rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:44

 

 

Firavîna sibe

Jaques Prêvêr
Ji firansî: Anahîta Hemo


Wî qehwe rûkire fincanê
Wî şîr rûkire
fincana qehwê
Wî şekir rûkire
Di qehwa bi şîr de
Û bi kevçiyê tevdanê
Wî li hevxist
Wî qehwa bi şîr vexwar
Bê ku bi min re biaxive
Wî çixarek,
Vêxist
Wî girover çêkirin
Ji dû
Wî xwelî rûkire
Di xwelîdankê de
Bê ku bi min re biaxive ,
Bê ku li min binere,
Ew bi xwe rabû ser xwe,
Wî şefqa xwe li ser sere xwe danî;
Wî mantoyê baranê li xwe kir;
Ji ber ku baran dibariya;
Û wî barkir; çû
Di bin baranê de,
Bê peyvekê,
Bê ku li min binere,
Û min jî sere xwe,
Xiste nêv destê xwe,
Û ez pir giryabûm
 

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE