|
Li
ber dergehên „Kurdistana hov“
Hoşeng Broka
(2)
Çavên hov
Yek ji taybetmendiyên wê kuştina „şerefa hov“,
ku Duwa tê de, hate kevirbarankirinê, ew bû, ku
ew kevirbarankirina „namûsperwer“, taybet bi „çavine
hov“ ji bo hin çavên din, yan jî aqilên di çavan
de, mîna ku berê hazirî jê re hatibin kirinê,
hatibû kişandinê.
Datayên dîmenên kevirên wê „mirinçêkirina hov“,
ku bi çavên ji „kultûra hov“, hatibûn kişandinê,
ew kuştina „namûsa hov“, internet û internet, zû
birin belavkirin û provokekirinê.
Lewre, ev kuştina „namûsa hov“ di gelek medyayên
cîhanî de, bi awayekî pirr berfereh û provokatîv,
li seranserî dunyayê çû belavkirin,
analîzekirin û sorsorkirinê.
Aqilê hov
Jixwe tê zanîn, ku Kurd ji berê de, hatine
naskirinê, ku „aqilê wan di çavên wan de ye“.
Kewate, ew çav û çav, berê xwe didin „aqilên yên
din“, herwekî çawa, ku ew bi heman çavan, berê
xwe didin aqilê xwe bixwe jî, ku ew ji çavan
heta bi çavan e.
Bi ya min, ev „aqilê di çavan de“, yan jî aqilê
ku ji bîra çavan tê, „aqilekî hov“ e, yan jî
aqilekî weha ye, ku hîn berê wî li dehlê ye, yan
jî bêrê dehlê lê ye.
Ew „aqilekî hov“, ji hilmûgulm û bihna dehlê ye.
Vê bûyera kuştina „namûsa hov“, bala pirr aqil û
çavên bi Kurdî, çi li derveyî Kurdistanê, çi jî
li hundirê wê, çi li serê wê, û çi jî li binê wê,
pirr kişand.
Bê guman, ew kuştina kevir û kevir, ji hêla
pareke mezin ji aqil û çavên bi Kurdî ve, hate
temaşekirin û heyteholkirinê, lê pirsên bi Kurdî,
bi ya min, giring, ku dikarin wexta wan çav û
aqilên Kurd û Kurd, werin lidarxistinê ev in:
Aya çend aqil û çend çavan ji wan,
kevirbarankirina xwîna Duwayê, Kurdistan û
Kurdistan, xwendin?
Çend çavan ji wan, ji kuştina xwîna Duwayê û
wêdetir, kuştina Kurdistanê, xwendin?
Çend aqil û çend çavan, bi Kurdî, di xwendina
kuştina wê „xwîna bêrî“ de, kuştina „xwîna
qanûnê“, xwendin?
Çend aqil û çend çavan, bi Kurdî hewl dan, ku di
şirovekirin û analîzekirina „Kurdistana Duwayê“
de, berê Kurdistaniyên wê, ji „Kurdistana hov“,
bidin „Kurdistana mirov“?
Bi qasî şopandina min ji „deng û rengên“ vê
bûyera hov, terorperest, û ehmeqane re, û
herewha hin bûyerên din yên girêdayî heman
riftara „kwînêr û hestyariyên olî“ , ku hem berî
wê, hem jî piştî wê rû dan, ez dikarim bibêjm,
ku Kurdistana halê hazir, ne bi xêr e.
Li gorî rûpelên bi Kurdî, ku „tolvegirtina“
xwîna Duwayê, li xwe parve kirin, diyar bû, ku
bi qasî wê „kevirbarankirina hov“, „qelembarankirina
hov“ jî, li Kurdistanê, heye.
Bi qasî rûdana „kevirên hov“, ku ji wê „xwîna
bêrî“ vedigeriyan, qelemên bi Kurdî, „hov“ jî,
ku mîna „kêrên xezebê“ diçûn zikê „Kurdisatan
resen“, rû dan.
Qanûna hov
Ji şemiya xwîna Duwayê û vir de, diwêta bi Kurdî,
bê navber, navê kuştina heskirina wê, ya bêrî,
hildide.
Lewre, mirov dikare „Duwaya kevirbarankirî“, li
ser asta bîra diwêtê, wek navê „mirineke
bextewer“, li qelem bide.
Li jêr sernavê „Duwaya Êzîdî“ û kuştina xwîna wê,
heta aneha, bi sedan nivîs, gotar, helbest,
hawarname, yadaşname, gilîname, gefxwendin û
fetwename…htd, çûne belavkirin, heyteholkirin,
helalkirin û heramkirinê.
Heta dema nivîsandina vî „giliyê vekirî“, li
gora „google“, bi Kurdiya alfabêta latînî dora
315 rûpel, û bi ya alfabêta Erebî 819 rûpel, û
bi Erebî 961 rûpel, internet û internet çûne
belavkirinê.
Diyardeya herî serincrakêş, ku dikare li
seranserî pirraniya van rûpelên, ku navê xwîna
Duwayê hiladane, were xwendin ew e, ku wan ji
her tiştî bihtir, „dînê“ Duwayê, wekî „dînekî
hov“, li şermezarkirin û mehkûmkirinê dayîye.
Pirraniya wan rûpelan, Duwa wek qurbana qanûna „dînekî
hov“, li qelem dayîye.
Erê, ma Xwedayê kurt û Kurmancî, kîjan asmanî,
kîjan duwayê, kîjan qewlî û kîjan dirûzeyê,
kevir bi Kurdî, birine destên hov, ji bo
kevirbarankirinê?
Dînê ku keviran bide destan, daku xwînan bi wan,
li kuştinê bide, „dînekî hov“ e, lê Xwedayê
Duwayê, bi Kurdî, wisa negotiye.
Xwedayê ku kêran bide destan, daku xwîn bi wan
herin gurandinê, ew „Xwedayekî hov“ e, lê
Xwedayê Duwayê, bi Kurdî, „pirtûka kêran“,
nenivîsandiye.
„Qanûna dewletê“, li wir, ku Duwa bo destên hov
hate radestkirinê, ji ber lingên „Pêşmergeyên
zêrevan“, û hêzên asayişê, hildipekiya, lê kesî
basa canabê navê wê nekir.
Her kesî basa „dîn û civaka Duwayê“, ku ew hov û
hov birin û anîn, kir, lê çu kesî basa „qanûna
dewleta“ wê nekir.
Her kesî kir bas û bazara „dînê hov“, civaka hov“,
„kultûra hov“ û „Şeytanê hov“, lê çu kesî basa „dewleta
qanûna hov“, ku li wir, bi „çavine hov“,
temaşeyî heman xwînê û heman kevirbarankirina
hov dikir, nekir.
Her kes dizane, û yê ku nizane jî bila bizanibe,
ku qanûna heta aneha li Kurdisanê serdest(ku
yeka wê nabe dû), qanûna dîn, eşîret û partiyan
e.
Li ber çav û guhên Kurdistanê û „qanûna“ wê, bi
sedan jin bi destên mêrên wê yên hov, hatine
kuştin û serjêkirinê. Gelo çend hov ji wan, bi „qanûna
dewletê“, hatin dadgehkirinê?
Statîstîkên fêrmî (http://www.netkurd.com/nuce.asp?id=1133),
ku li gorî wan, her roj 2 jin(1,95) li „Kurdistana
azad“, xwe dikujin yan jî tên kuştinê, didin
selimandin, ku jin(ji malê heta bi gorê) li şûna
„qanûna sivîl“, ew bi „qanûna şerîf“ ya dîn
eşîret û komelgehê, tê darizandinê.
(Bo agahiyên berferehtir, Binêre:
http://www.daralhayat.com/society/youth/11-2006/Item-20061105-b9867b68-c0a8-10ed-0108-ea4938756fe3/story.html
&
http://www.rezgar.com/debat/show.art.asp?aid=73119)
Tenê bo nimûne, berî Duwayê, di serencama
bûyerên „15ê Sebatê“ de, dîsa li ber çav û guhên
„pêşmergeyên zêrevan“ û qanûna wan, ya „zêrevan“,
jina bi navê „Roj“, ya ku bi „zinêkariya hazir“,
hate tawanbarkirinê, bi destên hin „hovên nêr“,
li Şêxanê, hate gurandinê.
Aya çend rewşenbîrên Kurd, li seranserî
Kurdistanê, navê wê, wek qurbana „namûsa hov“,
hildan?
Çend Kurdên nivîsandinê „Roj“, wek „şerefeke
gurandî“, nivîsandin?
Çend Kurdên „qanûnparêz“ ew „qanûna“, ku „Roj“
wek „qurbaneke şerîf“, li jêr kêrên wê, çû „kuştina
helal“, mehkûm û şermezar kirin?
Çend berpirs û çend „berqeleman“, bi Kurdî, doza
sîmbolîzekirina xwîna wê, ya gurandî, wek xwîna
Duwayê ya kevirbarankirî, kirin?
Kîjan sernivîser û „binnivîserî“, kîjan rojname
û „şevnameyê“, kîjan yadaşname û „holdaşnameyê“,
kîjan malper, kîan koçk û civata li ber sîha
kîjan dîwarî, basa vê gurandina „helalkirî“, „namûsperwer“
û „şerîf“, kir?
Gelo ma ev „Duwa“ ne ew „Roj“ bû?
Erê, ma ev „kevirbarankirin“ ne ew „gurandin” bû?
Gelo ma ev „kevir“, ne ew „kêr“ bûn?
Aya ev „namûsa hov“, ya kevir û kevir, ne ew „namûsa
hov“, ya kêr û kêr bû?
Gelo ma ev „qanûna hov“ ya wexta
kevirbarankirina xwîna Duwayê, ne heman „qanûna
hov“, ya wexta kêrên li ser stûyê „Rojê“ bû?
Erê, ma ev „şehîda bi Kurdî“, ya vê „Kurdistana
keviran“, ne heman „şehîda kurt û Kurmancî“, ya
wê „Kurdistana kêran“ bû?
Dûmahiyek heye…
hoshengbroka@hotmail.com
|