|
Helbestin ji erebî
Helbest: Mehmûd derwîş
Werger:Abdulkadir Musa
Ez ê pesnê evê sibehê bidim
Ez ê pesnê evê sibeha nû bidim, ez ê şevan ji
bîrbikim, hemû şevan
û ez ê herim bal bi gula dirawse, ez ê awayê wê
yê kêfê birevînim.
Ez ê meywe ya roniyê ji darine şipya biçinim bo
hemiyan..
Ez ê kat hebim bo awaza zemawengê li ser perên
evê kevokê bibihîzim.
Silav li her tiştî…kolanên weku xelkê
rawestiyayî dinavbera du rojan de..
ji xakê re nîne bilî balinde yên ku di ser
stranan re difirin,
û ji balinde re nîne bilî gerdûna daliqandî li
jora daran.
Silav li xewa yên ku kat hene ji demê bo
bixwînin...û silav li yên westiyayî.
di evê sibeha wiha xurt de tu ji min re dibêje:
ez ê vegerim mala dayika xwe?
Di evê sibeha wiha de tu dilê min li min
vedigerînî li ser sifriyeke ji kaxezê?
Ma tu nikarî heyvekê vemirînî
Ma tu nikarî heyvekê bitenê vemirînî bo ez razim?
ez hinekî li ser çogên te razim, da axaftin
şiyarbibe
bo pesnê pêleke ji genimê ku di nav rehên xiştê
de şîntê? tu ji min difirî xezaleke ku ditirse,
û li dora min dîlandikî.ditirse û dîlandike li
dor min
û ez nikarim bigihêm dilekî ku destên te gezdike
û diqîje: Bimîne
da bizanibim ji çi bayî ewrê kevokan bi ser min
de tê.
Ma tu nikarî heyvekê bitenê vemirînî bo ez
bibînim
Pozbilindiya xezala aşûrî ku heyvekê li
nêçirvanê xwe dixe
Ez li te digerim û bi ser venabim. di min de ka
Somer..û ka Şam?
Di bîra min de hat ku min tu jibîrkiriye. de
dîlanê di bilindbûna gotinan de bike.
Cara yekemîn deryayê dibîne
Cara yekemîn deryayê ji hundirdê xwe ve dibîne.
Gemîya me reşahiyê hildigire û li benderina ji
reşahiyê re digere. me xweberî li erkekî ji
gotinan re, û ji pahnîya „Aşîl“ re dikir. me ev
chûyîn ta destpêkê didomand. wê kî deryayê
rawestîne bo em destpêkê di peravê wê de bibînin
û romannivîsê ji nava me gemîber bi paş ve
dikişand, divat li dengê Beyrutê vegere:
dernekevin.beşekî nû li ser şakaran, û li ser
kujerê xwe dinivîse
û gava nivîsîn bidawî kir, lehengên çîroka wî
rabûn listikê,
bi ser de mîztin û bi ser Babil a wî de mîztin
bo deryayê ji nava xwe ve bibîne,
û barê gotinan bigire ser milê xwe.
|