|

KEREMKIN HÛN JÎ ALÎKARIYA PARASTIN Û
NASANDINA DEWLEMENDIYA KEVNEŞOPÊN ÊZDIYATIYÊ
BIKIN !
Xwandevan û berpirsyarên hêja!
Ez bawerim we jî weke min di gelek ciyan de
dibihîstiye û vêga hêjî bihezarê caran di gelek
ciyan de dixwînin ku hinek kesên berpirsyarên
mediyayê, pispor, zane, ilimdar, lêkolînvan û
ramanvanên me Kurd û xerîban gazina ji me
Êzdiyan dikin û dibêjin; “Di çapemeniya Kurd û
cîhanê de agahdariyên li ser Êzdiyan pir kêmin,
Rêber û Oldarên Êzdiyan naxwazin agehdarî û
nasandinên li ser dînê wan bêne nivîsandin. Êzdî
piraniya îbadeta xwe ye dînî didilê xwe de diken.
Êzdî li nava kesên ne ji dînê wan be de duhayên
xwe nakin. Di nava netewa Kurdan de, civaka
Êzdiyan ya herî paş de maye. Êzdî amiliya xwe bi
kesên ne ji dînê wan be naynin, nahêlin
bawermendên Êzdî jî bixwînin, binivisînin û hwd.
nizanim çê û ne çê ? ”
Bi dîtina min, ji xwe piraniya dînê dewletên
desthilatdar, çi yên berê û yên vêga hêjî hene,
bi şerê çekdarî û bi zorê hatine damezirandin û
pejirandin. Hukumetên serdest, dagirker û
nijadperest timî dîrok li goriya berjivendiyên
xwe dane nivîsandin. Evan bihemda xwe nehîştine
ku bargiranî, kêmasî û neheqiyên di dîroka me
Kurdên resen de hene zelal bêne xwanê û
şîrovekirin. Ji ber zilm, fetwa û fermanên dînê
kes û hukumetên desthilatdar piraniya „pirtûkên
dîrokê“ jî ne rast hatine û têne nivîsandin.
Dîsa ji ber wan e ku ev cûdatî û nezanî jî
ketine nava oldar û kultura me Êzdî/Kurdan û
piraniya xeleqên şopa dîroka jiyan û baweriya
bav-kalên me Êzdiyan ya demên berê jî ji aliyê
xerîb/biyanî, nijadperest û serdestên ku
cîh-warên me bi darê zorê dagirkirine ve hatine
tûnekirin.
Vêca, ez timî ji xwe ra dibêjim, ne raste ku em
hima dîroknas, ilimdar, oldar, dê û bavên xwe
seba van kêmasîyên ku ketine nav dîroka me
sucdar bikin. Îro ji me jî gelek erk têne
xwastin û divê em ji her demê bêtir alîkarîyê bi
rêxistin û tifaqên di nava civak û neteweya xwe
de bikin. Êdî derfet hene ku em bikaribin vî
ilmê Êzdiyatiya ku ji ber heftê û dû fermanan
xilazbunye zelal şîrove bikin û bi tifaqî bidine
naskirin ku rastiya Êzdiyatiya resen ji ber
gelek zilm, zor, û berjiwendiyên desthilatdaran
berovajî bûne. Çaxê em Êzdiyatiyê vêga li goriya
ilim û zanîna pêşerojê li ber dilên ciwanên xwe
şêrîn nekin, emê nikaribin piştgiriya nebiyên
xwe jî bi hesanî bigrin.
Hinek kesên ji we birêzan ku min nasdikin ew
dizanin, ji bo ku ez karibim hinek ji van kêmasî
û valiyên di nava dîrok, kultur, siyaset û
edebiyata me Kurdan de dagrim, min jî weke hinek
berpirsyarên mediyayê, pispor, zane, ilimdar,
lêkolînvan, nivîskar, rewşenbîr û ramanvanên me
Kurd û xerîban li goriya zanîn û derfetên xwe
heta vêga gelek lêkolîn, gotar û nêrîn li ser
hebûn, tûnebûn, hejmar, rewş, zilm û zora
bav-kalên me Kurden resen di gelek dezgeh,
rojname, kovar û malperên me Kurdan de
nivîsnadine. Ji vir û pêde jî, tiştê di vî warî
de bikeve ser milên min, ezê li ser vê derya bîr
û bawerên (kevneşopên) me Êzdîyan û li ser
kevnarîya dîrok, ziman û wêjeya Kurdî binivsînim.
Niha jî, min ji bo dewlemendiya arşîva çanda
Kurdî ya resen gelek nêrîn û dokumentên
nasandina kevneşopên bingehên ola Êzdahiyatiyê (yên
weke: ferzên Êzdiyatiuyê, baweriya bi Xweda yê
bê şirîk, her heft melyaketên qedîm, sema yê,
afirandina her heft tebeqên erd û esman, Tawisê,
Berat, afirandina qalibê Adem, Hawa û Şahîdê bin
Cer, melek- horî , cinên bi surên xwe bune
Xwedanê xwezayiyê û ketine kirasê giyander, xas
û qelenderan, ne mirina giyan(ruh)ê, Êzdî îmana
xwe ji qewl, ilm , duha û hemû şîretên melek,
horî, cin, giyander, xas û qelenderên Xwedê
nasdikin, ji bo giyana meriv paqij bive, timî
îbadet bike û rojî bigre, pîroziya parastina
parêsgeh(ziyaret), qub û gelk nîşanên xwezayiyê
cihê melk, horî, cin, giyander, xas û qelenderên
Xwedê nasbike û hwd.ê) di vê pirtûka xwe(binêrin
li wêneyê di pêvakê de jî ) ya bi navê
“NASANDINA KEVNEŞOPÊN ÊZDIYATIYÊ“ de tomar
kirine.
Ev pirtûka “NASANDINA KEVNEŞOPÊN ÊZDIYATIYÊ “
430 rûpel e û ji aliyê Weşanên PÊRÎ ( ISBN 975 -
9010 - 55 – 0 )ve hatiye weşandin.
Rêzdaran, hûn dizanin ji ber van kêmasîyên ku
hene, ev lêkolînên niha têne belavkirin jî bê
kêmasî çê nabin. Wekî dinê jî hinek ji van
lêkolîn û nêrînen ku min di vê pirtûkê de
komkirine ne yên min in û gelek ji wan jî di
kovar, rojname û malperên cur be cur de hatine
weşandin. Tiştê ji min hatîye min cîh, xwedîyê
nivîs, nêrîn û lêkolînan kifşkirine. Li aliyê
dinê, min ji ber bawerîya xwe û kevnarîya dîroka
ola Êzdayetiyê ne xwast wan kêmasîyên di gotin û
nivîsa qewlan de hene li gorîya zanîna xwe bi
tenê serrerast bikim.
Hêvîdarim ku hûn xwandevan û berpirsyarên
dezgeh,rojname, kovar, mal, komel û malperên me
Kurdan jî bikaribin ji bo parastin, nasandin û
frotana vê kitêbê alîkariyê bidine min û dema we
hêjayan ev pirtûka “NASANDINA KEVNEŞOPÊN
ÊZDIYATIYÊ“ xwand, hûn gelek feyda jê bivînin.
Bi dîtina min, ev karê min ji bo nasîn û
pêşvebirina wê derya kevneşopên me ye Kurdî
erkekî gelekî piçûke. Ji Xwedê gelekî lava dikim,
ku min bi vî karê xwe tû kesek ne êşandi be, ew
çavkaniyên ku min pishtgirî ji wan girtine şêlû
nekiribin û ev berhema min bi bi kêrî
dewlemendiya çande û nasandina me Kurdên resen
bê.
Li gel rêz û silavên kurdewarî
Kemal Tolan
Hûn dikaren pirtûkê weha û ji van navnîşanan
bixwaz(peydabik)in
Navnîşan û mercên xwastina ji bo nava bakurê
Kurdîstanê û Tirkiyê :
Weşanên Pêrî: Söğütlüçeşme Cad. Pavlonya sok.
Nuhoğlu Apt. No: 10/19 Kadıköy / İSTANBUL
Tel-Fax: 0 216. 347 26 44 , GSM: 0533 488 01 12
e-Mail: periyayinlari@yahoo.com.tr , e-Mail:
peri_kitab@mynet.com.
Navnîşan û mercên xwastina ji bo derveyî welat:
http://www.seran-music.info û Kemal_Tolan@web.de
Gava hûn mesrefê kirîna kitêbekê 16:00 Euro
(12:00 buhayê kitêbê tevî(+) 04:00 Euro mesrefê
postê) li ser vî hêjmara kontoyê min
(Xwediyê konto: Kemal Tolan
Navê Banqê: Oldenburgische Landesbank (Olb)
Hêjmar numara konto: 120 15558 04
Kotnûmera Bankê (BLZ): 280 200 50)
razînin û navnîşana xwe ya postê ji min ra
bişînin, ezê kitêb/ên we ji we ra bişînim.
Eger hûn gelek hêjmaran di derbekê de bixwazin,
ez dikarim di buhayê kitêbê de alîkariyê bidime
mal anjî komela we hêjayan.
Silav û hurmet
Kemal Tolan
Têbînî:
Kesên li nava bakurê Kurdîstanê û Tirkiyê
dikarin kitêbê niha ji navnîşana weşanên Perî
bigrin û yên li derveyî welat divê hinekî dinê
jî sebirbikin . Ji ber ku tevaya kitêban hîna ne
gehîştine ber destên min.
|