rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:44

 

 

Berbanga Gulana Xopanê

“Ji bo bîranîna şehîd şêx Maşûqê Xiznewî”

Lava Derwîş

Gulxwînên adarê serî diçemînin
di barbanga gulana xopanê de
û karwan ser riya te de diçin
ey şêxê şehîdan…
bi alî berbanga welat ve
û
kujerên te hîn li te digerin..
Ey şehîd..

mîna sunbilan
tu xwe diyar dikî di nav tishtan de

Kevoka ber qeraxê şeva kor
bi firê ket
bêxewiya deştan û keviran
veciniqand ..
Rewanê te bi evîna zeviyê têkel bû
û ji xwirîna avê zelaltir..
peyvên pîroz afirandin

Gulxizêmên mişextiyê serî diçemînin
di berbanga gulana xopanê de

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE