rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:43

 

 

Li Qersê

Şengül Oğur


Li Qersê, zembelîlk ji bên digihe erdê
dema kû dikumişe şev
hêstir ji bijankan nabe li nav nivînan
dengê qêrînan jî qeşa digire
li kolanên tazî, Nataşayên mad spî
li hêviya bihareke kesk in bêhêvî
di qoncikên hefnikî de
zilamê li derve sorgewez, birûmet!
diçe û tê, edem dike xwe
edem dike berfa pûk
xeyalên bûk
di xewnan de jiyanek sar dest pê dike
di xewnan de çivîk mirî
di xewnan xewn ...!

 

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE