rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:44

 

 

Peyv û nepeyv

Berzo Mehmûd



Di lêkolîna meyî bûrî
*de,ligor tiyoriya morfêm bi têrm û têgeyên wê ve, me da xuyanîkirin ku wek çawe di warê morfolojî de du cor morfêm hene, wusa jî di warê rênivîsê de du cor morfêm hene, û ev herdû cor jî di herdû astên peyvê de peyda dibin:

1- astê ferhengî
2- astê ristesazî

Bo nimûne peyva (di ... ...de) morfêmeke serbixweye û ji du baskan pêktê, yek li pêşiya peyvê tê, û yê dîtir li pişt peyvê tê, ango ev morfêm di astê ristesazî de diyar dibê. Lê morfêmeke serbixweyî dîtir heye, ne tenê di astê ristesazî de diyar dibê, lê belê di ferhengî de jî, wek em bêjin (serxwebûn). Bi rastî ev peyv ji sê kertên serbixwe pêktê, lê dema ev kertên han bi hevre di yek rêjeyê de tên mebesteke cuda diyar dibê, ango wataya vê peyva nû, ya ku ji sê kertan çêbûye (ser + xwe + bûn), cudaye ji wan kertên wê, dema ku her yek bi tena xwe tê nivîsandin û bi tena xwe kar dikê. Inca ev kert (morfêm)ên han bi proseya pabendî yan jî lêkdanê peyveke nû û watayeke nû xiste destê me, ku ji wilo peyv re, peyvê lêkdayî dibêjin. Bi rastî di vê xalê de hinek tarîbûn tê ser şîkariya ziman ji herdû aliyên morfolojî û rênivîsê ve. Lewre min xwest ez polênkirinê bi şêweyeke dîtir ava bikim, herçende zimanzanê Firensî, Martînê hin pêşxistin xistiye tiyoriya morfêm de, û têrmekî dîtir anî ku ew jî monême (monême).
Polênkirina daneyên ziman yên watadar, ango daneyên kertkirina yekem, wek Martînî nav lê dike, pêwistî bi lêkolîneke taybetî heye, nemaze, ku ruwaleta zimanê kurdî û movikên wê bi awakî zanistî diyar bikê.
Lê min wa dît ku danîna rênivîsa kurdî dibê ku li ser du têgeyên giştî ava bibê, ku ew jî (peyv) û (nepeyv)in. Mebesta min ji zaraweya peyvê ew bêjeya serbeste û bi tena xwe, û bi şêweyeke serbixwe dikarê wata bidê; belê zaraweya (nepeyv) çêl wê bêjeya ku pabende, ango bi tena xwe û bi şêweyeke serbixwe nikarê diyar bibê. Lewre peyv ser bi berên peyvê فصائل الكلمة veye, wek: nav, hevalnav, û htd. û dikarê bi herdû şêweyan bê nivîsîn: çi pabend, û çi serbixwe, ligor têvajoya peyvê - sade, dariştî, lêkdayî. Lêbelê nepeyv nakevê ber nifşê berên peyvê فصائل الكلمة wek bêjeyeke pabend tê nivîsîn.

Berên Peyvê (word-classes):
Gava em dibêjin ev bêje yan ev parçeyê ziman peyve, mebest jê ew daneyên dikevin bin berê peyvê de –word classes, ku evane di zimanê kurdî de dih berin, dikevin bin du girûpan de:

1. Peyvên wataserbixwe (auto semantic words) ango: ew peyvin di wata û hebûna xwe de serbixwene, ew jî evin:
1) Nav noun
2) Cênav pronoun
3) Hevalnav adjective
4) Kar verb
5) Hevalkar adverb
6) Jimar numbers
II- Peyvên erksazî (amraz ew peyvên ku bi şêweyeke serbixwe wata nadin, dema ku di tevna ristê de diyar dibin, hingî bi erkên xweyî watadar radibin, ew jî evin:

7) daçek (prêpozişin)
8) amrazên lêkder (conjunctions)
9) partîkil particles
10) amrazên bangkirinê

Mebesta me di vê xalê de, em bêjin ku çi daneya zimanî bikevê bin berê peyvê de, bi şêweyeke serbixwe tê nivîsîn. Herçende sadebûn û nesadebûna peyvê, çi di şêweya ferhengî de, û çi di şêweya ristesazî de, dibê kêşeya herî giring di babeta lêkolîna vê mijarê de.

Nepeyv:
Ji wan bêjeyan re dibêjin nepeyv, yên ku:
I. nakevin bin berên peyvê de, yan jî ev bêje bi du erkan radibê, wek: (bi)
1- Ez bi basê çûme Şamê.
2- Stêrka bidûv.

Bêjeya (bi) di risteya yekê de amraze û dikevê bin berê peyvê de, lewre bi şêweyeke serbixwe tê nivîsandin, lê (bi) di rista duwa de pêşgire, lewre bi şêweyeke pabend tê nisîvîn. Herweha hin bêjeyên dîtir jî bi vî awayî hene.

II. Herçî pêşgir û paşgire bi şêweyeke pabend tê nivîsîn, ku herçî gîrekên di peyvronanê de bikar tên, dikevin bin şêweya pabendî de, ango nepeyvin

III. Herçî rêsekin (nîşane), ango ew morfêmên pabend yên ku di şêweya ristesazî de diyar dibin, evane hemî dikevin bin şêweya pabendî di rênivîsê de, her ev jî nepeyvin

Bi vî awayî, em dikarin zaraweya (bêje) wekû daneyeke giştî bikar bênin, ku nêzîkî li têgeya (morfêm) dikê li nik Bloomfield, û (monêm) li nik Martînî. Inca em tên ser du têgeyên serekî di warê şêweya nivîsîna bêjeyan de li ser awayê girafîmsazî الوحدة الخطية – تشكيل ku ew jî:

1. Destûra bendekirina bêjeyan li ser hêla خط nivîsînê,
2. Destûra dîtir cudakirina bêjeyan, yan jî peyvan li ser heman hêlê, ku ev jî hemi pevre van bêjeyên jêrî werdigirin, ku ew jî evin:
Ristesazî: Paşrês navrês pêşrês
Peyvronan: peyvdariştin: paşgir navgir pêşgir

---------------------------------------------------------------
* Nivîsîna Paşkokan (personal endings) Navbera Liken û Nelikanê de di Zimanê   Kurdî de
1. polênkirinê تصنيف classification
2. kertkirina yekem التقطيع الأولي
3. berê peyvê –word classes, فصائل الكلمة –
4. amraz أداة
 

 

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE