Eva çend heyvin ewrên reş e neyar li ser
serê Êzdîyan qirçeqirç û xurexurin, Ji
Kurdistana Başûr pey hev nûçeyên nebixêr
derheqa halê Êzdiyan da têne stendin. Berê
bûyarên Şêxan pêk hatin, paşê kuştina keça
Êzdî kirine me’ne, çawa temamya Îreqê usa jî
herêma Kurdistanê êrîş ji pey hev hatin li
ser vê civaka bê pişte kêmjimar.
Kampanya pilankirîye kirêt raya cihanêye
giştî jî kirne nava şaşyan. El Qaîda, hêza
Îslamyê ya têrorîste e’yan, ku bûye qetil û
jera vê dewranê tev partyayên olpereste
Îslamîye radîkal, berê neyartya xwe dane
civaka Ezdiyan. Mizgevtan da banga qirkirna
Êzdiyan hate kirin. Li bajarê Mûsilê 24
evdên Êzd, ji bo êzdî bûn, ji nav musulman û
xaçparêzan başqe kirin, birin bi hovîtî li
ber mizgevta xwe kuştin, 700 xwendevanên
Êzdî ji zanîngehên Mûsilê, mecbûr xwendina
xwe hîştin, revyan,. Nişteçyên Êzdî yên wî
bajarî terka cî, milk û malê xwe dan,
revyane herema Kurdistanê.
Bajarê Mûsilê çawa bi dewrana usa jî îro
bûye bingeha neyarên Êzdyan û ji wur bi
fermanên qirkirinê êrîşa tînin ser Êzdiyên
Şengalê.
Qetla here mezin di bûyarên dewleta Îraqê
yên van salên dewî da, dîsa anîne serê
Êzdyan.Teyrok cîyê lêdayî dixe. Xelkê
Şengalê, ku bi salane dest halê xweyî sîyasî
û aborîyî xirab, hewar-gazya wan bû, derê
hukumdaran dikutan û dengê wan bi xemxurî ji
alyê kesî va pakî nedhat bihîstin, li ber
kereseteke neyaraye xezeb sekinîn.
14 ê Tebaxê di nav çend deqûqa da pênc
teqînên zûlm li qeza Şengalê bajarokên
Tilezerê û Sîbera Şêx Xidir pêk hatin…Tê
bêjî erdhejeke mezin li wur dest da. Dewsa
erdheja xezayî, evdên evdxur erdhej pêk anîn...500
qurbanî, bi sedan birîndar, hezaran evd man
bê cî-star, bê mecalê jîyanê..
Dibêjin ji pey fermana Mîrê kora ra eva
fermana Ezdyaye here mezine...Gelê
bêşûcî-bêgune bûye nîşangeha fanatîkên
îslamîye olperest.
Baş,eger Şihî û Sunyê Ereb li ser
desthilatdarya welêt, seva kursya, text û
tac, hukumdaryê hev dikujin? Çî Êzdyên feqîr
li vê navê? Gelo sebeb cudatya olê ye? Yan
olê wek menî didine xebatê? Helbet ji van
bûyaran bîna olperestyê jî tê lê bi texmîna
min ev hemû bûyar dijî kurdîtyê û herema
Kurdistanê ne.
Cîyê şêkirdaryê ye, ku serokatya herema
Kurdistanê, xazma kek Mesûd Barzanî, mam
Celal Telebanî, hukumat û parlamênta heremê
dema êzdaye here dijwer da bi xemxurî li rex
Êzdiyan sekinîne û êşa wan pare vekirine.Lê
gerekê neyê bîrkirin,ku ne hemû Kurdên
deverê menya van bûyaran tê digihîjin…Ev
dijîtî û neyartîya dijî êzdiyan gelek caran
li cem hinek olperestên fanatîk,
sîyasetmedar û rewşembîrên Kurd ji hatye û
tê xanê.
Gotî her kurdek, kîjanî ra azaya Kurdistanê,
xîreta miletyê ji her berjewendyan pêştire,
dijî van bûyaran hovne derê û bizanbe di
pişit vê kampanya qilêr da hêz û dewletên
neyarê Kurdistanê sekinîne.
Meremên vê kampanya gemar eşkerene. Dema
rêfêrêndyûmê ji bo pêkanîna xala 140 î nêzîk
dibe. Zanîn Êzdi kurdin, tiştekî wan, ku wan
êrebava girêde tune û ewê e’se alyê
Kurdistanê bisekinin. Dixwezin êzdyan
bitirsînîn, ku ew şên û warê xwe bihêlin
birevin, dijminatyê bikine nava Kurdên
musulman û êzdî, aramî û edlaya herema
Kurdistanê tevli hevkin.
Rastîke tele, lê rastye ku ew hêvî û gumanên
civaka Êzdiyan deshilatdarya herema
Kurdistanê va jî girê didan pêk nehatin. Li
nav civak û gelên wê deverê da yên gelek
mafan bêpar mane Ezdîne.
Ez, wek nivîskarekî Kurd bangî temamya gelê
Kurd, partî, hêz, komelên kurdaye sîyasî,
civakî, rewşembîrî, olî yên heçar perçên
Kurdistanê û cihanê û temamya gelê Kurd
dikim, destê nepak û neyaran bigrin, nehêlin
ev kampanya fermanaye qirêj ku li ser Kurdên
Êzdî tê meşandin, berdewanbe, wekî
kereseteke din jî pêk neyê. Wedeye, ku
serokatîya herema Kurdistanê, hîvya
rêfêrûndyûmê nesekine ewlekarya Şengalê û
deverên Kurdistanêye din ku ji sînorên
Heremê der mane ji bo parastina gel hildine
destê xwe, yan rê xweşke ku xelkên deverê
maf û çekan bistînin, bi xwe devera xwe ji
têrorîsta xweyîkin.
Ev bûyara Şengalê teqîneke têroîstyêye
normal nîne (helbet tu teqînek ku dibe
sebebê kuştin û birîndarkirina evda normal
nînin), lê ev bûyar bi rastî keresete,
kirîze, bi texmîna me hukumdarên wê deverê û
wî weletî gerekê wê deverê elamkin cîyê
kirîzê û ji cihanê alîkaryê hîvîkin. Eger
alîkarya anegor pêk neyê deverê da ji ber
germê û tunebûna avê karin ocaxên nexweşyê
pêşda bên.
Bang li civaka Êzdiyan jî tê kirin bi
zanebûn nêzîkî bûyaran bibin, nekevin nav
tirs-xofê, rev-bezê, guh nedin xernexwez û
xwefiroşan, axa kal û bavê xwe, goristanên
şihîdên fermanan, Lalişa xweye Nûranî,
Şengala xwe, warê berxwedan û mêrxwesyan
neyarên koka xwera nehêlin, ewrên waye reş
pir li ser Êzdyan ra hatine, çûne, evê jî
herin... Lê êzdîtyê bimîne, ji bo ew
bawarîke xezayîye, xwedênasya remê, qencyê û
heqyê ye...
Bangî gelê Kurd, bi tebyetî Kurdên Êzdî yên
dervayî welêt dikim çawa bi xwe alîkaryê
topkin usa jî berbirî hukumatên wan welata
bin li kîderê dijîn, ku ew welet jî ji
fondên xeye hûmanîtar alîkaryê zyankêşen wê
keresetêra bişînin.
Ez bangî qewatên cihanê yên azadîxwez dikim
Êzdiyan biparêzin û destê alîkaryê dirêjî
wankin.