Kefteleft û berxwedana Şêrîn hêdî hêdî lawaz
dibû. Bedena nazik di nav destên serleşkêrê
dirinde de bêliv xwe sipart tebatiyê. Çav
vekirî zîq di dîwarê zindanê de daçikiyan.
- Şêrîn …..Xwe bisipêre çiyê. Wa rok diçe
ava, tarî sitara revê ye!
- Rodîîîî … Rod…îîîî ….Ro…..
Dîwarê ku bi wêne û nivîsan hatibû
neqişandin ji hev çiriya, ronahiyeke sor,
lawaz û xemgîn, Şêrîn ber bi dilê çiyê ve
kişand.
Roj li ber ava bû, xwe noq dikir nav hinavê
çiyê. Şêrînê, bêdeng xwe ji serê zinarekî
berdida ber bi jêr ve. Vê carê tûrê wê vala
bû, bi armanceke din serdana çiyê kiribû. Bi
zarokatî pir caran li van çiyan geriya bû.
Wê û dayîka xwe bi tûrên tije, xwe ji vî
zinarî ber bi gund ve berdidan. Niha her
tişt cuda, xuya dike, rok û reng û germiya
wê, çiya û bilindbûn û sawa wî, zarokên çiyê
û xewn û hêviyên wan, xweza û seyrbûn û
mendelhoşiya wê, xweda û girî û kenê wî,
bihişt û dojeh û cih û çêja wan.
Xuşîna bayê û nalîna av û daran ji dil û
cîgerê çiyê, Şêrîn kişandibûn ser baskên
asîmanekî nû, raman ber bi cihê veşartoka
rojê û sorahiya avabûna wê ku dixwest di
hembêza Xwedê de pal bide, difiriya. Bi
hezaran keleh û bajar ava dikirin. Bi
xêliyên rengereng, li hespên rewan, bi kesk
û sor û zer xemilandî tevî refên horî û
periyan ber bi gundê Rodî ve, hildikişiya.
Rê dûr dibû, Şêrîn bêaram dibû û bi hêviya
dîtina Rodî kêlî dibûn sal.
Li koçka bûkaniyê, Rodî bi kenekî sêrîn: “
Tu bi xêr hatî mala xwe”. Bi destin lerizokî
û çavin dilovan xêliya wê ber bi jor ve
hildida. Xuhdaneke hûr dêmên sorgulî girt.
Evîn, şermî û xweşî tev hev dibûn. Şêrîn ji
kokan ve dilerizandin. Serê xwe bi
delaliyeke bênîşe ber bi çavên Rodî ve
hildida, xuşîna helbest û gulan Rodî mest
dikir. Periyên bihiştê tev dihatin sema û
dîlanê. Ji kûrahiya dil, dengek zîz dibû:
Hişiyar be Şêrîn!
- Rodîîîîî Rodîîî ….Rooo……
Dîsa bêkav, di nava tebatiya sorrr de ber bi
dilê rokê ve çû. Li ser kevirekî bilind
rûnişt. Dixwest biqîre û wan çiyan tev bi
dengê xwe bilerizîne, da dinya tev hawara wê
bibihîze. Lê tenê hêstirên ziwa dihatin xwar.
Çav melûl xîz dibûn, jiyan tev sor, ji çiyan
xwîn dibariya.
Cara yekemîn û ya dawî, berî salekê Şêrîn û
Rodî li ser vê latê, li vî cihî û di vê dema
êvarê de bi hev re rûniştibûn, li rengê rokê
ku diçû ava temaşe dikirin, li çiyan, li
xuşîna çemên ku ji nav cerg û dilê wan
dişêlehan guhdarî dikirin. Pez, dewar, dîk,
mirîşk û zarokên gund dest bi simfoniya xwe
ya bêmirin kiribûn. Gerdûn weha şêrîn, weha
bedew dikeniya.
-Temaşe bike Şêrîn! Bihişt li ber deriyê me
ye û em bi hezarên salan li asîmanan lê
digerin.
Piştî şehîdbûna Rodî, mijara ramanên Şêrîn
bûbû ev peyv. Û bi pirsên bêbersiv ber bi
dil û hestên Rodî ve diçû: Jiyan çi ye?
Bihişta ku Rodî can û giyanê xwe bi qurbanî
wê kir çi bû? Yekîtiya di navbera evîn,
xweza û azadiyê de dikare bibe bihişt? Çima
bav û kalên me bihişta li ber deriyê xwe
nedidîtin û hewqas zor, koletî û hovîtî ji
bo bihişta li asîmanan pejirandin?
Şêrîn şiyar dibe, zindan, azar û
destdirêjkirina leşkeran hêrsa dilê wê bi
bilindahiya çiyan re dike yek, çiya
dilerizin, sor dibin. Rok lawaz di nava
xwîna Şêrîn de dikewgire, di hembêza xwedê
de diqîre: Şêrîn, were nav dilê çiyê bi
hezaran Rodî li vir in.
Gund xemgîn di kûrahiya gelî de hêdî hêdî di
nava tariyê de wenda dibe. Awaza orkestra
bihiştê di şax û rûbaran de hêdî hêdî ji çav
û guhên Şêrîn dûr dikeve.
Şêrîn, li ser banê piştê, bi cilên zîvarî,
li odeyeke biçûk ji zindanê di nava xwînê de
digevize.
Serleşkerê ku helkehelka kûçikekî revîyayî
jê tê, cil û nîşanên xwe li xwe dike û bi
tîqtîqa kenekî hov ji odeyê ber bi derve
diçe.