
bexşana:Hanaa Hicazî
( Sihudiyê )
wergerandina:Xelat Ehmed
Helbet te ez ne dîtim.min jî xwe ne dît.ez di kolanê de
dimeşiyam.pora min li ber bayê diket.tu dizanî pora min ne pir
himpiz û giran e,sivik û nerim e,ji lewra biskên wê dikarîn bi
hesanî li ber bayê bikevin,heya bi pora min jî pir serbest bû,ba li
pêşberê min bû,ji ber wesan bisk bi durî min diketin,ez dibêjim
te,hestekî pir xweş bû,hestekî biyanî ez nixumandim,min hest kir ku
ez pir serbest im.
Gumlekekî ji pembü yê nerim li min bü,ne reş bü,ez dizanim ku tu
dizanî ku ez ji kincên reş hezdikim,û ku bîroya min nîvê wê reşe,lê
di wan kêlîkan de ne tiştekî reş li min bü,gumlekê li min rengê wî
sipî bü,erê û ez nizanim kîjan peymanê kirbü ku ez rengê sipî li xwe
bikim,ez derewa li te nakim û nabêjim ku ez qet rengê sipî li xwe
nakim,yan jî ku di bîroya min de nîne,lê herdem ez ji bo mehnine
teybet dikirim,çimkî pentelonek li pal min heye tu reng lê nayên ji
bilî vî rengî,yan jî ew reng tenê heye ji gumlekê ku ketî dilê min,û
carinan jî hema wesan, ji bo guhertinê.
Ez dibêjim min ji bîr kir ,pentelon sipî bü ne gumlek,ez hezdikim
pentelonê cîns yê sipî bikirim,xweşik e wextê ez li xwe dikim,lê ez
pir li xwe nakim,ez ditirsim gemarî bibe û ez li dervey malê,û
tevaya demê dimînim bihin teng,her dikim cihê dexmê veşêrim,û wisa
xweşiya derketinê li min xirab dibe.
Em gihabün ku derê,
erê min ji te re digot ku cînsê sipî li min bü,bejna min arî min
dike ku ez cînsê sipî li xwe bikim wek ku tu dizanî,ezê rastî ji te
re bêjim,ez bi bejna xwe şad büm çaxê ku ez di kolanê de
dimeşiyam,pora min li ber bayê diket,û cînsê sipî li min,û gumlekê
şîn ,erê hate bîra min gumlekekî ji malekî şînê vekirî bü, xwe bi
min ve digirt,çimkî ba pêşberî min bü,her tişt serbest bü di wê
kêlîkê de,pora min,gumlekê min,û piyên min,eeeeeeeeeeeeeh, ma ez
çawe dikarim hestên piyên xwe ji te re şirove bikim,dikirin ku
bifirin.
Kolan pir dilbêj bü, ma tu ji min dipirsî ?
ez nizanim,belkî jî wesan bü,min guhê xwe pir ne da forma kolanê,ya
xweşik ew bü ku ez bi serbestiyê hest dibüm,ku ez serqot dimeşiyam ,pora
min li ba dibü,û gumlekê min dikir ji min bireve,piyên min wesan
diliviyan weku çengan,ma tu bi evî hestî dighêjî?.
Te got çi ?di baweriya te de gotnên min vala ne,
ez jî wextê min dinvisand ez diramiyam ku belkî gotnên min vala xuya
bikin,jinek di kolanê re dimeşe,serqot,gumlekekî şîn û cînsekî sipî
li xwe kiriye, çi vala ye !
Lê
tu dizanî ?
min qet nekarî ez vê xwenê bi cih bînim.
mebesta min ku ez di kolana mala me re bimeşim,serqot,gumlekekî şîn
û cînsekî sipî li min.
ez bawer dikim ku ezê bimirim berî ku kolana me bibîne çawe pora min
ya sivik li ber bayê dikeve.