Wednesday, 27 June 2007 23:42

 

Heyder Omer: Gotarek di xwendina
„çûwîn û hatina rûyan“ de*

 


 

 

Hoşeng Broka

 

Rexne, di navbera du „şaşikan“ de

 

îro (pêncşem, 12.01.06) paş xwendina min ji gotara rêzdar Heyder Omer „rexne yan tolhilanîn“ re, ku „Xwedêgiravî“ wek „bersivnameya“ „jehir û kîna“ dilê min, „keysbaziya“ kesayetiya min, „erzaniya“ qelqma min û herweha  „cenga“ min ya „donkîşotî“, ya li dij „navê“ wî, yê „rexneyî“ , ku di  http://www.tirej.net/index.2463.heyderomer.htm  de, hatibû belavkirin, wisa şensê min û qehwê li hev hat, ku em beşdarî temaşekirina „ronahiyekê ji „ronahiyên“ Tirkî Aldexîl (bernamevanê televîzyona Alerebiya/العربية ), bibin.

Di wê „ronahiyê“ de, bernamevan Tirkî Aldexîl (wek rabûn û rûniştina    gelek „ronahiyên“ xwe), bi zimanekî „tabû-derbaskirî“, weha diçû ser „şaşik“, „eaba“, û nivîsên mêvanê xwe, ku nivîskar û lêkolînerê Behrênî „Diyaa Almûsewî“ bû:

-          Hin dibêjin tu „şêxê Hikûmetê/desthilatdariyê yî“?

-          Navê te ji „dînî“ bihtir, fêrmî ye?

-          Ma tu jî weha naxwînî, ku „şaşika“ we bihtir ji wek ku tê xwestin, „lîberal“ e?

-          Tu wê „şaşika“ xwe ya „lîberal“ çawa dide yan jî dibe xwendinê?

-          Tê gotin, ku tu bi „şaşika“ xwe ya „lîberal“, propaganda „rojavahîkirina çanda Erebî“, dike?

-          Bêyî vê „şaşik“ û vî „ebayê“ „lîberal“, aya „Almûsewî“ dê bibe çi, yan navê xwe çi deyne?

-          Ma rojek heye ku ev „şaşik“ û  ev„eba“ rêya navê te, yê „lîberal“, wenda bikin???

Paş temaşekirina min ji vê gengeşeya xweşik a wê „ronahiya“ xweşik re, ku lêkolînerê islamî „Diyaa Almûsewî“, li seranserî rexnepirsên „Aldexîl“(ku mebest ji dagijgijandina wan, mîna ku tim dubare dikir, lidarxistina guftûgoyê bû), wek şêxekî xweşik, bi „şaşik û ebayekî“ xweşiktir, ku hewl dida bi „Xwedayekî xweşik“, „pirtûkeke xweşik“, „pêxemberekî xweşik“, û „xîtabeke xweşik“, beşdarî çandeke xweşiktir, mirovperweriyeke xweşiktir û cîhaneke xweşiktir, bibe.

paş wexta vî şêxê xweşik yê wê „şaşika xweşik“, „şaşika“ pirtûka/gotara Heyder Omer ya „rexnekariyane“, li bîra min hat.

 

Xwediyê „şaşika lîberal“ Diyaa Almûsewî, ku ji mîratgiriya „giran“, ya ji 1400 salên giran û wêdetir tê, ji pirs, rexne û „qalûqîlên“, ku arasteyî navê „şaşik“, „eba“ û mentiqê pirtûka wî, hatin kirin, gengeşeyeke pirr, ku hêjayî vê dinyaya pirr û mirovê pirr be, li dar xist.

Lê rêzdar Heyder Omer, her ji destpêka „bersivnameya“ xwe de, li şûna ku rê li ber gengeşekirin û guftûgkirinê veke, ew yekser, bi „şaşikeke yektaperestane“, ku berê wê li „ferhenga yekta“, „pirtûka yekta“, „rexnegiriya yekta“, „Xwedayê yekta“, „pêxemberê yekta“, û „lehengê yekta“ ye, rêya nivîsandin û xwendinê, ji „kînan“, ji „jehra dilan“, ji cengan“ ji „çûwîn û hatina rûyan“, ji „qal û qîlan“, ji „erşîvên civatan“  û  ji „dengûbasên Donkîşotan“ re, xweş dike.

 

Piştî çend xêzan, ku ew jî basa „rotîna têkiliyên wî bi „hevalkaran“ re ye), rêzdar Heyder Omer weha berê „şaşika“ pirtûka xwe, ya „yektapersetane“, dide „rexne-serkutkirinê“:

„Gava min ew gotar ji bo weşanê bi rê kir, hêviya guftugokirina pirsgirêkên, ku min nîşan kiribûn, di bala min de bû, ji ber ku em hemî li gel wan têkildar û hevpişk in. Lê tiştê qet ne di bîriya min de ew bû, ku ew gotar û boçûnên min dê, di destên camêrekî de,  bibine sedema cengekeke donkîşotî, û min bi hebûna ewqas jehra, ku di sîng û dilê wî camêrî de, ji çar salan de kom bûye û hîna jî berdewam e, hayedar bike.“[i]

Li seranserî dora 20 rûpelên A4 ji nivîsa xwe „Hebû nebû tiştek ji peyvê mezintir nebû“ , ku di  http://www.tirej.net/kurdi.htm   de, hatiye belavkirin, min hewl daye, ku bi dehan nimûneyên ji berîkên „nivîsên Omer“(û ne ji berîkine din), bidim gengeşekirinê, û ew hîn jî wek pirsyar, ku diyare „pirtûka“ xwediyê „bersivnameyê“ piştguh û „piştşaşik“ kirine, li dar in.

 

Pirsa ku ez di wan „berîk-lidarxistinan“ de, rast yan jî şaş çûwibin, ew aliyê gengeşeyeke din e, û dikare hîn jî ciyê genegeşekirin û guftûgokirinê be, lê ya ku nayê famkirin(haşayî Heyder Omer, haşayî bajarê ku min ew ji bîr kiriye  û haşayî civîna PEN a Kurd û „şahidên“ wê yên berî 4 salan) û nikare bi çu şêweyan, li ser asta „rexnekirina têkstê“, were guftûgokirin, ev „hukmê“ jorîn yê „şaşika pirtûka“ rêzdar Omer ya „rexnekar“ e.

Aya çi têkildariya wê nivîs (yan jehirnameya) min, bi bajarê berî 4 salan, civîna berî 4 salan,  gengeşeyên berî 4 salan, „araqvexwarin û dîlana“ ku rêzdar Omer negotiye, ya berî 4 salan, PEN a Kurd ya berî 4 salan, û endamên wê yên berî 4 salan de, heye???

Gelo çi girêdana nivîsekê ku gengeşeyekê li ser „çewtiyên rêzimanewaniya“ „rexnegirê ji 35 salên girover“, li dar dixe, bi „sor û, morî“ yan „reş û tehliya“ rû, bi „jehir“ yan jî „quzelqurta“  dil û sînga nivîskarê wê re, heye???

Erê çima berî ku rêzdar Omer belgeyan bi belgeyan, nimûneyan bi nimûneyan, nivîsandinê bi nivîsandinê û gengeşekirinê bi gengeşekirinê, bide xwendinê, wî peyv bi „jehra dilan“, deq bi „civîna PEN Kurd“ ya berî 4 salan û nivîsandina aneha bi gotûbêjên „bajarê“ berî 4 salan, dan „belgekirinê“???  

Ji ber ku ez bi xwe jî, wek rêzdar Omer, ji gotinên pêşiyan hez dikim(lê bê guman, ne ji tevan), dixwazim weha,  wî,  „hukmê“ qelema wî, xwe û xwêneran, bibim pirsê: Erê ma „tirr li kû û das li kû“???

Jixwe ez ne „Donkîşotê“ pêşî me, ku „rexnegirê bi Kurdî ji 35 salên girover û wêdetir“, berê pirtûka wî dide „cengawerî“, „kîndarî“, „şerbazî“ û „xeyalnameyên Donkîşotiyê“.

Her ku bayek li siha navê wî, yê „aram“, dixe, ferhenga wî ya wek her carê (ku ji gengeşekirina dengûbasên têkstê bihtir gengeşekirina dengûbasên kesan e), amade ye[ii].

Nexêr, „seyda“ Omer:

Ne her nivîsandinek yan jî pirsyarek, eger hat û di derheqê nivîsandinên te de, hate lidarxistin, ew „daxwiyaniya“ „şerrekî“, „xirabkariyekê“, yan jî „cengeke Donkîşotî“ ye, di derheqê navê te, yê „aram“ de.

Pirsyarkirina ji pirtûkên te, di rabûn û rûniştina nivîsandinê de, nayê wateya  pirsyarkirinê ji „rewişt û tîtalên“ navê te.

Gengeşekirina boçûnên „rêzimanewaniya“ te, bi „darê rexneya şaşikane“ , nabe çûwînek „Donkîşotî“, ber bi „mehkemekirina“ nav û dengê te ve.

Mebesta destnîşnkirina „çewtiyên rêzimanewaniya“ pirtûka te, nayê berê „çewtkirin“ yan jî „çewtîderxistina“ pirtûka navê te ye.

Û herweha mentiq ji nivîsandinên li ser „mentiqê“ nivîsandinên te, ne „tolhilanîneke“ bê mentiq e, ji mentiqê kar û barên navê te.

Navê te, wek efrîdeyekî bûnewerane, li gora mentiqê xwendina min, ne ji navên din kêmtir yan jî zêdetir e. Ev gerdûna ji „şaşikan“, ji „girêvanan“, ji „xaçan“ û ji „welatên Xwedê“ û wêdetir, dikare têra hebûna hemî navan(yên bûyîn û nebûyîn jî); têra xirecira hemî dengûbasên wan(çi dirêj, çi jî kin) û têra navên hemî yarên wan jî(çi pirr, çi jî yekta) bike.

Li wir(ne berî û piştî 4 salan, ne jî berî 4 hezar sal yan jî piştî wan), ku nav civînan li dar dixin, ku nav basa deng û rengên  hev dikin, ku nav „rûyên“ hev dixwînin, ku nav diçin yarên xwe, diçin vodkayê û diçin kêf û henekan, ne mebesta peyva  ji aliyê „hebû nebû tiştek ji wê mezintir nebû“ ye. Nexêr.

„Rexnegirî“,

mîna ku pirtûkeke „esih“ be

Wek ku ji pirtûka rêzdar Omer diyar dibe, ji gengeşekirinê bihtir „hukumkirin“ berê „esih“, yê „rexnegiriya“ wî, ya „esih“ û „esih“ e.

Piştî ku Omer bi „mentiqê xwe, yê „esih“, berê pirtûka xwe ya „esih“, ji lidarxistina belgeyên, ku gereke gengeşe û gengeşe, rû bidane, werdigerîne û dide „ji-nuh-ve-lidarxistina“ civat, bajar û PEN a berî 4 salan, ew, bi „darê rexneyê“, yê pirtûka xwe, weha berê nivîsekê ku belge bi belge „berîkên“ pirtûka wî gotine û şopandine, dide hukumkirinê:

„Tevî ku gotara camêr H. Broka, ji sernavê xwe de ta dawiya beşê duwem, helwesta wî, ya ne rexneyî, diyar dike, û şêweyê derbirina wî ya pêkenokî şilf û tazî dide xuyakirin jî, lê min bawer nedikir, ku mirovê rêza xwe û ya pênûsa xwe bigire, dê ewqas jehir di sînagê xwe de bicivîne.“[iii]

Xwediyê „bersivnameyê“ rêzdar Omer bi hukmê „şaşika“ pirtûka xwe, ya „rexneyî“, hewl daye, ku bi xwe, herwekî çawa dixwaze bi xwêneran jî, bide jibîrkirin:

-          ku diyardeya „mêzakirina nêrzayan/nêrzakirina mêzayan“, ya ku wî li ser hildana navê wê, wek „çewtiyeke rêzimanewanî“, hukmê „sererastkirina xwe“, biriye ser Kurdên xwe, yên „bilez“ û „ziman-binpêkirî“, di „berîkên“ nivîsên wî, yên „bi roj“ eşkerekirî  de(û ne di şevên çu nivîsên din, yan di nivîsên çu şevên din de), hatine dîtin û xwendinê.

-          Ku bi dehan nimûneyên, ku ji bin „ebayê daddî“ derçûne; ku gêwil û gêwil çûne „rastnivîsandin û rêzimanewanîkirinê“; ku endîşe û endîşe di „sê-çardiliyê“ de, hatine xwar; ku bê ser û ber di xefkên têrmînolojiyê de, wer bûne……htd, ji berîkên „rexnenameya“ wî (û ne ji berîkên çu pirtûkên din), hatine „li-nimûne-danê“[iv].

Aya ev sernivîsên wek „Nêrzakirina mêzayan/mêzakirina nêrzayan“,

„Di bin ebayê daddî de“, „Zimanewaniya gêwilmend û endîşadariya wişeyan“, „Di navbera du bandoran de“, „Wexta du hebûnan“, „Yek mentiq û du pîvannivîs“, „Wêjeya paşgînberdayî“, „Hin nimûneyên din; yên gêwilmend û du-sêdilî, „Xefkên zimanewanî“, yên ku li seranserî wan nimûneyên ji „rexnenname“ û „berxwedanname“ya rêzdar Omer hatine lidarxistin û gengeşekirinê, aya rûdana van sernivîsan, ku di bin „Hebû nebû tiştek ji peyvê mezintir nebû“ de, çûn belavkirin û eşkerekirinê, bi rastî serencama „jehir“ û „kîna“ dilê Brokayê xwediyê wan bûn, yan ew serencama vekolan û xwendina di berîkên pirtûka xwediyê „rexnename“ û „berxwedannameyê“ de bûn???

 Di „nimûne-lidarxistin“ yan jî di „nimûne-genegeşekirinê“ de, ez rast yan jî şaş çûwibim, bê guman, ew wek proseseke ku berê wê li „nivîsandineke vekirî“ be, dikare hîn jî ciyê xwendin û rexnekirinê be.

Herwekî çawa min hewl da, ku ez aliyekî ji aliyên nivîsandina Heyder Omer li boçûnê bidim, wî jî dikarîbû „boçûna“ min (li şûna „jehir û kîna“ dilê min û herweha „rûreşî“ û „rûtehliya“ min), li gora xwendina xwe, ji nuh ve li boçûnê bide.

Ligel ku „gotara camêr H. Broka“ li gora mentiqê „şaşika zanistî û ramyarî“(ku rêzdar Omer ji têrmên wisa hez dike, ku tim wan, mezin, li bejna navê xwe bike)[v] , „ne rexneyî“, „pêkenokî“, „şilf“, „tazî“, „bêrêz“ û „jehrewî“ ye, lê dîsa wî hewl daye, ku li ser wê „ne-rexneyî“, „şilf û tazîbûn“, „bêrêzî“ û „jehrewiyê“, „boçûneke“ din li dar bixe. Ew jî, bê guman, rast yan jî şaş çûwibe, dîsa dikare ciyê xwendin û rexnekirinê be.

Lê wexta ku Omer berê „ şaşika“ pirtûka xwe ya „rexneyî“ ji gengeşekirina deq dide „jehra dilê nivîskarê wê“; ji xwendina kendûkozên deq dide xwendina kendûkozên „rûyê“ H. Broka, yê berî 4 salan bi Kurdî PEN , berî 4 salan bi Kurdî  civîn, berî 4 salan bi Kurdî bajar, berî 4 salan bi Kurdî çand û edebiyat, û berî 4 salan bi Kurdî „got û got“, û berê heman „şaşika“ heman pirtûkê, ji mentiqê rêjeyî/nisbî dide „mentiqê esih û tekûz“, ku bi hukmê „rexnenameya“ wî,  „gotara camêr H. Broka, ji sernavê xwe de ta dawiya beşê duwem, helwesta wî, ya ne rexneyî, diyar dike, û şêweyê derbirina wî ya pêkenokî şilf û tazî dide xuyakirin[vi], wê wextê û wî hukmê wê „rexnenameyê“, tê famkirin ku berê „bersivnameya“ Omer ji mentiqê danûstandinê yê pirr, bihtir, li „mentiqê şaşika rexneya yekta“ ye.

Tenê bi hukmê wê „şaşika yekta“ „gotarek ji sernavê  wê heta bi dawiya wê“, dikare were jiholêrakirinê.

Tenê bi zora berê wê „şaşika yekta“, berê derbirînekê dikare were „şilf û tazîkirin“.

Û tenê bi „selefîtiya rexnekirina wê şaşika yekta“, helwest li şûna helbestan, „got û got“ li şûna nivîsandinan, hundirê „civînên PENan“ li şûna hundirê pirtûkên wan, û  dengûbasên rengên „rûyan“, dengûbasên „kîn û jehra“ dilan û dengûbasên „ne-vexwendina“ navan, li şûna dengûbasên pirtûkên xwediyên wan, dikarin werin xwendinê.

 

 

Nebî Hûrî dibêje:

Ez şêxê biryara helbestê bûm,

Broka „mirîdekî melûl“ bû,

û yê bawer neke,

bila ji „Tengezarê Marînî“,

 bipirse!!!

 

Ji bo ku xwediyê „rexnename“, „berxwedanname“ û „bersivnameyê“ bi hukmekî hîn kurt û Kurmancîtir û eşkeretir, bi me bide selimandinê, ku berê „şaşika“ pirtûka wî ya „rexneyî“, ji xwendina deqan bihtir, li xwendina civat, mihrecan û biryarên „şêxên“ wan e, ew bi „mihrecankirina navê xwe, yê berî 13 salan (ligel rêza min ji navê mihrecana helbestê re, eger rêzdar Omer bi „qal û qîlên“ xwe, rêz jê re, hiştibe), bi „biyara şêxîtiya xwe“, ya berî 13 salan, bi vexwendin (yan jî ne-vexwendina) navê min, ya berî 13 salan û bi „Nebî Hûrî“, yê berî 13 salan, weha diçe basa „mihrecana helbesta Kurdî“, mîna ku „mihrecana helbesta navê wî be“ û weha navê min li „sizadanê“, dide:

„Eger endametiya min di hin komîtan de ewqas bi wî tehl e, ma çima sala 1993 xwe di bin siha wê endametiyê de melûl dikir, ku derfetê jê re peyda bike, da helbesta xwe li mehrecana helbesta kurdî, li keleha Nebî Hûrî, tevî ku bê vexwendin hatibû mehrecanê, bixwîne ?!.

( Tengezarê Marînî dikare vê yekê baş bîne bîriya wî ).“[vii]

Ew weha mîna „şêxekî helbestê“, ku yên mîna H. Broka, yê ji Qamişlo heta bi „Nebî Hûrî“, li ber „fetwa şaşika rexnegiriya pirtûka wî“ bin, bersivnameyên ji „qal û qîlan“,  ji „got û gotan“ û ji „şahidên“ wexta wan, ava dike.

Ew weha mîna „rîsipiyên“ li „koçk û dîwanan“, mineta „hikmeta biryara“ mazûmvaniya şêxîtiya navê xwe, ji bo navên wek yê min, ku qaşo „ne-vexwendî“ û „melûl“ bûn, ji xwênerên bi Kurdî re, radigihîne.

Ew weha, mîna ku ew „mihrecan“ be, û mihrecan jî ew be, navê xwe, yê „bi biryar“, ku qaşo navê „Broka“, „kerkulî“, diçû hezreta mezinbûna wî, û „rexnegiriya biryardar“, ya ji wexta „têkçûna xwendinê“, şanî xwênaran dide.

Aya wê „mihrecanê“, wî „Nebî Hûrî“ û wî „Tengezarê“ ku Omer navê wî „şaaaaahid“, daniye(Eger rêzdar Tengezarê Marînî, ligel lêborînê, navê xwe wek şahid, bisepîne), eger wê „nav-nevexwedinê“ xwediyê mihrecanê „wezîrekî çanda“ bi kurdî ba ye, gelo wê mineta navê wî yê „biryardar“, li ser   „melûl“ û „ne-vexwendiyên“ wek navê min, çendîn zirmezin ba ye, hey xwênerên Xwedayê bi Kurdî??? 

Di derbareyê vê „endametiya“ xwediyê „bersivnameyê“, ya komîte û komîte de, min aliyê „berpirsyariya“ wî, weha (li ser zimanê pirtûkên wî), li nivîsandinê daye:

Li seranserî ezmûneya xwe ya „nivîsandina bi Kurdî“(em nivîsandina wî ya bi Erebî li aliyekî bihêlin, çimkî mebest ji lidarxistina vê nivîsê, xwendina aliyê wî, yê bi Kurdî ye) Heyder Omer wek aliyekî berpirsyar, di rêvebirina çend kovar(wek PIRS, PÊNÛS û PÊL), seko, mihrecan(wek mihrecana helbesta Kurdî) û saziyên çandî(wek xelata Osman Sebrî) de, cih girtiye.“

Aya xwendina vê têkst/yan „kînnameya“ min a jorîn, dibêje ku „endametiya“ Omer di wan  mihrecan, seko û rêvebiryên kovaran de, ciyê „dexisandin“ û „talîwergirtinê“ „nefsa“ Broka ye???

Gelo kîjan wişe(mecazî yan ne-mecazî), kîjan hevok, kîjan „pêş-hevok“ yan „paş-hevok“, didin ragihandin, ku ji „kerba tiriyê“ navê Omer, yê ku rê ji wî diçûn seko û mihrecanan, „devê“ pirtûkên Kurdên mîna „Broka“, nediçûn razanê???

Na kekê min Omer can, yê bi Kurdî, nexêr.

Bila dest û lingên te û yên hemî seko û mihrecanên te jî, di av ji cemedê jî bi dûrtir de bin.

Bila hemî mihrecan û sekoyên ku bi Kurdî, diçin sizadana navan û vekirina arşîvên wan ji bo navê te bin. Û tiştên li derveyî navûdengên wan, yên mezin jî, bila ji bo melûliya navên Kurdên wek navê min bin.

Ji ber ku ferhenga xwediyê „bersivnameyê“ hîn ferhenga ji „duh heta bi duh e“, ew ji bîr nake, ku xwe wek „rexnegirekî patiryarşal“, ku ji „Nebî Hûrî“ heta bi PEN a berî 4 salan e, li bîra Broka û xwêneran bîne:

pêre jî ji bîra kir çawa helbestên xwe, sala 1993 li mehrecana helbesta kurdî, raberî min dikirin, da ez li gor nerîna xwe, ya rexneyî, ên hêja vebrêjim“.

Nizanim dîsa dê „şaaaaaaaaahidên“ wî hebin yan jî na. Lê bi herhal eger hukum weha be yan jî ne weha be, dîsa ew wek „proseseke qalûqîlane“, ne berê xwendina min e.

Lê eşkere ye, ku xwediyê „rexnenameyê“ bi qasê „zanist û ramyariya“ navê xwe hewl dide, ku bi duwalîzma „Mamosta-Şagirt/Bav-kur/şêx-mirîd/ezbenî-benî/jor-jêr“ her tiştî bide xwendinê.

Li gora vê „rexnegiriya patiryarşalane“, ji ber ku „Xwedêgiravî“ helbestekê berî 9 salên „mecazî“ çav bi nerîna „rexnegiriya“ Omer de, ziq kirine, qet û qet nabe û dê nebe jî( bê guman, li gora vî mentiqê bav), ku paş 9 salan, û çend kultûr, çend welat, çend têkçûn, çend rabûn, çend xwendin, çend pirtûk û çend Kurdisatanan, ku xwediyê heman helbestê, lêvên pirtûka xwe li ber şîretên pirtûka heman „rexnegirê bav“, ji ser hev rake.

Nexêr kekê min.

Dibe, wek ku dixwiye, pala fehenga te, ya „rexnekarane“, li „yê ez fêrî tîpekê kirim e, navê min jê re, benî ye“ be, lê bi ya min, peyv ji duwalîzma „şaşikane“: Wate ji „mamosta û şagirtan“, ji „bav û kuran“, ji „şêxan û mirîdan“, ji „benî û ezbeniyan“ û ji „jor û jêran“ û bi dûrtir e.

Jixwe di sala 1993an de, ku diyare sala navê rêzdar Omer bû, û herweha di helkeftina „Nebî Hûrî“ de, ku diyare ew jî serencama „endametiya“ navê wî bû, eger ez hatibim vexwendin yan jî na, eger ew „şêx“ û „mamosta“ be û ez jî „mirîd“ U „şagirt“ bim, yan jî na, û eger rêzdar Tengezarê Marînî „şaaaaaaaaaaahid“ be, yan jî na, ev ne hêjayî wexta xwendina min e.

Êdî diyare ku di paş navên mihrecan, seko û kovarên çanda bi Kurdî, mezin de jî (wek seko û „qerargehên“ polîtîkayên bi Kurdî), dadgehkirina navan, dozvekirin, dozgerî, serdozger û şaaaaaaahidên wan jî, hene!!!

Di navbera me û 1993an de, 13 salên “mecazî”, 4745 rojên girover û dora 113880 seetên girovertir hene.

Wexta ku ji wir hata bi 2006an û ji “Nebî Hûrî” heta bi dawîtirîn kolana Internetê, li gora “dab û nerîtên” “rexnenameya” Omer, helbest hîn ew helbest e, Kurdî hîn ew Kurdî ye, “Nebî Hûrî” hîn ew “Nebî Hûrî” ye û sala 2006 an hîn 1993 ê ye, wê çaxê tenê dikarim weha biçim dîrokkirina “gotinên pêşiyan”:

xwediyên seko û mihrecanan bi lingên xwe ve û ne-xwediyên wan jî bi lingên xwe ve”.

 

Rûnasî:

Rûyek di bin çavan de

 

Dîsa wek „dab û nerîtên“ „rexnenameya“ xwe, xwediyê wê li şûna xwendina deq, diçe xwendina şev- yan jî rojbuhêrka PEN a bajarê berî 4 salan û weha ciyografî û dîroka „rûyê min“, dixwîne:

„Dîsan ez bawer im, her hevalkarê, ku di civîna, ku PEN a kurd beriya çar salan li bajarê Mûlheimê, li kêlek bajarê Kölnê, girêda bû, amade bû, dê zanibe çima ev kîna cankuj di sîngê vî camêrî de dikele.Wê hîngê, min rexneyeke zanistî li helbesta wî girt, mixabin ji dêvla ew berê dan û standinê ber bi guftugokirina boçûna mine rexneyî de bide ( xebitandina kesayetî û bûyerên dîrokî di helbestê de), nemaze jî dora 28 nivîsevanên ji her çar beşên welêt hebûn, civîna wan ji bo tevdana wê boçûnê gelekî hêja bû, mixabin , wek çawa her du gotarên wî sayî didine xuyakirin, rûwê wî sor bû, mor bû, şîn bû, reş bû, tehl bû, tirş bû, û hêrsê wî bilind [viii]

Belkî ev bin adetên „rexnekirina bi Kurdî“, ma ez, yê „nav-ne-vexwendî“, „rûtehl, sor, mor ….û reş“, çi dizanim???

Diyar e, ji vê gotara di „rûnasiyê“ de(ev jî ilmekî nuh e, di biyava „rexnegiriya bi Kurdî“ de), ku „dadgehên“ bi Kurdî, yên „zanistî û ramyarî“ jî hene û haya min yê „melûl“, „rûsor“, rûmor“, rûşîn“, „rûreş“, „rûtehl“ û „rû-Omer dizane çi“...htd., ji „fehlewîtiya“ hukmên wan, tune ye.

Ma dadgehên ji vê bilindtir jî, hene?!!!

Serdozger û ha va ye!

Tawanbarê “rûreş” û ha va ye!

Û şaaaaahidên “baweriya“ Omer(ku di hukmê xwe de bawer e,...), ku li şûna yekî, vê dadgehê 27( 28-1/Broka yê Tawanbar= 27) şaaaaaaahidên sihê ne, û ha va ne!!!

Rûyê min berê “sor”, “mor”, „şîn“, „reş“, „tehl“ û „tirş“ yên bûyî yan jî  berê wan yên nebûyî be, ew “rûnasiya” ji çaxên “rexnenameya” navê cenabê we, yê “zanistî” û “ramyarî”, dizane, hey „şêxê“ mihrecan û komîteyan.

De bila ew pirsên, ku wek çawa li wir, berî 4 salên bi Kurdî, hatin lidarxistin, û li wir jî, di guhên wî bajarê berî 4 salan de, man, ji bo navên wek “melûliya” navê min, yê “ne-vexwendî”, „nezan“ û „ne-agahdar“ bin. Û bila pirsên “sor û moriya” “reşiya” “şînahiya” “tehliya” “tirşiya“ „rûyê min“ û xeynî min jî(yê ku bixwaze), ji bo „fehlewîtiya“ navê te, yê “zanist û zanist” û “ramyarî û ramyarî”, bin.

 

Guftûgoya du „rûyan“:

Yek „zana“

û yê din jî „nezan“

 

Wek hewldaneke „şaşikane“ ji bo „sipîkirin“, „zanistîkirin“ û „ramyarîkirina“ rûyê xwe, beramber bi rûyê min(Broka), yê „ne-zanistî“, „nezan“ û „reş“, Xwediyê „bersivnameyê“ weha hukmê „şaşika“ pirtûka xwe, ya „rexneyî“ berdewam  dike: „Mirovê xwe di ser rexnê re bigire, an tûrikê wî dagirtî ye, an jî nezan e. Gelo H. Broka ji van her duwan kî ye, û xwe li kû derê dibîme?!..“[ix]

Jixwe kesek ji rexneyê û wêdetir tune ye(di nav de jî Xwedê û Şeytan). Bi herhal ez kîjan ji wan bim, ne xem e. Jixwe ew hukmê „rexnegiriya Omerî“  ya „şaşikane“ dizane.

Di berîkekê ji berîkên „bersivnameya“ xwe de, di „paş“ xwendina „rûyê Broka“ de, Omer weha li „îctîhada“ xwe mikur tê: „Dîsan camêrî li min girtiye, ku li gor rêbazên zimanê erebî, ez lêkera ( diwênîne ) ji peyva (wêne) çê dikim. Ez venaşêrim, ku min boçûnek (îctîhad ) berdaye holê, lê ta kîjan radeyê dê cihgirtî be, bersiva vê pirsê li ba zimanzanan dimîne, ne li ba H. Broka.[x]

Di wexta ku xwediyê „bersivnameyê“, „îctîhad“ û „îctîhad“ „venaşêre“, ku „bersiva cihgirtina boçûna wî, li ba zimanzanan , lê ne li ba Broka, dimîne“, hin berîkên din yên heman „bersivnameyê“, ku „şaşika rexnegiriyê“ berê xwêner, bi „darê rexneyê“, ji wan wergerandiye, weha dibêjin:

-          We çima bi ya „rûyên nezan“, yên wek rûyên Broka kir, û we du „bandor= bandûr+bandor“, kirin yek bandûr (ku du caran bi yekdilî = bandûr, derbas bûye).[xi]

-          We çima bi ya „jehra dilê“ Broka ya „cankuj“ û bi ya „rûyê“ wî,  

     yê „ne-xwende“ kir û we ji du „rêzimanan“(Celadet Bedirxan &       

         Qenatê Kurdo, ku „Xwedêgiravî“ haya Broka ji wan tune ye),  

         zimanê     xwe li şûna „sê-çardiliyê, li „yekdilkirin“ û  

         „Bedirxanîkirinê“ da[xii].

Wek berevanî ji „du-sêdilya“ „rexnename“ û „berxwedannameyê“ re, ku lêkerên Omer, yên „cemkirî“, hincaran „Kordoyî/Qenatê Kurdo“ û hincarên din jî „Bedirxanî/Celadet Bedirxan“, çûwine „rêzimankirinê“, xwediyê „bersivnameyê“ weha rêzimanên bi Kurdî, li ser hev kom dike:

Celadet Bedirxan weha diçe, ku divê ev lêkerên hanê bi du beşan bêne nivisandin, ango: ( Çareser dibin. Fêr bibe. Çê dike…) lê Qenatê Kurdo .lê Qenatê Kurdo, weha diçe, ku hemî zimanên xelkê ber bi hêsankirinê de diçin, lewre divê em jî zimanê xwe hêsan bikin, û evan lêkerên, ku ji navekî, an rengdêrekê û lêkera alîkar saz dibin, pevxînin, û wek peyvekê binivisînin)[xiii]

pirsa li vir, ku dikare xwe „bê dudilî“ arasteyî „Rêzimanewaniya“ Omer, ya „bê guman e“, ku „bersiva îctîhadên“ xwediyê wê, li ba „zimanzanan“ e, lê ne li ba „rûyê Broka“, yê „nezan“ e, ev e:

Aya ji „rexnenameykê“ heta bi „bersivnameyekê“, ku navbera wan „rûnameya“ Broka, ya „nezan“ bû, çawa heman „çareserkirin /çareserbûn“, heman „diyarkirin/diyarbûn“, heman „nîşankirin /nîşanbûn“..htd., ji „pirr-rêzimanewaniyê“/“Kurdo-Bedirxaniyê“, bi „rêzimanewaniyeke yekta“, hatin „Bedirxanîkirin“???   

- We çima bi ya hebûna „rûyê“ Broka, yê „ne-ramyarî“ kir û du „hebûn“ bi yek hebûnê birin „rêzimankirin“ û „Bedirxanîkirinê“[xiv].

Jixwe mebesta vê xwendinê, ne lidarxistina „gengeşeyeke ji bo gengeşê“, li Bîsansayê ye. Herweha mebest ji mentiqê vê xwendinê, ne ez, tu, ew, yan jî „x“ e, bi qasî ku mebest peyv yan jî peyv e. Peyv û pirtûk, çi dibêjin, xwezî em bi wan herin lidarxistina xwe û hev.

Wekî din, li ser asta „mentiqê navan“, bila biratiya mezin û biçûk, mamostayetî û şagirtiyatî, şêxayetî û mirîdayetî, joriyatî û jêriyatî, ji xwediyên xwe û ji navên xwe yên aram re, bimîn in.

Ji hêla min û „rûyê“ min de, dibe ku hincaran rêya bersiva „şaşçûwîn“/ yan jî „rastçûyînên“ min, ji çûkan,  ji masiyên binê behran, ji daran, ji Kurd û ne-Kurdên çûyîn yan jî hatîn, ji baranê, û ji „bûkên wê“ jî, here binavkirin û destnîşankirinê.

Ji her tiştî,  ji her kesî, ji Xwedê heta bi Şeytan û ji miriyan heta bi zindiyan (û Heyder Omer jî di nav wan de), rê ji navên wan dikarin biçin hînkirina navê min, yê „bê nav û deng“.

Lê li vir, eger hat û her tişt û her kes, mirî û zindî, Xwedê û Şeytan, çûn çîrokê, dê çîrok li şûna „hebû nebû tiştek ji Xwedayekî/yan Şeytanekî, ji jorekî/yan jêrekî, ji mamostayekî/yan şagirtekî/ û ji şêxekî/yan mirîdekî, mezintir nebû“, bi „hebû nebû tiştek ji pirtûkê mezintir nebû“, were û biçe destpêkirinê.

Bibore,

pirtûka min navê min e

 

Di nivîs yan jî “jehirnameya” xwe de, wexta ku ez weha nave xwediyê “rexnenameyê”, li dar dixim: “Heyder Omer, li gora xwendina min ji dengûbasên navê wî re, yek ji navên çiyayê Kurmênc, yê  berz û xwedîrol e, ku hewl daye „pirtûka Zeynebê“, „pirtûka Cebelî“, „pirtûka Delêl“, „pirtûka çemê Efrînê“, „Pirtûka çiyakê sipî“, „pirtûka Nebî Hûrî“, „pirtûka xetê“ û „pirtûka darên zeytûnan“, li bîra ximaveke kurt û kurmancî, bîne”.

Paş pesnên pirtûka wê “Zeynebê”, wî “Cebelî”, wî “çemê Efrînê”, wî “çiyakê sipî”, wî “Nebî Hûrî”, wê “xetê” û wê pirtûka wan “darên zeytûnan”, rêzdar Omer weha navê xwe, yê “mezin” û „çaralî“, li bîra navê min yê “herêmî” ditîne:

Lê mixabin evî camêrî, ji dêvla vê pêdiviya zanistî, ji destpêke de, dest bi awayê pêkenokî kir, pêre jî awayê hizr û ramana wî, ya herêmî, sayî diyar bû, û nema dikare vê yekê veşêre (…)Evê hizra herêmî ye cankuj , ew ji rê xist, û berê wî, ji dêvla avahiya gotar û lêgerînên min de, ber bi kesayetiya min de kişand“ [xv].

Wek ku ji parça-gotara jorîn diyar e, rêzdar Omer wan „pirtûkên bedew„(biribin serî yan jî na, ew pirseke din e), hindik, kêm, biçûk û nizim, ji bo navê xwe, yê „çarparçe“, zêde, mezin û bilind, dibîne.

Diyar e, ku li pey mentiqê „rexnegiriya“ Omer ya „mezin“, rêya „mezinbûn“ yan jî „mezinkirina“ nivîskaran, di nivîsandinên „mezin“ yên li ser ciyografî, dîrok, kultûr û navên „mezin“ re(ku pirtûkên „çiyayên herêmî“, „çemên herêmî“, „dastanên herêmî“, „evînên herêmî“ û „navên herêmî“, wan nas nakin), derbas dibe.

Ji ber ku „rexnegiriya“ navê we yê „çarparçe“ û „mezin“, pirtûka we ji pirtûka „Zeynebê“, „Cebelî“, „Delêl“, „çemê Efrînê“, „çiyakê sipî“, „Nebî Hûrî“, „xetê“ û ji pirtûka „darên zeytûnan“, mezintir  û ferehtir, heldisengîne, ez dê ligel „lêborîneke mezin“ ji navê we, weha pirtûka we bibim pesindanê: Heyder Omer wek kurdekî mezin û çarparçe bi qasî „Kurd û Kurdisatnê“, weha çûye pirtûka „Memû Zîna Ehmedê Xanî“,  „Feqê Teyran/Tîran“, „Bîranînên E. Bedirxan“, „Cegerxwînê çîroknivîs“, „Osman Sebrî, wek têkoşer û helbestvan“ û pirtûka „Hemreş Reşo, wek destpêka çanda Kurdî li Ewropa“…htd.  

Lê yê min wek tu fermoyî, ew „toza herêmî“, ku ez jê hatîm; ew „çemê herêmî“, yê ku min bor bi bor, ew tazî dikir; ew „Êma/yan jî Zeyneba herêmî“(ferq nake), ku me bi hev re, nav li giriyê navên xwe dikir; ew „çiyakê herêmî“, ku ji wir xwîn diçûn bilindbûnê; ew „xeta herêmî“, ku me di lez û beza gavên wê de, „serê wê“ ji „binê wê“, nas dikir; û ew „Xwedayê herêmî“, yê ku me di „kurt û Kurmancîtiya“ navê wî de, „tihok“, „hitok“, „xalxalok“, „jijê“, „nenî“, „pepo“, „tenê tenê“ û „bivvvv“, nas dikir, bila pirtûkên van ciyografî, dîrok, kultûr û ferhengên „herêmî“ ji bo navê min yê „herêmî“, „biçûk“ û „çîçelaskî“ bimînin, û „Kurd û Kurdistanên mezin“, dengûbasên navên wan yên mezin, û her tiştekî mezin, ku bibe ciyê dilbijandina pirtûka te, ji bo navê te, yê „mezin“ bin,  kekê Heyder Omer, yê ji „Kurdistana mezin heta bi Kurdistana mezin“.  

Eger li gora „rewişt û tîtalên“ „rexnegiriya“ we, ez bi ferhenga “hizra“ xwe, ya „herêmî“, „sayî“ û „cankuj“, çûwibim „biçûkkirina“ navê we, jixwe ev problema alavên xwendina we ye. Lê dîsa, ji kerema navê pirtûka xwe, ya „mezin“ re,  ku haha ji „Kurd û Kurdistanê diçe Kurd û Kurdistanê“, min bibexişîn in.

Ma gelo ew navên din, ku ew jî ji „ji berfa çiyakê sipî heta bi darên zeytûnan“in, ku min ew hincaran, bi pirtûka heman „çemî“, heman „berfê“, heman „xetê“, heman „darzeytûnê“, heman „Zeynebê“,  heman „şiyê“ û heman „Efrînê“, birin li-peyv-danê, dê heman „Brokayê herêmî“ bi heman „Omerê Kurdistanî“, bixwîn in???

 

Şaşika 73-eyemî

û xwendina “şaşikane”

 

Wek berdewamiya xwendina xwe, ya „selefî“ û „rexnegiriya“ xwe ya bi „şaşik“ û „derdaş“, û daku bi „bîra zorê“, berê min û xwênaran nede „Şeytên“(wek Omer jî di ilmê xwe de xwendiye), ku ew di datayan de ye(إنما الشيطان يكمن في التفاصيل), ew hema yekser bi stuyê hejmara „72“an digire, û weha wê davêje bextê „pirrcûtin û dubarekirinê“:  

û kire qêrî:Heyder Omer xwe kiriye rexnevan, êdî bila zanibe ka 72 ferman çî ye?!". Bê ku haya xwe jê hebe,ku zarokên Kurdan jî, ji ber pirrcûtin û dubarekirina gotina (72 ferman), dizanin kînga û çima ev têgeh ketiye hundir zimanê me.“[xvi]

Ez wek cenbê we, dîsa hêjayî xwendina xwe nabînim, ku herim „kî çi got û kî çi negotan“, lê ya ku baş dizanim, ku dê baş li bîra wî bajarê berî 4 salan jî, mabe, ew e, ku: „cenabê we, wê PEN a berî 4 salan û wan 56 guhên, bi Kurdî, ji wexta wê, yek peyv bi tenê jî li „şeytanîbûyîna“ peyvên min, zêde nekir“

Ew peyvên, ku min wê PEN ê, navê xwe Li ser wan danî „Şeytaaaaaaaaaaan“: Ji „keskê dawî di cenazeya Xwedê de, heta bi 72 sor melle“ û ji „çarşembên tozê heta bi rêya çûwin û nehatinê û Girê Heyhayê yê ji wexta wan sêvên navê Xerîbo, yê yar û yar“; ew „pirsname“, wek ku çawa ji rûyê min, yê „sor, mor, şîn, reş, tehl“ û pêde, arasteyî „rûyê“ pirtûka te yê „zanistî“ û „ramyarî“ hate kirin, wisa jî di bîra wî bajarî de, di bîra wê PEN ê û di bîra wan „56“ guhên bi Kurdî de, man.

Weha xwediyê „rexnenameyaaaaaaan“, „şaşik û şaşik“, ferhenga helbestan bi ferhenga „fermanan“, ferhenga nivîsandinan bi ferhenga „got û gotan“, ferhenga mihrecanên helbestan bi ferhenga „minetan“ li navên „ne-vexwendî“, ferhenga Kurdên aneha û 2006an bi ferhenga Kurdên berî 4 salan û 1993an û ferhenga deqan bi ferhenga „rûyan“, dixwîne.

 

Paş-şaşik

 

Mebest ji bikaranîna vê „şaşika mecazî“, ne xwendina şaşikê bi xwe ye, bi qasî ku mebest jê xwendina „şaşikkirina“ bi „rexneya zorê“, ji yên din û dor û berên wan re ye.

Bê guman e, ku jiyan û paşjiyan, bîrewerî û paşbîrewerî, Xwedê û paşxwedê, mirov û paşmirov, nivîsandin û paşnivîsandin û xwendin û paşxwendin, ji „şaşikekê“ heta bi „şaşikeke“ din, dikarin ciyê cihêwazî û nerînên curbecur bin.

Lewre, mebest ji lidarxistina vê „şaşika mecazî“, ya ku ji serê „rexnegiriya“ xwediyê „rexnenameyê“, diçe xwendina ferhengên yên din, ne xwendina „şaşikê“ bi xwe ye, bi qasî ku mebest ji wê, xwendina „şaşikçûyîn“ û „şaşikhatina“, ku ji „şaşikkirina yên din“ heta bi „şaşikkirina yên din“ e.

Herwekî çawa ku Xwedê bi navekî nabe Xwedê û naçe jor, û Şeytan jî bi navekî nabe Şeytan û naçe „laneta“ jêr, herweha „şaşikek“, „girêvanek“, „xaçek“, „maleke Xwedê“, yan „şal û şapikek“, ew jî tenê di navên xwe de, nikarin werin xwendin, ne wek „jorekî xwedawendane“, ne jî wek „jêrekî şeytanane“.

Wek proseseke sosyolojî, mirov dikare Xwedê bi qasî Şeytan bibîne, û „şaşikê“, „girêvanê“, „xaçê“, „mala Xwedê“ û „şal û şapikî“ jî, bi qasî herduyan bibe qebûlkirin,  „multîkultîkirin“ û rêzgirtinê.

Lê xwendina di pirtûkên wan de, bê guman e, tam kêşeyeke din e.

Ew kêşeyeke bi serê xwe, a li derveyî ferhenga „rabûn û rûniştina“ kesan, ferhenga dengûbasên „rûyên wan“, ferhenga „jehra dilên wan“,  û li derveyî ferhenga „şahidrakirina“ li dij „vexwendin/ yan jî ne-vexwendina“ navên wan e.

Ez nizanim heta bi kîjan Xwedayî, em dê serên xwe jê re, deynin û hildin, û bibêjin, ku „rexne gereke avakar be“, „rexne gereke ne mîna kêran be di zikên deqan de“, „ rexne, gereke mirov bi rêzgirtin nêzîkî wê bibe“, „rexne gereke li kêleka nebaşiyan başiyan jî bibîne“,  û rexne, gereke û gereke û gereke…….

Bi gotina rêzdar Omer „Gava deqên nivîsînê ji destên nivîsevanan bi derdikevin, û dighînin xwêneran, hîngê dibine milkên wan, pêre jî her kes dikare nerîn û boçûna xwe, li ser wan nivîsînan diyar bike“[xvii]

Baş e, ev aliyê boçuna min e jî.

Naxwa deq(her deqek) wexta ku dikeve ber destên xwendina min û her xwênerekî din, ew, wê xwendinê, afrîdeyekî bi serê xwe ye, û gereke çu têkildariya nivîsandina li ser wî deqî û herweha aliyê xwediyê wî, yê „nivîskarane“, bi „tolhilanîna“ ji xwediyê wî, wek afrîdeyekî „sosyolojî“ re, nebe.

Wate rexnekirin, xwendin, yan  jî „jehirkirin“a „şaşika“ di serê deqekî de, nayê wateya „ne-rêzgirtin“, „birîndarkirin“ û tolvgirtinê, beramber bi „şaşik“ yan jî „gravat“a xwediyê deq, wek afrîdeyekî bi xwîn û goşt.

Jixwe karê min, wek „xwendin“, bi „şaşik“, „girêvan“, „xaç“, „gravat“ û „şal û şapikên“ sosyal û bi „xwîn goşt“, neketiye.

Lê xwendina „karûbarên“ wan, wek „pirtûk“, di çarçeweya danûstandina bi yên din/yan bi pirtûkên wan re, bê guman e, ew dikare bibe berê xwendina min, herwekî çawa dikare bibe berê xwendina her xwênerekî din jî.

Dibe ku ev jî li gora „rexnegiriya şaşikane“, xwendineke/nerîneke „herêmî“, „keysbaz“, „erzan“[xviii] „sert“, „rûsor“, „rûreş“, û nizanim çi be, ji dor û berên deqan re.

Lê „şaşik“ bi lingê xwe ve û „jehra dilê min“ û „sor-mor-şîn-reş- û tehliya rûyê min“ jî bi lingê xwe ve.

Raste, wek ku hûn fermoyîn „ti darên ku serên wan gihiştine asîmanan, nîn in“.

Lê „asîmanê“ ku tenê „asîman“ be, ji bo ku darên li jêr „hezreta“ bilindbûna „jorê“ wî, negihin toza navê wî, ew ne asîman e. 

„Mamostayê ku tenê „mamosta“  be, ji bo ku serê pirtûka „şagirtê“ wî negihe asîmanê pirtûka navê wî, ew ne mamosta ye.

„Şêxê“ ku tenê „şêx“ be, ji bo ku serê nimêja navê „mirîdê“ wî negihe asîmanê qiblegeha navê wî, ew ne şêx e.

û Xwedayê ku tenê Xwedayê wê tirsê be, ku „Şeytanê“ wî, navê wî, yê „mezin“ û „bilind“, di „serbizaftina“ navê xwe yê, „biçûk“ û „nizim“ de, kurt û puxt bike, ew ne Xwedê ye.

 ---------------------------------------------------

*Amaje: Paş lidarxistina çend “pirsên elektronîk“ û çend rojan ji razan û radana nivîsê, di e-maila „tirej.com“ê de, min pêwîstî dît (bê guman, paş lêborîneke elektronîk), ku ez vê gotarê, li aliyekî din, ji aliyên „Kurdên Internetê“, li weşanê bidim.

 

 

hoshengbroka@hotmail.com
 


[ii] Bo nimûne: Di çarçeweya rexnekirina „diziya berheman“ de, nivîseke rêzdar Helîm Yûsif li jêr navê „dizên rojê“, bi zimanê Erebî, di kovara Pênûs de(hj. 12, payîz 2002)

http://www.efrin.net/penus/index/old/penus12/arabi/5.htm

 , hatiye belavkirin.

Wek ji xwendina nivîsê diyar dibe, nivîskarê wê Helîm Yûsif hewl daye, ku di destnîşankirina „2 nimûneyên diziyê“ de, vê bareya „diziya bi Kurdî“, rexne bike. Li seranserî ravekirin û gengeşekirina wan „diziyên bi Kurdî“, nivîskar Helîm Yûsif belge bi belge, dergehên „dizên rojê“ yên  „bi Kurdî“,  diqutîne. Wexta ku rêzdar Omer ji belgeyên wê nivîsê hayedar dibe, ku pirsa „diziya roj bi nîvroj“, li ber dergehê wî ye jî, ew  ligel „sipasiyeke melûl“,  Helîm Yûsif bi „xirabkarî“ û „bîrdoziya“, beramberî „navê xwe“, hukum dike.

Bo zanîna rêzdar Omer, ez û Helîm Yûsif di rojbûnên Xwedê de jî, dengûbasên hev nabihîzin, û ne jî navên me rastî hev tên, lê wek bareyeke nivîskarane, di wê nivîsê de, rêzdar Yûsif(dûrî dengûbasên kesan û têkiliyên xwînên wan bi hev re) baş navê „diziya rojê“ û „dizên“ wê, biriye hildanê. Lê çima nivîskarê wê „bîrdoz“, „zirarkar“ û „xirabkarekî“ weha ye, ku „dixwaze zirarê bigihîne „navê rexnegirê ji 35 salên bi Kurdî, girover“, ew ferhenga „şaşika“ pirtûka rêzda Omer, ya „rexnekariyane“, dizane.

Wekî din jî, jixwe „qiyameta“ li ser serê rêzdar Can Dost, wek nivîskarê aliyekî ji rexnekirina „Mem û Zîna“ wî, ku rakiriye û nedaniye, hîn berê „şaşika pirtûka“ Omer, ya li „qalûqîlan“, eşkertir dike.  

[iii] Heyder Omer: http://www.tirej.net/index.2463.heyderomer.htm            

[iv] Ji bo beramberhevkirinek  berferhtir tikaye binêre:

Hoşeng Broka:  „hebû nebû tiştek ji peyvê mezintir nebû 1/2 &2/2“:    http://www.tirej.net/Lekolin.htm                               

[v] Her ku xwediyê „bersivnameyê“ li dengûbasên navê xwe mikur tê, xwe wek xwediyê  navê „ramiyarî“ û zanistî….htd, li qelem dide: „Her weha camêr li ba helwesta mine ramyarî, ku dibêjim ( Helbestvanê kurd dê çawa çavên xwe li hember êş, azarî û sitemkariya sitemkaran damirîne“ & „Wê hîngê, min rexneyeke zanistî li helbesta wî girt“. Ji „bersivnameyê“: http://www.tirej.net/index.2463.heyderomer.htm .

[xi] Wişeya bandor/bandûr, ku berî „Rûyê Broka“ yê „nezan“, ciyê dudilya „rûyê“ Heyder Omer yê „zana“ bû(bandor/bandûr), di bersivnameyê de, weha yekdilî diçe nivîsandinê: bandûr: „bê ku bikeve bin bandûra hestên xweyîtî“; bi bandûra tênegihiştina xwe“. Ji „bersivnameyê“: http://www.tirej.net/index.2463.heyderomer.htm

[xii] Di „bersivnameya“ xwe de, Omer „rûyê“ Broka, ku ji „rêzimanên“ bi Kurdî „ne-agahdar e“, bi „nezaniyê, hukum dike. Ew berî „rûyê“ Broka, yê „ne-zanistî“, hemî rêzimanan ji bo „rastderxistina“ „rexnename“ û „berxwedannameya“ xwe, rast dibîne. Lê paş „nezaniya“ heman „rûyî“, yê heman „Broka“ yî, ew bi qudreta Xwedayekî „Bedirxanî“, „bersivnameya“ xwe tenha li gora „Celadetê“ wî, dibe „sererastkirin“ û „rêzimanewanîkirinê“:

Berî „rûyê“ Broka yê ji „rêzimanên“ bi Kurdî „ne-agahdar“, Omer di „rexnename“ û „berxwedannameyê“ de   http://www.tirej.net/index.2395.heyderomer.htm   &   http://www.tirej.net/index.2414.heyderomer.htm  , lêkerên xwe yên cemkirî, bi du-sêdilî(hincaran peve/“Kurdoyî/Qenatê Kurdo“ û hincarên din jî, li gora gêwil, „Bedirxanî/Celadet Bedirxan“, ji hev cuda), birine nivîsandinê (çareserdibin/çareser nebin, bi kar aniye/bi kar tîne/bi kartîne, pevbiçin, nîşankir/nîşan dike, komkir, fêrbibe, paldide, cihgirtiye, çêdike, berxwedide/berxwe didin…htd.)

Lê paş heman „rûyê“ Broka yê „ne-xwende“ û „nezan“, Omer bi hewldaneke xurû „Bedirxanî“ û yekdilî, heman lêkerên xwe yên cemkirî, tenê bi cureyê ji hev cuda, dibe nivîsandinê: „diyar bikim, xuya kir, nîşan kirin, nîşan kiribûn, nîşan kirine, nîşan dike, nîşan bikim, nîşan bibin, hayedar bike, diyar dike, derbas dibe, wenda dike, bawer nedikir, pirs dikim, çap dibin, melûl dikir, nêçîrê bike, peyda nabin, peyda dibin, peyda bibin, diyar bike, diyar bû, diyar dike, diyar bikin, diyar kiribûn, çareser dibin, çareser dibe, çê dike, hêsan dibin, saz dibin, sayî bikin, pirs kir“ :

ji „bersivnameyê“  http://www.tirej.net/index.2463.heyderomer.htm

[xiv] Paş nivîsandina „pirrcure“, ku lêkera „hebûn“, di „rexnename“ û „berxwedannameyê“ de, li gora „irf û adetên“ „pirr-modêl“,  çûbû „rastnivîsandinê“(hebûn, hene, he ye, he be, he ne): tikaye binêre: http://www.tirej.net/index.2395.heyderomer.htm   & http://www.tirej.net/index.2414.heyderomer.htm

 Omer paş „rûyê“ Broka yê „ne-zanistî“, berê „hebûnên“ „bersivnameya“ xwe, dide yekcure-nivîsandinê: „hene, hebûn“: http://www.tirej.net/index.2463.heyderomer.htm