Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

22 July 2008 17:50

 

 

 

Bwîka kurda (*)

Dr.Bedirxan Sindî


  

Pêşkêş bit bo bizava şirîf paşay yê ku xwaznama milletê kurd sala 1919  ê pêşkêşî civata milletan kirî piştî bidumahî hatina şerê cîhanî yê êkê.. Ev huzane li mîhirecana êkê ya huzana kurdî sala 1971  ê li bajêrê Kerkûkê min xwand.

 

  

Ey felek bo te dinalim boçî nêrgiz çirmisîn

Ew çima bextê me hoye her bê dost û bê kesîn

 

Qet dê hêt ew roja me divêt kehnî ya warî bizêt

Jê vexwîn desta bi hilînîn jê vexwîn çend me bivêt

 

 

Agirê saru vemirî çav melê ye geş bibit

Ew buhara têhinê kuştî hîvîdarim xoş bibit

 

Kurdîno rabin bibînin berxekê jar û zeyif

Dane ber pal û kêşana xencerek dijwar li dwîf

 

Ew werîsê tê alandî her ji hirîya berxî ye

Pê dikêşin serbirînê bwî werîsî nuxî ye

 

Mezina ji mêje gutîne dujmnê serê xo kew

Dar bidarî têt birînê destkê bivirî dar e lew

 

Nê me Nalîne ji bivirî sed hizar cara hewar

Em bi wî bivirî ketîne hind nesax û birîndar

 

Nê me Nalîne ji mêje bu hetavek ruhin û geş

Dawetî rabin semayê pwîç bikin berperên reş

 

Evro kanî li min wê rujê pir ji xoşî û renge reng

Vebiguhêzin bwîka kurdan ew turîna şox û şeng

 

 

Kanê kew boçî naxwînin kanê warê gul gulî

Lê di çerînin gurik û rwîvî boşe lê mar û kulî

 

Kanê mizgefta me têda sed nivêj rojê kirîn

Kanê darigwîza têda şîn gwîze terr me jê kirîn

 

Kanê rwîbarê pir bizav kanê pêlên hîvî yê

Kanê bêrî ka şivan geş bikin kurdînî yê

 

Ka gilavêja me dîtî wextekê zêrîn bijar

Lew me gutê hinde êdî her dê mînit ew bihar

 

Baxçeyê vîna nemayî kê wekir kavil bibit

Turîna bextê me evro kê wekir zîz û sil bibit

 

Evro kanê li min wê rojê pir ji xoşî û renge reng

Vebiguhêzin bwîka kurdan ew Torîna şox û şeng

 

Da bibînim kiç û lawan mil bi mil bêne şahî yê

Bijikînim kul û êşan ber hetava sahî yê

 

Da bihelînim ji kurda ala ser çîyayên pir ji xwîn

Da hawarikim ji dilê sutî her bijît serbest û jîn

 

Ne gunneh û ne şerme jî ger mejî ala hebit

Ne umêdek kwîr û dwîre bawerî bi sala hebit

 

Dê ji kiluxên wan şehîdan sitînekê bilind vedim

Pê vekim alayê kurdan da bigehit tava germ

 

Bêjime xelkê vê cîhanê navê kurda jî heye

Kî dê şêt navê me têk dit hindî ku rêber heye

 

Evro kanê li min wê rujê pir ji xuşî û renge ren

Vebiguhêzin bwîka kurdan ew turîna şox û şeng

 

Bigirinjînim beçke şêran ew helal û ew rihan

Pizu zarukên şehîdan ew kulîlkên çi nezan

 

Bêne hêzkê li nav çinaran xefk widavên xo vedin

Kêl wivêlan biçiklînin bêjin êk du xu vedin

 

Bêjine şalîl û tivîrikan werine hêlînên berê

Werine ser gulb û çeqên xo bixwînin vê berperê

 

Berpera jîname ya nwî ew jîyana dwîr ji jan

Dwîr ji salskî û rîmetî serferazî bu şîyan

 

Kutirînu dadin ji dadê bu xudê dadê nekin

Ehiremen evroke pwîç bî sed tilîlî bu vedin

 

 badirkhansindi@yahoo.com

 

(*)  hinde stiran bêjan ev huzane stirandî ne wek tehsîn taha û Mihemed Şêxu û şivan.

 

 

                                                                 

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1