Min dikey bûk
Û henasa min dorpêç dikey
Di kevlojankê posîde da hezar xewn dirizi
Hezêt min di singê baranê da dinvin
Jiyê çavêt min du roj bûn..R. 36.
Eger tenê em awirekê bidin van çend xêzan,
dê çend simbolên balkêş bibînin..
Ez / Bûk / kevlojank/ henas / dorpêçkirin /
Xewn/ rizîn/ singa baran / nivistin/ jî /çav.
Heme her li vir, dê astengî û aloziyên
civaka me tê de, li hember jinê bibînin û
diyar bibin, ka jin çendî di hest û nest,
kesayetî, daxwaz, hêvî, armanc û ta henasa
wê, tête fetisandin, an jî bi darê zorê
hestên wê dinivênin, di vê jiyana, ku ji bo
temaşekirin û sûdlêwergirtinê peyda bûye.
Eger em navê nivîsera/ê helbestên nizanibin
jî, lê dê helbet bizanibin, ku jin e,
xwediya van peyvên tenik, hestewer û dilêş û
gazinoker, xwediya wan hezar xewnên nivistî
Tirîfa Doskî temerudê dike. Tirîfa, di vê
pirtûka xwe de, ya bi navê Êvareyeka Kesik û
di gotar û helbestên xwe de, ne tenê
temerudê dike, belê xebat û tekoşîneke
bêwestan ji bo bidestxistina mafên xwe yên
suruştî û kesayetî dike, lewra bêtirs û bi
cegerdariyeke balkêş, di rêka bigewdekirina
zimanê xwe, yê berbendkirinê nanase,
helbestên xwe vedihune, zimanê laşî di vê
berhovoka helbestî de diyar e. Ev jî nîşana
hindê ye, ku helbestvan Tirîfa, dixwaze bi
vî zimanê xwe yê sinoran biroxîne, dîwarên
civaka kurdewarî, yên kevin û kavil
biherifîne, li şûna wan civakeke şaristanî,
ku mafê jinê, ji evîn, pejirandin, xwendin,
zîrekî, kar û…, netenê bête parastin, belê
di ber de tekoşîn û xebat bibe.
Berhovka helbestî Êvareyeka kesik, di sala
2005an de, li Duhokê ji hêla çapxaneya Zana
hatiye çapkirin, ji destê navê û 93 rûpelan
pêk têt. Tirîfa Doskî, di hundurê vê pirtûkê
de, helbestên xwe yên, pirtûka yekem, ku bi
navê Straneke Spî, di sala 2000an de
belavkiribû, çap kirine.
Pirtûka yekem bi navê Straneke spî û ya
diwan Êvareyeka kesik. Ev herdû reng Spî/kesik,
rengê Spî/ destpêkirin/ hindekî xwe parastin/
aştî û şopdîtin. Rengê kesik, rengê
şaxberdana di xakê de/ diyarkirina nasnameyê/
barîna xêr û bereketê û gehiştin.
Tirîfa bi derxistin û belavoka helbestên xwe
yên kevin û nû, karekî baş kiriye, lewra
xwêner dikare, danebehevekê, ji hêla ferheng,
hevok, xeyal û sîber, ziman û şiyana
bikaranîna zimanî, ciwanî, lêkdanên wêneyan
bi hemî coreyên xwe ve û hunerî û endaza
deqan….bike.
Di pirtûka yekem de, xwêner pêrgî, wêne û
zimanekî hêsan, sade û bêlîstik û bêy
liserkarkirin dibîne. Nivîserê xwe avêtiye,
peyvên tekane, ku jiyana -belkî wê, an jî
yên wek wê tamsar û bêwate kirine. Her ji
hilbijartina navnîşana, jixwenabehweriya
Tirîfayê diyar dibe:
( Xiyanet/Guman/Girîn/ Vemirandin/ Dehbe/
Namek bo kesî ne/ Merq û… Di van helbestan
de, nivîsera me xwe dispêr bangewaziyan:
„ Ey piyawê spî/ ji herfên te dibim/
tu wek peyveka rwîs/ li bin berçavka xo/
seh dikey/ ey dildarê/ ..“ R. 72
„Bo te çi bikem/ xulya hozanên xo ji bayî
bigrim/
yan hozanê bikme naneka gerim/..R.89
Li vir, em, wê lerza ji xwe nebehweriyê
dibînin, hem ji hêla zimanê bangewaziyê ve,
ku dema mirov pêdivî bi karekî, alîkariyekê
bibe, xwe dispêre bangewaziyê û xîtaba
yekser, her weha dema xwebehwerî jî nemukum
be, biryarek nayê wergirtin. Freud di
şirovekirin û analîzên xwe yê derûnî de, li
ser neşiyana, an jî nezelaliya
birayrwergirtinê, vedigerînê
jixwenebehweriyê.
Lê Xwêner, her di helbesta yekem de, ji
Êvareyeka Kesik de, pêrgî zimanekî din dibe,
wêne û xeyalên din dibe û rûpel bi rûpel, tê
tîne der, ku li hember xanimeke nivîskar, ku
temerudê li ser hertiştî dike, kirasê civaka
kurdî li ser dihilîne, zimanê şehwet, lizet
û ta radeyekê Erotîk, ku bi xwe jî
serhildaneke, an jî vepejandin e, li hember
zordestiya civaka nêr.
Xwêner li hember deqên helbestî radiweste,
ku çu pîrozî, ji urf û adetên kevneşopî yên
civaka kû tê de nagire. Xwêner, li hember
helbestên hizir yên sêqoliyane dibe, ku ev
jî tenê yeke li serê xwe siwar, dişê bi vî
şêweyî bête qada nivîsê û bi vî rengî jî
keskahiya xwe bo xwe, ne bo hin din dihêle û
nade dest kesekî din. Nade evîndarê xwe, yê
ku evîneke bêdawî, bi wî re parvedike,
werîsê wê, evîna wê, hêza wê, keskahiya wê,
nameyên wê, barana wê, maçên wê, gunehên wê,
welatên wê, işqa wê, xewnên wê, bazinên wê,
ez ên wê, yê wê ne.
Di gel hemî evîndariyê, hemî laşspartinê,
hemî şevspartinê, hemî xewinspartinê û hemî
spêdespartinê, lê hîn jî carcaran dudil dibe.
„ Min dikî bûk/ henasa min dorpêç dikî…“
R.36
Tirîfa, pir hêzê dide zimanê xwe, hêza
giyanî û helbestî jî, pê re digihe lutkeyeke
bilind.
Xwêner bendewarê teqîneyeke zimanî dimîne,
ji ber komên hest û nestan, yên êş û baranan
û sêvên gunehkar, nema êdî di hensan de têne
veşartin.
„ Gunehek wek reşebayek Te´hl/di bejan
nêrgizekê aliya/
û nêrgiz wek zarokeke damayî..wek xewneke
tirsiyayî
Wek welatekî xoşî rijyayî..wek sinêleke
bizdiyayî/
Afretek ji ruha firmêskekê derket serçemyayî/
got: bibhurin. R.9
Em bendewarê wê hindê bûn, ku niha dê
bombeyeke zimanî bipeqe, lê nebû, di pey re,
dîsan rîtm bilind kir:
„Ey serab û xewn û berd û çiya/
Ey Kurdistan û nihal û cade.. ey xewnêt sava/
min neşiya bergiriya leşê xwey bêxudan bikem“
R. 9
Ev rîtm, ya kela xwêner hildide û dadixe,
şêweyê sîmfoneyeke bêdawî di guh û hizra wî
de peyda dike. Ne tenê di vê helbesta wê de,
ku 2 simbol jêre kirine navnîşan, Baran û
Sêv.
Ev herdû simbol, di bingeha rewşenbîrî,
mêtolojî û metaforê de, dijber in.
Baran, nîşana xêrê, lihevhatinê, dilxweşiyê
ye. Sêv, metolojiya Adem û Hewayê tîne bîra
me, herweha di destana Xerîbo de jî, sêv
roleke wê heye, sêv dikare bibe sedema
gencmayîna Xerîbo, lê di dirêjiya destanê
de, bû sedema pîrbûn û mirina wî.
Bi van herdû regezên dijber, Tirîfa dest bi
nivîsa pirtûka xwe ya diwan kir û ji
destpêkê da demên buhurî yên herî dûr û
erkekî mezin avête ser milê xwêner, ku bibe
yek ji regezên dahênanê û helbestên wê ber
bi bêdawîbûnê ve bibe.
Xala bo min balkêş, ev ye, ku xanim Tirîfa,
terminolojiya xwe, bi 2 şêweyan bi kar tîne,
yek 2 qolî ye, mîna / Baran û sêv/ şev û
xewn/ ez û bazin/ maç û şev.
Yên sê qolî, Maç, welat û guneh/ Sê nameyên
kurt/ xirûra tawis, hewşa axê, reş/ belg,
şevên bêstêr yên enfalan ..reş/ name..
hozaneka terr..binefş/..
Xanim Tirîfa dilê wê ji evînê sar nabe,
diyarî kela dilê wê hînik nekir, belê
helbestek jî bi Hoşeng î û ji bo wî got,
peyvek jê re hinart:
„ Oh../ çend xerîbiya bêhna çixarê te dikim/
di gel bayî hilkêşim û mest bibim/
nizanim bo çî ber pênûsê min naçî/
dinivîsim zarok dibîte/
Hoşeng/
dinivîsim pirtûk dibîte /
Hoşeng/
Keftîme di çerxa demê te de.“ R. 34
Dixwazim amancê bi çend xalan bikim, ku ez
dibînim pir giring in, ew jî ev in:
Tirîfa bêtirs gotina tête ber devê wê dibêje,
wan bend û zincîrên civakî diçirîne, laşê
xwe bi xwe dike helbest. Xwêner tîne der, ku
li nik Tirîfa her peyv dikare bibe helbest û
gelek caran cihê xwe yê baş digire, lê
carnan jî, li helbestê dibe bar.
„ Guneh demê hatî xewn hatin berhavêtin
Perokek ji rastiyê bibû dirişmê bera´itê
..
Di welatê gunehkara da werzan..zemen kire
bwik“ R.31
Li vir, hevok dibin bersiv ji pirsên sade re,
ku nehatî kirin û li vir erkê ciwaniyê
dadibeze.
Ji hêla din ve, belavkirina reş li ser sipî,
bi şêweyekî rêk û pêk hatiye dariştin. Ji
hêla poetizmê de jî, xwêner li hember pir
wêneyên lêkdayî nû dibe, wêneyên, ku pêdivî
bi westan û hizrê hene, pêdivî bi beşdariya
xwêner heye „
Spêde dixendiqit bi roj û gav û çirke guneh
têne tomarkirin/
guneh fêrî piyasa bûye li ser xewna“ R. 30
Ji bilî inziyahatên hişmendî, ku pirr in,
inziyahatên rêzimanî jî hêzekê didin deqên
helbestî û xwêner têve dide, ku xwendineke
din, an jî pitir li nivîsên Tirîfayê bike.
Bo çavên xwêneran li ber monîtorê PC neêşe,
xwendina kaxezê baştir e, çirûskên çavêş
tune ne û navê pirtûka Tirîfa Doskî wek wê
nivîsî„ Êvariyeka Kesik“ e.
Êvareka Kesik
„ Pêşgotinek ji hêla helbestvan Bilind
Mihemed/ Baran sêv/ Tirs/ Sê namên kurt/
Xewin/ Maç û guneh û welat/ Girîn/ Guneha
min jibîr kirî/ Peyvek ji te re/ Ez û bazin/
Şivê dî/ hêiyê bêwejînekê/ Bo Leylayê/
Qedexetirîn name/ Rikoyê li şeveka sar/
Şeveka baranê/ Agir
Straneke Spî
„Xiyanet/ Guman/ Bi ruheke Ehrîmen î/ Piyawê
Spî/ Straneke Spî/ Vemirandin/ Dehbe/
Orkêstra FrîştanKolb/ Merq/ Namek bokesî ne/
Demê navê te bi tinê dimîne bajêrî.
Hannover, 21.06.2007
tengezarmarini_41@hotmail.com