rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:39

 

 

Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a şehîdbûna Şêxê Şehîdan
Ehmed Huseynî

13
22Ê GULANÊ

13

Min ji mirina xwe şerm nedikir
Min ji derewên xwe şerm nedikir
Min ji evîna xwe şerm nedikir
Min ji deynên xwe şerm nedikir
Min ji helbestên xwe şerm nedikir
Min ji lêbûrînên xwe şerm nedikir
Min ji sermestiya xwe şerm nedikir
Min ji dilbijîna xwe şerm nedikir Şêxê mino!
Min ji dilxelandina xwe şerm nedikir
Min ji nifir û laneta xwe
Ji zirzî û bêciriya xwe
Ji têwerbûn û dilsadiya xwe
Û min ji tenhatiya xwe jî şerm nedikir Şêxê lêbûrînan!

Di Êvara Şîna Şîn
a çelkuştina te de,
bav û diya min, hevalên min û şehîdên serîhildana Qamişlokê dihatin bîra min...
Qazî Mihemed û Şêx Seîd û Mele Selîmê Bidlîsî û Mezlûm Dogan û Ebdul - Melekê şehîd û serhedê ewqasî tenik û xwînşêrîn û Silêmanê Adê yê bêguneh û şewata birayê min dihatin bîra min..

Di Êvara Şîna Şîn de Şêxê mino!!!!
Her kesî bêriya êşa xwe dikir,
Min dixwest ji wan re bibêjim ku xweşikbûna me di êşa me de ye,
ku spehîbûna me di birîna me de ye,
ku serfirasiya me di bindestiya me de ye,
ku ciwaniya me di renckêşana me de ye,
lêêê,
Birîna te ji gotinan dijwartir e..
Şîniya te ji hemî şîniyan girantir e
Di Êvara Şîna Şîn de:
Evînê!!!
Evîna Welat,
Xwe di xuşîna şîna şîn de hogirî Hogirê Çayê Kurmenc dike!
Di wê şeva dawîn a jidayikbûna mirinê de
Di wê şeva dawîn a hevdîtina xwe û kolanên beravêtî yên mirinê
Wê şeva xwe ya ji zîvê rondikan
Wê şeva xwe bi Efrînekê, bi zeytûnekê û bi landikekê dilorîne..
stirana xwe ya ji nijadeke kelogirî
di pêjna şevnemê de direqisîne!
Min agir bi welatê baranê dixist,
min agir bi şahinşahiya derewan dixist..
min xwe jî bi êgir dixist..
Min reşeçariya diya te bi ser termê xwedê de radixst,
tu bi poşmanî derbasî kilîseya kila xwe bûyî!
Tu di bahoza Dilo Megrî de,
Şêxê Şehîdan bi hêsanî digirînî!
Şeva te ya ji perdeyên bêrîkirinê,
di xelwetgeha mirîdên evînê de,
nema xwe û tayên mirinê
ji hev û ji cezbeya min nas dikirin...
wek wê nisrîna ku daristanê hildigire
wek wê nisrîna ku bi dîdarî daristanê berz dike,
keskê Şêxan bi dilovanî berz bike
û ji çavên şevê re bibêje Dilo megrî!
Min jî ji Nezîr palo re digot,
Ji Reşîd Heso re digot,
û ji morê qederê re digot:
Meggrîn!!
Şêxê we li vir e..
Şêxê we him Sîzîf e him jî kevir e..
Wê şeva dawîn
Di himbêza rûbarê we de
Zeytûnên Rejoyê
Zeyzafînên Hisiçayê
lêbûrînên xwe
ji keskahiya cubeyê qederê dixwestin..
min jî wek ezmanekî sahî, xwe hogirî piyalên vala yên mirinê dikir!







Berdewam dike ....

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 


Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a Şêxê Şehîdan

10Ê GULANÊ 1

11Ê GULANÊ 2
12Ê GULANÊ 3
13Ê GULANÊ 4
14Ê GULANÊ 5
15Ê GULANÊ 6
16Ê GULANÊ 7
17Ê GULANÊ 8
18Ê GULANÊ 9
19Ê GULANÊ 10
20Ê GULANÊ 11

21Ê GULANÊ 12

22Ê GULANÊ 13
23Ê GULANÊ14
 
24Ê GULANÊ 15
 25Ê GULANÊ 16

17 û 18 26Ê GULANÊ

 

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE