Hevgirtin   Kurdi عربيEnglishSwedish Deutsch

 
 

rojava@rojava.net

 
 

Kurdologî


Kurmancî


Mafê Mirovan


Arşîv


têkilî


 

 

Çivîka nasik

 rojava.net 22.06.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

helbesta:Amal Newar ( Libnan )


wergerandina: Xelat Ehmed





Ezê herêm çiya da giyanê min fireh bibe
Ji lerzîna ezel re
Ez ya ji levxistina perîkên çivîkekê kêmtir
Ji ramana pirtikekê gunehkartir
Ez ya ji buhrîna runahiyê li ser avê re naziktir
Dê di zehmetiya sihan re bimeşim
Û jibermaykên temenekî hurbuyê
Bi devê jibîrkirinê ve bikim
Mij,dê min wek bazinê sihrebazekê bipiçe
Laşekî bi êşa xwe tîr dibe
Ezê daran bi serma xwe bixînim
Di çaxê ku dilê xwe li dilê xwe yê herî kevnar dipêçe
Dê pirtuka bayî bixwînim di bîranînên keviran de
Û li gurbûna wê di rayên bêdengî ya xwe de temaşe bikim
Çavên min wê di çavên bêdawiyê de windabibin
Û nîrîna min di çermê min de çavgirtî dimîne.
 

 


 




 

 

 

المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE