Franz
Kafka
Kurteçîrok
Lempên nû
Duh, cara yekemîn bû, ko ez
çûbûm nivîsgehên rêvebiriyê, di karê me yên danê şevê de, ez
mîna pêbawerekî hatibûm hilbijartin û li wir lempên me di sazbûn
û miştbûna xwe de ne pir geş in, gerek bû, min rewşa nebaş
durust bikiraya.
Nivîsgeha berpirsiyêr nîşanî me
kiribûn, min li dergehî xistibû û derbas bûbûm.
Sîpeyekî zirav, sipîçolkî, li
ber mêzê bi min re girnijî bû.
Pirtir ji pêwîsitiyê, serê xwe
çemandibû. Min nema zanîbû, gelo pêdivîbû rûniştibiya me, belê
kursiyek li wir vala hebû, lê weha min behwer dikir, ko baştir e
di seredana xwe ya yekem de, nedanîşim, weha jî min
çîroka xwe jipê vebêja bû. Ji
ber wê şermîniyê jî
bûbûm sedema tûşbûna wî gêncî rû bi rû bi dijwariyan re, lewra
pêdivî bû dêmên xwe li derdorên xwe biziviranda û berbi jor ve
bikiraya.
Eger nexwestibaya, kursiyê xwe
diguherand û ne xwestibû jî. Lê ji hêla din ve, hustuyê min
nedizivirand, tevî hemî razîbûnê, wî nîvawirek berbi banê odê ve
avêtibû, dema min vedibêja û min bê tadê lê dinerî. Dema ez
gihabûm dawiya axaftina xwe, ew rabû û hêdî hêdî destê xwe li
milê min da, min gotibû: wisa, wisa û xwe vekişandibû odeyeke
din, ko li tenişta ya din bû, cihê ko mirovekî bi riheke dirêj
beramberî me bû û bendewarê me bû, diyar dikir.
Şopa çu karî li ser mêza wî
nedihate dîtin, berevajî wê, deriyekî camî li ser bexçeyekî mişt
ji dar û keleman xemilandibû, vekirîbû, nûçeyeke biçûk ji çend
peyvan pêk hatibû, ji hêla xortekî ve, ku devê xwe êxistibû guhê
wî rêzdarî de û gazindeyên xwe arasteyî wî kiribûn.
Di heman demê de, rabûbû ser
xwe û gotibû:
„Wisa delalê min: -zimanê wî li
hev ketibû- Min behwer kiribû, ko dixwest navê min nasbikiraya û
ji ber wilo jî, min devê xwe vekiribû û daxwaz jê kiribû, ko xwe
careke din bide naskirin, lê wî axaftina min birrîbû-: „erê, erê,
baş e, baş e, ez te baş nas dikim- wisa jî tu, an jî hun di
daxwaza xwe de, ta radeyekê mafdar in, û ez û van rêzdarên
rêvebiriyê ên dawî, daxwazên we li ber çavan dideynin.
Ji min behwer bikin, dilxweşiya
we li nik me, giringtir e ji encama berhemên Karxanê.
Û çima na? Karxane,
dikare careke din serrast bibe, tenê hinek sermiyan pêdivî ye,
qeda bi pera bikeve, lê dema mirov nesax be, an jî jiyana xwe ji
dest bide, dê jin bî û zarok sêwî bimînin.
Ax delalê min! ji ber
wilo jî dibêjim: „ Her pêşniyarek ber bi misogerkirinekê,
rêxweşkirinekê, vehisînekê û luksuskirina jiyanê ve ye. Em jî
bi rêz li pêşniyaran temaşe dikin.
Kî pêşniyaran
bike, ew dostê me ye. Tu pêşniyarên xwe li vir bihêle, em dê bi
hûrbînî li wan bikolin, eger tiştekî bi kelk di wan de hebin,
bêguman, em dê di ser guhê xwe re neavêjin û dê bi cih bînin.
Hun dê lempên nû
werbigirin. Vê jî ji hevalên xwe re bibêjin, yên li jêr; ta em
serdabên we nekin mîna salonan, dê tebata me neyê li dawî de,
hun dê bi solên xwe yên pakij, derbas bibin û ji pakijiyê
bişemitin û eger ne weha be ji xwe êdî ji kokê ve axaftina me
nerast e. va me got.
Prometheus
Çar efsane li ser
Prometheus têne gotin:
Li gor efsaneya
yekem, ko Prometheus xinizî bi xudayan re kiribû,
dema ew nîşanî
mirovan dabûn, ji ber wilo jî ew
li Qafqasiyayê
perçîm kiribûn û xudayan teyrê baz hinartibûn ser wî,
ko ew û kezeba wî
ya mezin xwaribûn.
Efsaneya diwemîn
ew e, ko Prometheus xwe ji êşê diguvaşt
ji ber çikilandina
wan nikilên ko tim kunên kûr di latê de dikirin.
Li gor ya siyemîn
xiniziya wî ji hezarê salan ve hatibû jibîrkirin,
yezdanan ji bîr
kiribûn, baz bi xwe jî ew ji bîr kiribû.
Di çaremîn
efsaneyê de, mirov bêsedem westiya bûn,
xuda westiya bûn,
baz westiya bûn, birînên westiyayî qemûşk girtibûn,
latên zinaran nediyar bûn.
- Efsane hewl dide
tişta nediyar diyar bike.
Ji ber ew ji
sedemeke rastteqîne tê,
pêdiviye efsane di
nediyariyê de di dubarebûna dawî diyar bibe.
Şev
Di şevê de noq
bûbû, mîna ko carnan serî biçemîne û birame,
weha
xendiqandineke bi giştî di şevê de, li derdora xewna mirovan bû.
Lîstikeke biçûk,
xwexapandineke bêguneh,
ko ew di xaniyan
de dinivist, di textên hişk de,
li jêr banên pehte
de, raxistî an jî xwemelisandî li ser doşekê,
di nav desmalê de, di bin
serwerdan de,
ya rast wan hev dîtin mîna cara
berê û dûv re di beyebanê de,
hêwirgehek di betlanê de,
hijmareke bêhesab ji mirovan,
leşkerek, miletek, li jêr
asîmanekî sar û li ser xakeke sar,
avêtibû cihê ko berahîka nuha,
lê rawestiyabû,
enî bi zênd ve guvaştibû, dêmên
xwe li erdê êxistibû,
henaseke hêmin.
Û tu mezin dibî, tu zêrevanî,
yên din dibînî,
di rêça hêlankirina darên
şewitî de, ji êzingan,
li tenişta te. Çima
tu mezin dibî?
Pêdiviye mirov
mezin bibe, wate,
pêdiviye mirov li
wir be.
Wergerandina ji elmanî: Tengezarê
Marînî