Diyarî giyanê
seydayê Keleş.
Karwan di rêça çûn û nehatinê de dimeşe.
Gelek rawestgeh pêrgî karewanî dibin
Li ser her rawestgehekê, yekî bejinbilind,
bendewar e.
Li bendêye, ku wî jî tevî rêvçûna xwe bike.
Her diçe, karewan mezin dibe.
Her diçe, rêç dirêjtir dibe.
Celadet, Qedrîcan, Osman Sebrî, Mihemd şêxo,
Tirêj….. û gelekên din.
Her yek ji wan bejinbilindan, barê dîrokekê
li ser milên xwe hilgirtibû.
Di asîmanê vê dîrokê de, mîna stêran
diçirisin
Tariya şevan, bi tirêjên xwe dişikandin.
Her ku yek diçe, ji nû ve serê me li dîwarê
bergorê dikeve
Em li kabokên xwe dixin û dibêjin „ax… mala
minê“ lê piştî çi!?
Hîn jî, karewan dimeşe, em jî li bendê ne,
ku me bi xwe re hilgire.
Me û birînên me, axînên me, hêviyên û
merezên me…
Bêçarî ye, em ê tevî karewanî bibin, zû be,
dereng be.
Berê vî karewanî li me ye.
Her diçe, dengê xirepişa wî dikeve guhê me û
nêzîk dibe.
Em xwe dixapînin û xwe nadin ber şepêla vê
rastiyê û xwe jibîr dikin.
Bi sedan îro di nav me de hene, lê em ji bo
wan li kabokên xwe nadin.
Em li bendî koçkirina wan in, em tenê li ser
miriyan digrîn, lê ser saxan na!
Par bû, Cegerxwîn li ser Celadet û Kamuran û
Qedrîcan digriya.
Pêr bû, Tîrêj li Cegerxwîn, Musa Enter û
Mihemed Şêxo digriya.
Do bû, Keleş li ser hemiyan digriya....
Îroj em jî li ser Keleş digrîn...
Sibê, erê sibê.. kî ji me li ser kê dê bigrî?
Belê em ê hemû li ser hev bigrîn.
Karwan tê û nêzîk dibe...
Hîn jî, li gelek rawestgehên giring, em
bendewar in.
Hêza vî karewanî, destê dilovaniyê li serê
ti kesan napelîne.
Li gazind û gilîyên ti dayikan guhdar nake.
Dilê wî, bi ti welatên bindest û qîrîna
zarokan naşewite.
Erê.. mîna batozekê li serê simbilan dixe û
diçine.
Hay ji xwe hebin, hay ji hev hebin….
Em hemî rêwiyên rêça bê veger in.
20. 6. 2007- Hamburg