|
(2)
Qedera darên hejîran
Yek ji diyardeyên bi Kurdî, ku paş rûxandina „komara
tirsê“, li Şingalê rû da, PDK-ekirin û
YNK-ekirina Şingalê bû.
Herdu partiyên sereke, ku kurdistan ji „A-Z“, li
jêr hukumraniya wan, ya „fêftî-fêftî“ çûye
parvekirin û dabeşkirinê, li şûna ku berê
Şingalê bidin Kurdistanê, qerargehên wan hemî
hewlên xwe kirin, daku berê Şingalê, bi dest û
darê „bertîl û kurtêlan“, bidin „Hewlêristan“ û
„Silêmanîstanê“.
Her partiyekê, ji hêla xwe de, hewl da, ku „berîkên
xwe“, yên partîperestane û nîv-istixbaratî, bi
rêya serokeşîr, serokêl, „serokxirqe“, „serokkulk“,
„serokduwa“, û „serokriyên“ Êzîdiyan, di laşê
Şingalê de, biçînin.
Lewma, wek ku biryara „partiyatîkirina“ Şingalê
hatibû standin, di demeke pirr kin de, liq,
malbend û qerargehên PDK-eyî û YNK-eyî, herêm
dan ber fermanên ajandayên bîroyên xwe, yên
hizbî û berteng.
Weha, Êzîdiyên Şingalê, ku ji dek û dolabên
îdyolojî û partiyan bêrî bûn, ber bi nimêja „şêxên
siyasî“ yên „Hewlêristan“ û „Silêmanîstanê“ ve,
li şûna Kurdistanê, hatin ajotinê.
Leşkerên „Liq û malbendan“, li şûna ku hewl
bidin, „Kurdistana jidestçûyî“, li bîra Şingalê
û xelkên wê bînin, daku destên wan, pirrtir, ji
hev hez bikin, û mezintir, bêriya hev bikin, wan
„Kurdistana di destan de“ jî, bi destên wan, yên
mayîn, dan jibîrkirinê.
Şingaliyên, ku di „Îraqa Saddam Hisên“ de, bi
yek Kurdbûn û yek Kurdistanê, dihatin
tawanbarkirin, dersînorkirin, êşkincekirin û
bidarvekirinê, di Îraqa paş Saddam(bi taybetî
Îraqa Kurdan) de, ber bi „gelek Kurdbûn“, „gelek
Kurd“ û „gelek Kurdistanên jihevnexweş“ ve,
hatin dehfdan û qedaxekirinê.
Kînên dîrokî, yên ku zêdetir ji 4 dehsalan ve,
di navbera PDKê û YNKê de, li dar in, û
nikarîbûn ji ber hindek helûmercên li „Kurdistanên
yekgirtî“(Hewlêr+Silêmanî), li jêr parleman û
hikûmeta wê, „yên yekgirtî“, rû bidin, li
Şingalê, rê ji bo derfetên mezin hatin xweşkirin,
daku serpêhatiyên wê „dîroka kîndar“, bi şêweyên
curbecur, herin pêkanîn û rêyalîzekirinê.
Weha, Şingal bû „gelek Şingal“ û weha jî xelkên
wê bûn „gelek Kurd, gelek Şingalî û gelek alî“:
şingaliyên PDK-eyî, şingaliyên YNK-eyî,
şingaliyên „şingalistanî“, şingaliyên ne ev û ne
ew...htd.
Vê rewşa partîperestane, ku her partiyekê hewl
da ku Şingalê, li gorî berjewendiyên xwe, yên
nêzîk û berteng, di „filtera“ xwe, ya siyasî re,
derbasî Kurdistan û Kurdbûnê bike, şingalî, roj
bo rojê, ber bi tevlîheviyeke siyasî ve birin, û
Şingal bi parçebûn û rikberiyê re, rû bi rû
kirin.
Siyasetên desthilatdariya Kurdistanê, yên çewt,
ku Şingal û şingaliyên wê, li jêr destên PDK-eyî
û YNK-eyîyan, ber bi dek û dolabên wan ve, hatin
serbijêrkirin û qedaxekirinê, rê li ber
valahiyeke siyasî a xeternak û mezin, vekirin.
Paş şikestina baweriyê di navbera „şêxên“
desthilata Kurdistanê û Şingalê de, „ajandeyên
xerîb“ li herêmê, destêwerdanên mezin, di
Şingalê de kirin, û hino hino, rê li ber „bazdana
mezin“ a Şingalê ji Kurdbûn û Kurdistanê, hatin
vekirin û xweşkirinê.
Wan siyasetên „êl û partîperwer“, ne tenê bi bin
keftin û nikarîbûn Şingalê, Kurd û Kurd, bibin
Kurdistanê, belê wan dergehên Şingalê, li ber „Erebistan“,
„Islamistan“, „Teroristan“ û hemî ajandeyên
deverê jî, bê kontrol, bê xwedî û xwedan, bê
Kurdistan, li tanê piştê, vekirî, hiştin.
Siyastên serûser, bi Kurdî, şaş, û ne li rê, ku
liq û malbendên herdu partiyên desthilatdariya „kurtêlxwer“,
li devera Şingala Êzîdiyan, dan rêyalîzekirinê,
ne tenê Şingal ji Kurdistanê derxistin, belê ew
„mift û belaş“ jî, radestî „antî-Kurdan“ û „antî-Kurdistanperestan“
kirin.
Wisa, Şingal di navbera Kurdistan û „Ne-Kurdistanê“,
Îraqa bi Kurdî û Îraqa bi Erebî, û „Şingalistan/Êzîdistan“,
„Hewlêristan“ û Silêmanîstanê“ de, tevlîhev, bê
serûber, bê ajandeyên diyarkirî û eşkere, li ber
„şek û pekan“, û winda çû.
Dibe ku wek her carê, hindek „xemxwer“ û „malxwêyên“
desthilatdariya bi Kurdî, vê dîtinê, wek dîtinek
„bêinsaf“, tundrew, „radîkal“, û „dij bi
ajandeyên Kurdistanê“, li qelem bidin!
Lê bi qasî xwendina min ji Şingala Îraqa paş
09.04.03an re, ez wisa dibînim, ku sedema herî
sereke, ya ku nehişt ne Şingal bi Kurdî, biçe
Kurdistanê, û ne jî Kurdistan, bi Kurdî, li
Şingal û Şingaliyên xwe, xwedî derbikeve,
siyasetên fêftî-fêtî, gunehbar û „analfabêt“,
yên PDKê û YNKê bûn.
Eger na, bila Şêxên liq û malbendan, „cerdname“
û „hisabnameyên“ xwe, bi Kurdî, ji Şingalê re,
vebikin û bibêjn:
Gelo wan heta aneha, ku şingalî tên „holokostkirinê“,
ji xeynî vekirina bîroyên „PDK-ekirin“ û „YNK-ekirinê“,
çi ji Kurdistana „Hewlêr“ û „Silêmaniyê“, birine
„Kurdistana Şingalê“?
Aya wan çend projeyên bi Kurdî, ji bo
derbaskirina Şingalê bo Kurdistanê, heta aneha,
ji şingaliyan re, daku wisa wek „pezka qurbanê“,
zû û hesan neçin kuştinê û zûtir beşdarî
Kurdistanê bibin, amade û pêşkêş kirine?
Li derveyî „şabaş, bertîl û mehaşên“, ku ji liq
û malbendan, li ser mirîdan tên belavkirinê,
gelo çend destên alîkarî û xwedîlêderketinê, li
ser navê „Kurdistana fêrmî“, dirêjî Şingala
şewitî, hatin kirinê?
„Îraqa madeye 140î“, li gorî desthilatdariya
Kurdî, astenga herî mezin e, li pêşiya
Kurdistana fêrmî, ku nikare, aktîv û dîrekt,
beşdarî „arîşeyên Şingalê“ û deverên din yên
Kurdî, ku li jêr qedera madeya 140î ne, bibe.
Lê siyasetên desthilatdariya Kurdî, ku çarçav,
li „Kerkûkê“ dinerin, û „çarguh“, bi ser lêdana
dilê wê de, pêl dibin, û „çaralî“, destên xwe
dirêjî ser û binê wê, erd û asmanê wê, çep û
rastê, çûwîn û hatina wê, dikin, ne wisa, lê tam
tiştekî din dibêjin.
Li gorî madeya 140î, Şingal jî mîna Kerkûkê û
deverên din e, yên ku ji hêla îdarî û fermî ve,
ne girêdayî Kurdistanê ne.
Referenduma ku gereke li gorî destûra Îraqa
fedral, di dawiya vê salê de, li wan deverên ku
ciyê „nelihevkirinê“ ne, pêk were, dê biryara
çarenûsa wan, di navbera herdu Îraqan(Hewlêr û
Bexdayê) de, bide.
Her çiqasî ku Şingal jî mîna Kerkûkê û her
deverên din yên li jêr banê madeya 140î, hatiye
erebkirin, dersînorkirin, kuştin û
jiholêrakirinê, lê wek ku diyar e, Şingal û
deverên din ji „Kurdistana desthilatdar“ re, ne
mîna Kerkûkê ne.
Kerkûk, ji Kurdistanê û siyasetên wê re, rojê
„25 seetan“, „dilê Kurdistanê“, „Quds, qiblename
û nimêja Kurdistanê“ ye.
PDK û YNK di siyaseta xwe ya di Kerkûkê de,
beramberî ajandeyên deverê û derve, eşkere ne:
Kerkûk, di siyasetên wan de, ne tenê Kurdistan
e, belê ew ji Kurdistanê jî mezintir e.
Desthilatdariya Kurdî di Kerkûkê de, eşkere
dibêje, ku „Kurdistan bê Kerkûkê temam û kamil
nabe“.
Kerkûk, rêya Kurdistanê ye.
Kerkûk, siberoj, paş û pêşê Kurdistanê ye.
Kerkûk hemî kurdistan e.
Bê guman, tê famkirin û qebûlkirin jî, ku çima
gereke Kerkûk wek „Qudsa Kurdistanê û dilê wê“,
bi Kurdî, here siyasetê.
Lê ya ku tê famkirin lê bi Kurdî, nayê
qebûlkirinê, ew e, ku çima gereke „Kerkûk ji
Kurdistanê mezintir be“, lê Şingal û deverên din,
egar hat û „neçûn Kurdistan“ jî, wê „ne xem“ be?
Çima bi Kurdî, hewqas „milyonên dolarên bi dizî“
ji bo bertîlkirin, razîkirin û kiryariya Kerkûkê,
lê ji bo deverên din, ne tiştek, ne eşkere, ne
jî bi dizî?
Çima hewqas xwekuştina bi Kurdî li ser „Kerkûka
dil“, û çima hewqas temaşekirina bi Kurdî li
kuştina Şingalê, mîna ku ne „tiliyek jî, ji
tiliyên Kurdistanê“ be?
Xwedî û malxwêyên Kurdistanê, amade ne(eger hat
xwestin û qewimî), ku ji bo Kerkûkê, herin „Diyarbekirê“
û „şerrê Tirkiyeyê“(ku diwemîn hêza NATO ye) û
hemî destên ku dirêjî wê dibin, bikin, aya ew
wisa bi Kurdî, ji bo Şingalê jî amade ne, ku
herin „Qamişlo, Efrîn û Kobanê“ û „şerrê
Sûriyeyê“ bikin, ku ew îro eşkere, destên xwe
dirêjî kuştin û jiholêrakirina wî aliyê
Kurdistanê dike, daku Kurd, desthilatdar, neçin
„cîrantiya“ wê?
Rast e, Kerkûk Patrol, sermiyan û mewdan e.
Rast e, Şingal çiyayekî serhihşk, çend darên
hejîran, çend stiran, çend destên ber bi rojê ve,
û qefdek asman e.
Lê xwîna, ku bi Kurdî, mezin tê kuştin, wisa
dibêje:
L i vir Kurd e, û li wir Kurd e.
Li vir ez im, û li wir tu ye.
Li vir Şingal e, û li wir Kerkûk e.
Û „vir“ bi qasî „wir“, ne kêm ne jî zêde, ji
Kurdistan heta bi Kurdistan e.
hoshengbroka@hotmail.com
|