û Şingal??!
De kazînoyan li Silêmaniyê û bajarên din ava
bikin, û nave Vitaly Kouznetzov li wan bikin!!
Û ŞINGAL ???
22. 09. 07 Elmaniya
Cegersoz@hotmail.de