rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:43

 

 

Bêjeyên watedar di nava stiranên me de:

Dara dilê min di axa welêt de veşêrin

Hesenê Alê



1
Xwaskek dilê min û te bibûya
Minê bifrota kirasî ber bedenê.

2
Edulê bi kenê xwe doxîna mêr û mêrxwaza sisit dikir.

3
Miradê ne ji dil be,
bila ji axa gora ra bimîne.

4
Sîng û berê min keçikê ji te re mexelê mîya ye

5
Li me hilatiye stêrka ber quraxê
Dest û piyên te hê di bedana min dane

6
Ez mêvanê bîst û sê biskên te zerî me
Xwîna wan keliya ser dilê min û te

7
Tu bibe mêvanê nîva şevê,
mêvanê hembêza mezin

8
Sîng û berê min evdalê ji te re text in,
him li ser rakeve û him jî bixwe.
Her du cot memikên min mubareka te ne

9
Dê gawirê bav ecem ê

10
Rihê bizdoneka bi sîngê gewr şa nabe

11
Yê ku ketî navbera du dila
mala wan bibe hêlîna teyr û kebkeboka
Yê ku nexwastî dilê me, mala wan bibe mala Fila.

12
Ma tu bi qurbana gobeka mina wek hîva çarde şevî bî
Sîng û berên min keçikê, min xezalê
sêniyek ji te re sêniyek hingivî(ê) Sêrtê

13
Sîng û berên min ji genimê nanê salê bihatir e
Ji şekirê Hamid û Hilo şêrîntir e
Ji pembo gewrtir e
Ji dilê çûçikan narîntir e.

14
Çûçikê ezman perikên xwe ji xwe kirin
û li evîna min û te mêzkirin
Miriyên mezela kefenên xwe di xwe werdan, di nav gora xwe da rûnistin û li evîna min
û te mêzekirin

15
Te ez kirim fincana ferfûrê bi qehwe qehwe gerandim.
Te ez dam dest terziyê nezan û qusandim
Te ez birim li suka Ameda şêrîn rezîl û riswa kirim
Te ez firotim Qereçiya û gawira

16
Herdu memikên ji te re sêniyek
penêrê xam û berdira (berinîrayî)

17
Sîng û berê min keçikê bûye penerê pezê Qerejdaxê,
tê ke nav parzûne bigûvêşe ma av jê dere

18
Sîngê te zozan e û gotinên te deştê(in)

19
Kumalê û kumal bavê te ji min belangazî xêr e

20
Bi ser can û cesedê xwe da kişandiye wekî marekî reş û sipî
Gava te maçek da min sê didane min di devê min da sist bûn

21
Dîno sîngê min baxçê gulan e
were tê da mexel be,
xema dilê xwe pê birevîn e

22
Dev dost e, zik dijmin e

23
Ziman xweşê, dil neyarê

24
Delaliyê mino, ez hestiyê te ji xençera mêrxwaz ra bikim destî.

25
Li me nehat hestirka ber quraxê

26
Ber û sîngê min mifte ye, weke dîno lê bi ewir e.

27
Kefenê min bila ji kirasê ber bedenê te be

28
Çavê min ma li gundê we.

29
Beranê poşek di nava sîngê min da

30
Min sond xwariye bi sonda mahkem e

Rabe bicehimîne devê te ne laîqa wan sûretê minê xweşik û narîn e

31
Sîngê min wek defter li ber te vekirî ye.

32
Eger tu sîngfiroşî ez mişteriyê te yî ewil im

33
Sîngê min berfa zozana ye tu ne laîqa wan î

34
Memikên min fincana nole û tê da heye qehwa Yemenê

35
Tu bi qurbana gobega hîva çarde şevî bî

36
Cotê memikên min ji şekirê Hamid û Hilo şêrintir e
ji pemboyê deşta Mêrdînê gewirtir e

Ji wî pemboyî ji xwe re bike kirasekî hemedanî bi neqiş e

37
Lo lo kûr bûya tu bi evîna me neêşiyayî
lê miriyê gora dilê xwe bi evîna me êşandin

38
Herdu memikên min bi kêra qelemtiraşê bi dîl im ke, ma şekir ji nav birijê

39

Jina çê hey sultanê, emrê meriva bi qurbanê

40
Di pê nefsa xwe neçe, nefs çetin e

41
Merivê nefs pîs her tim doxîna xwe sist be

42
Min ji te re çog dan erdê lawek anî

43
Min serê zer memikên xwe çirpan ji birîna te re kir derman

44
Delalê malê li ser hespa kuheylan,
ez bi qurban bim ranê delêl hatine kutan e

45
Darê dergûşê li serê min bû bela

46
Lo dîno were tewafa sîng û berên mine
wekî berfa Qerejdaxê yî spî bike
serê xwe deyne hetanî serê sibê

47
Ez bibûyama duwanzde movik tê ketama ser piyê xelkê delal siwarê Hemdaniyê

48
Lo lo lawiko xerabo, te ne ez xwastim û ne jî revandim eşqa min û te bû serma çila

49
Kirasê bedena te xewna şevên min bû

50
Mîrata kitanê li min bû du qertela
Ezê kincên delêl bişom bi avê Ferêt
bi sabûna Helebê
ma jê bê bîhne kok qurnefîl e

51
Ezê romiyên kumsor bi qurbana ranê delaliyê xwe kim

52
Ezê ji lawikê dilê xwe re bikirim tutûna Bitlîsê
eger ku qiyma delêl pê nehat, ezê deynim ser cotê zer memikan û pêşkêşî delêlê xwe
kim.

53
Dayikê ez delalê xwe nadim sê ga yên cota

54
Memikên Nofê yek deşt e û yek zozan e,
wekî pezê Qerejdaxê xort lê diçerîne

55
Sîng doşekê, zend balîfê

56
Kêf û henek xweş in li ser xaniya û bin lihefê

57
Ez hilkiştim neqeba cotê zer memikan,
li min xist bayê zozana

58
Memikên min balgiyê te ye,
sîngê min deftera te ye

59
Sîng û berê delalê min wekî qendîla li ber mizgeftê ye

60
Delaliyê min ji tewlê sera derketiye nekeve tewlê xayîna

61
Di nivînê seran da çeqelên berî çiya mexel nakim

62
Te ez kirim paçekî bin sofîya bi diyar diyar gerandim
Te ez kirim pizika ser zimana ode bi ode gerandim

63
Lawiko min tu caran nediye û ne jî bihîstiye
şivanan beran û nêrî vegerandine ji bo bêrîyê

64
Ezraîl min bigire jî dilê min ji te sar nabe

65
Dîno seba xatirê te
duwanzde guliyên min ê ku pê qenterê hêştira dihatî kişandinê,
min ji bona xatirê te birîn avêtin ser qaryolê

66
Gidî lawo te xwe ji min re dipesand te digot, pêlên min pêlên behrê ne

67
Eger ku Xwedê li hev anî,
miradê me bibe li vê dinyayê,
eger ku li hev neanî miradê me di qanikê çavê me de bimîne

68
Hestirên min mîna tavê barana bi dû te dibarin

69
Xuşe xuşa baranê mîna lorikên dayika tên xwarê

70
Min ji çavên te ê reş û belek xatir xwast

71
Ji heftê sal şûnda mame sêwî
û li ber dîwar bi kesera te dinalim

72
Kevir û darê zozana şahîdê eşqa min û te ne

73
Eger li ba te xirab be, li ba min roniya çavê min e

74
Min ji bo eşqa te qul û qewarên çiya ji xwe re kirin mal û milk

75
Lawiko dîno were mala bavê min li ber çavê minê reş û kildayî rûne
sîngê min zozanên me ne

76
Dilê min bûye wekî behra wan
dilê te yî bûye kevirê sal e

77
Ez ê zêrê serê xwe bifroşim ji seran re, bi rê kim

78
Dil bi birîne, dil bi jane ji eşqa te û ji eşqa welat

79
Nenûkên mêrxasan kişandin bi kelpetana

80
Ew çi hezkirina bi êş û kelem e

Ez tim bindestî me, dil xirab û kezeb şewitî me

81
Dotmam hatin serê çiya wekî pilinga

82
Ez rêwiyekî riya we me heyranooo

83
Min rojeka bi tîn nedî, tim ewr û tarî

Ne li min havîn hat , ne jî bihar hat

84
(Ên ) min xwedî kir û mezin kir bûn dijminê canê min

85
Li ser serê gelê min her tim mij û dûmane

86
Ji destê qederê tim û tim dişkin em

87
Dara dilê min di axa welêt de veşêrin

88
Li welatê xwe bêxwedî û bêkes mane,
Li ser kaniya xwe bê av, tî ma ne

89
Nêzîka birînên min nebe birînên min birînên hezar sala ne

90
Bi hesreta welat qewirîm

91
Were pirske derdê min, ez bizanim tu dost û yara min

92
Bûkên dest bi hene li mala bava vegeriyan,
dergûşên şeş mehî di destan de man

93
Hetanî ku gurî nekeve canê te, tu xwe naxûrînî

94
Mal û milkê me ji xwe re kirin çerez

95
Ez ji agir çê bûme, ez ne kurdê berê me

96
Ez ê ji siwarê xwe re guharên xwe bi nal kim, bazinê zendê xwe hûr bikim, bikim
bizmar e,
keziya xwe bikim teng e,
biskên xwe bikim hevsar e.

97
Ez ê rabim kumekî çêkim bi lîrîka
(lira), ez ê darekî lêxim bi heqê gakî,
Ez ê nivîştekê lêxim bi devekî.

98
Porê serê min sor e, nava min wek qendîlê

99
Ezê sîng û berên xwe jê re bikim axa qebra ye

100
Destên xwe li gerdanê zer werîne( bipêçe)

101
Destmala ku min li sîgna te şil kirî,
ez ê bavêjim ser û çavên xwe û xwe bavêjim nava çeman

102
Di ber delalî min de heye xençara zîv û zêrînî

103
Ramûsana ku te sala çûnî maç kirî,
hîna şûna xwe kul e

104
Ez ê zêrê serê xwe bifroşim ji delalî
xwe re tifing û xençera bistînim

105
Tu bûyî şekirê Şamê li ser lêvên min ê qeytanî helya yî

106
Te memikên min ên mîna nala kewa nexwarin kirin nesîbê pîsa

107
Yên ku ketin navbera dilê min û te,
mezinên wan bimirin û biçûkên wan nikaribin meytan barkin.

108
Memikên min ji te re fitara êvara ne

109
Cotek ramûsanên min ne erzan in, bi heft keriyên mîyan in,
bi heft kêrî cûran e,
bi heft mulkan e,
bi heft dehşikê keran e,
bi heft kod sîrê teyran e

110
Heft sala di mala xwe da nan û arvên qe nebîne.

111
Bila nan bi kêrgî be, ew bi xwe tajî be,
para qe neghîne.

112-
Xwe nede darê bêska û dergûşa nebêje,
de nenî nenî.

113
Bila mîza zarokên nêr û mê ji dayê xwe qe nebîne.

114
Xwedêo !
Ela ! bila mezinên xwe li mezal bin,
biçûkên xwe fex li ser bin,
xortên xwe çav kor bin,
pîrên xwe rûreş bin
Nan bi jehirê be,
dev bi qahwê be, bila li devî gelî,
newala serserî bi keçên wan şa bin,
zik tijî bin,
hembêz vala bin.

115
Nav serê giran mêr û mêrxas be,
hespê di bin te da hespekî sor e, siwarê hespê ferîz û zor e,
dijmin qirk e welat azad be, mêraniya te ra dilê min şa bû

116
Zeraqa tavê li sîngê Eyşanê lêdaye

117
Bira tûrê parsê li mil be,
bira tijî garis û gil-gil be,
bira tûrê parsê qul be

118
Min sond xwariye adek pê ra, pêşî te, tu dest naçin wan paşila.

119
Min ji te re negotiye; gula xwe me de bi sosinê, mîyên xwe me de bi bizina.

120
Dest mal sor î, pêşmal şîn î, dev bi gul e,

121
Mêrê te çûbû eskeriyê, ez wekîlê mala te me

122
Ez maç kim cotê memikê te ye,
mirin heqe, qebra tarî mala me ye

123
Xwezî mirazê min û bejna bilind hesil bikira,
Minê bifrota kirasê ber bedena

124
Dil diziya Zîn û Memê tu yî; Leylayê û Mecnûn ber devkên te ne !

125
Mehmûd Beg ban kir Evdilrehman keko,
ev fermana ji berê da fermana bav û kala me ye, hêsîrên me stû xwar in li ber dîwara
û birîndar in
Êsîr şêrîne lawo me terkîne,

126
Te ez nexwastim û te ez ne revandim,
kirim marekî ji marê nîv kuştî, te li ser çiya ez rezandim.

127

Pezê lawikê min naxwe pelê melwendê koka tahl li sîrê,
ez bi qurbana tiliyê delalê dilê xwe bim, qerimî ser darê bilûr ê

128
Dilê min lawikê min bûye goşiyek tiriye Mêrdînê,
di sundoqa da bi ser hev da şîrêz daye

129
Were delal;
Mala me vaye, çira me vêketî,
agirê me dadayê, birayê min biçûk e li mekteba ye,
bavê min extiyar e li odê ye, pîra diya me heye, ji êvar da lihêf li serê xwe wer daye

130
Delal were taximê sîng û berê min keçikê,
ji te ra mexela mîya ye

131
Belkî xelkê xerîb bibêjin;
hûn ji ku da tên û ji ku da diherin,
ezê bibêjim em her du, bi hev ra nexwişk û birayê hev in,
bavê me yek e û dayikên me didu ne,
em ji ber zulm û mezalima Mistefa Kemal Paşa direvin

132
Ez terka xelkê delal nakim,
hetanî îslam nejo ser perê gawûra

133
Sîng û berê min yetîma Xwedê
Mîna paytextê Kurdistanê
Salê duwenzde meh,
Dewletên Ecnebî daim li serê.

134
Te ez nexwastim, ne revandim
Te ez kirim darê tenûrê reş kelandim.

135
Koçer im, xerab mal im
Kurmanc im bêpergel im

136
Ez ê rabim vê sibê zêrê serê xwe biqetînim
Ji ciwanika dilê xwe re bikim cotek nal e
Ez ê xizêma pozê xwe derxînim
Ji ciwanîka delalê dilê xwe re bikim gelo
hûr bizmar e
Ez ê serkezîkê xwe evdalê biqûsînim
Ji ciwanîka delalê dilê xwe re bikim
ser kelek û dor hevsar e

137
Eger te mêr kuştiye em bidin te xwîna mêrê
Eger te jin revandibe em bidin te qelenê jinê
Eger tu çav tirsandî dixwazî bibe bi qelenê diya xwe de

138
Giştik çav zerik in, diran sêrek in, dev rûtik in
Alê danîne, alê danîne, kes nizane bav kîjan e
(Strana Sêx Seîd Zîna Îbo)

139
Ez hawar dikim Kurdên Turkmenîstane dûr in, kurdên dor paş me xaînin.

140
Me dijminê xwe hertim di hundirê xwe de gerand

141
Wendakirin û talan tu dibê li enîya min hatiye nivîsandine


 

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE