rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:43

 

 

Konferansên li derve û xêzên sor

Salih Cefer



Yek ji encama siyasatên şofînî ku li rojavayê Kurdistanê bi kar hatî, koçberkirina kurdan bû. Ji ber rewşa abûrî ya xerab û zulm û zordarîya rojan e, milet berê xwe daye derve û li hemû dewletên cîhanê belav bû.

Kurdên li derveyî welêt di van çend salên dawî de roleke gelekî baş di piştgirîya doza gelê xwe de li welêt lîstin. Gelek kar û xebat li welatên derve hatin li darxistin, bi taybet jî piştî serhildana 12ê adarê û piştgirîya nemir M.Xeznewî.
Ev kar ji alîyê rêkxistinên tevgera kurdî û hin kesayetîyên serbixwe û bi alîkarîya hin dezgehên welatên ku lê dijîn hatin li darxistin.
Piştî geşbûna doza kurdî li perçeyên din, livek kete nav civaka kurd û ji tevgerê xwestin ku xwe bide ser hev û karê xwe pêş bixîne û sûdê ji derfetên ku çêbûyî bigire, lê tevgera kurdî û ji gelek sedeman nikaribû ev xwestek pêk bianîya.
Kurdên li derveyî welêt dixwazin zorê li tevgerê bikin ku wê ber hev bibin û siyaseteke nû li gor rewşa nû ya Sûriyê bikarbînin.
Pirsa mezin ku tê holê ev e, gelo çima tevgera kurdî li welat nikare ber hev ve were?
Sedemên vê yekê ji her kurdekî re zelal in, lê tevî zelalbûnê jî hîn dixwazin şêweyê zorê berdewam bikin.
Piraniya hêzên tevgera kurdî nikare xêzên sor derbas bike. Çalakiyên li derveyî welat yek ji wan xêzên sor e ku recjîmê li hember hêzên siaysî Sûriyê danîne.
Mafê tevgerê heye ku hin rexne li çalakiyên li derveyî welat bike. Wek: rengên pê tê kirin, kesên pê radibin, mebesta wan jê û helwestên jê derdikevin…..td, lê mafên kurdên derve jî heye ku daxwaza bervehevhatina tevgerê bike.

Lê gelo rast e pêwîstiya konfiransekî ji bo damezirandina komîteyeke niştimanî kurdî li Sûriyê li Broksil heye?
Tevgera kurdî li welat tevgereke hundirî ye, hemû berpirsiyarên tevgerê li welat dijîn, derfeta
dîtina bêtirî derve li ber wan heye, îca çima wê konfirans li derve li dar kevin?
Ev rengê zorê li ser tevgerê û bi taybet jî li ser yên ku vê siayastê napejirînin, bê sûde ye û çend konferansên li derve çêbûyî vê rastiyê didin nîşandan.
Ya nêzîkî rastiyê ew e, ku kurdên li derve bi hemû rengên xwe, rêkxistin û kesayetiyên serbixwe karekî ji bo damezirandina komîteyeke an dezgeheke bo kurdên derve tenê bikin.
Hebûna dezgehekê bo kurdên biyaniyê pêwîstir e ji hebûna dezeheke pêknayî bo tevgera kurdî li welat.
Dem hatiye ku kurdên biyaniyê dev ji xewnan berdin û li gor şert û mercên welatên ku têde dijîn dezgehên xwe ava bikin û piştre dezgeheke giştî ji bo hemû kurdên biyaniyê ava bikin, ji bo bibe zimanê kurdên li derveyî welêt.
Çima ev dezgeh ji bo kurdên derve pêk nayê, ma tu xêzên sor li derve jî hene? Ma kurdên biyaniyê rewşa tevgera xwe çareser kirine ku dixawzin rewşa tevgerê li welat careser bikin?


 

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE