Ger ku carekê ji min bi pirsin… çima te hez
ji helbestvanê hêja, tekoşyarê çalak nemir
seyda Keleş dikir.
Yekser min dê bigota ew li gora yasa gerdûnî
giyanê pak perwayî xwedê kir, giha mehderî û
mehrevaniya xwe û dîdevaniya gelê kurd ,
nemaze ku di rêveçûna mergê wî yê rewanpak
de jêre xweş bînerî û çavkanî gewde dikir,
paşê min dê bigota hez ji 8 pirtûkan û hemî
destnivîsên ku jê mane dikim, biser ve jî
min dê weke ravegêr bersiveke wategiran û
mafseza wilo bida.
Min hez jê dikir… ji ber ku: nemir erk û
egersezayên serdemê weke keys û derfet
destnîşan dikirin, û weku pêdivî pê hebû
rêdemî lawên qûnqxa xwe dibû, bi lezbîrî û
di pêşgavên temenê ciwan de têgihişt û
haydarî kêşeya gelê xwe bû, xemxur,
berketiyê rencekêşana gêl û kewdaniya civaka
paşverû bû, kul û derdên giran ji destê
perçebûnê û etlesa veçirrî ya çar pîne li
ser rûberê dîrokeke dirêj herkêm 80 salî di
nava xwe de gencîne kiribûn, her wiha xewna
gewre û evra ji bo wî ewbû ku tevgera kurdî
di sûriyê de, gelê kurdistanî bi giştî di
peymaneke hevgitî û rêkeftî de, di jiyaneke
aza, aştiyane û serbixwe de berya mirinekê
bi pelîne.
Min hez jê dikir… ji ber ku: ne mîna gelekan
li dûv sawêrên zir û derewîn, pesin, çepik
navdariya xwe û paşkokên hoza xwe di beziya,
hîç weke rewşenbîrekî kurd ne lagirê çanda
koletiyê, ne derûnlawaz û peyrewî, ne dîkê
şer û tenha helbestvanê helkeftê bû, an jî
lebok û qurreyê zêdekar û niwînerê bêkêr bû,
ango çepla û tundrewî, bê encam û çare qet
ne diramiya, dexsokî, çavnebarî û dilreşî ji
ferhenga wî jimêj de barkiribûn, lêbelê
xwedî helwesteke bîrkêş, aram, hişmende,
yekrû û newenewe bû, şasiwarê hevoka çêjdar
û ronakbîriya ser binaxeke zanistî û
şaredarî, dadiya civakî û wekhevî, zimanekî
rewanbêje û fermî di kurdistaneke azad,
dîmuqrat û yekgirtî de destegul mebest û
armanca wî bû.
Min hez jê dikir… ji ber ku: Têgeha yekbûnê
li bal wî ji serî de çand û ziman mîna
alavên tundhêz û coşdar, nemaze ku giyanê
xweragirî, kar xebateke bê vewestan di
seqake têr kelem û stirîdirk de, di mercên
têr aloz, arîşe, qedexe û çewsenkarî de,
civakeke tar û mar, tevgereke jihev pijilî
partiyên wê bi jimara êlan bin, mixabin
heyîn û netewnameya xwe di nêv derbendên
çarenûsên mûrangirtî de kefteleft dikirin,
her wekî dîmen û henas bê reng û deng di
bendemanê de tavilîman û sed bazî di nava wî
de li xwe dixistin, li radeyekê hinga û tanî
nuha jî mirovê kurd bê sûc dibe tewanbarê
gunehê ku bi yek carî nekiri ye.
Min hez jê dikir… ji ber ku : mirovekî
çakbîn bû û şabextî di nêv civaka kurdî de
mîna xelateke giranbuha û payebilind ji gelê
xwe wergirti bû, henasên dêman û gernejîna
geşbîn, pêşbîniyên pêşerojê çakbext û sûdwer
pêre eşkere dihatin xwendin, demdar di
hêmeniyeke hûr û kûr de mîna milîtanekî
nependî ji dil û can stûbariya xwe di bijart
û tevlî berxwedan û raperîna gelê xwe bê
derengî û bê birrîn dibû, zor û sitemî,
newekhevî û qilixadrî ji bo hemî çîn, tîre û
hûrgelên bindest û gişê hevgarên mirovaniyê
di civaka navnetewî de dupat û şermezar
dikirin, û bi dilbarî pênûsa xwe tu carî
nedikire kalan û xîmav jî di diwêtê de dîl
ne dihişt, bi halana sirûdê, bi derbirîna
helbestê, bi kêra tekoşîna namedar weke
cengewarekî xamesoz û nemekdar ji heman
bêdengiyê di guhê cîhanê de qîr didan.
Min hez jê dikir… ji ber ku: nemir tu gilî û
gazind ji êşa canê xwe penceşêra xopan
nedikir, û bi ser de jî şopgerînê peyva
resen bû, dengvedana han û halana helbestê
bû, di hemî mercan de û ji bo hemî hêlekarên
jiyanê, ji bo hemnîjadên xwe hergav bervedêr
û kargoriyê bergeya tekoşînê bû, tenha
dagîrkerên sixtekar ji pênûsa kesên weke wî
saw digirtin, loma lebatkarê nemir navendeke
pesende û pêşiwar, rêzgirtî û payeberz weke
rêzanekî ji xwebawer di dilê tevgera siyasî
de, di navkutka civaka kurdî de digirt, bi
heman pênûsa çalak çiya, çem û derya, deşt,
gelî û daristan, xwerista gulîzarên hemereng
yên kurdistana dîlber bê birrîn jêre daçek û
êmîşên ku pê hêmanên helbesta xwe dihûnand,
û ji baxê ferhenga peyva kurdî paşaxa hevoka
kêşesaz û pexşaneyê dikir, bi pariyekî nan
ji zeviyên Bizgûrê û berriya Mêrdînê, qurtek
av ji kaniyên zêmdar yên qûntara çiyayên
Araratê, geliyên zozanê Hindirînê û çirra
janê ji Mehabadê, bi misteke ax ji pînakî
pîroz ji goristana Qidûrbeg li Qamişloka
leheng qayil bû, her wiha wê jî bi dilovanî
argûşkên xwe lê dane hev û di ahenga
xatirxweztinê de navê Keleş li ser lêvên wê
bûn. Belê min hez jê dikir… ji ber ku: lawê
nîjadê min bû, hevkar û yekparê armanca
kurdewariyê bû.
Zindarî bo helbestvanê hêja nemir seyda yê
Keleş.
Sersaxî bo malbat, xizm, heval û hogirên wî
di p.d.k ya pêşverû de û gelê kurdistanî bi
giştî…zor sipas.
Mihemedê Seyid Husên…Qamişlo---18- 6 -2007
e-mail:
gorican@hotmail.com