|
„Hooo Hevalno…heval tune ne“
Ji devê fîlosofê Grîkî Aristo(384-322 p. z.)
Bavê sosyolojiya Erebî, yê herî navdar Ibin
Xeldûn(1332-1406) dibêje: „Rabirdû, ji ava ku
mîna avê ye, bihtir, dişibihe dahatû“.
Her kesê ku civîn, daxwiyanî, dengûbas, raport,
analîze, pêşveçûn, û gefên rojane, yên ku di
derbareyê kirîza Tirkiyeyê bi PKKê re, rû didin,
dişopîne, dê tê derbixe, ku dîroka trajêdiya bi
Kurdî, dê careke din, were pirrbarekirinê:
Herwekî Ibin Xeledûn, diyar dike, ku çawa av
dişibihe avê, û av wekî avê diherike, dahatû jî,
dê mîna rabirdû, heman avê, heman herikînê û
heman şibihandinê, dubare bike, wisa jî diyar e,
ku Kurdên vê „Kurdistana ji xeberên êvaran“, dê
heman Kurdîtiya duh, heman xwîne-ava“ duh û
heman „xwîn-kujî“, „bira-kujî“, „Kurd-kujî“ û „Kurdistan-kujî“iya
duh, pirrbare bikin.
Di rojên destpêka kirîzê de, serkirdeyên „Kurdistana
azad“(bi taybetî serokên herdu partiyên
desthilatdar, serokê Îraqa fedral Celal Talebanî
û serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî),
daxwiyaniyên bi Kurdî, pirr bi hêz,
helwestperwer, cegerdar, Kurdistanperwer û
hevsozane, dan.
Ew daxwiyaniyên Kurdperwerane, ku ji Hewlêr heta
bi Amedê, û ji herduyan heta bi Qamishlo û
Mehabadê bûn, ciyê serbilindî, „helwest-bilindî“,
„wijdan-bilindî“ û „Kurdbilindiya“ her Kurdekî,
li her koşeyeke dunyayê bûn.
Di wan daxwiyaniyan de, Kurd berî her kesî, hem
hatin hişyarkirin û şîretkirin, û hem jî hatin
piştrastkirin û xweşbextkirin, ku
- „psîkeke bi tenê jî, ji Kurdistanê, û bi
destên Kurdan, dê bo Tirkiyeyê, neyê
radestkirinê“
- „qonaxa ku Kurd Kurdan bikuje, êdî derbas bû“.
- „Kurdên ku bo mafên xwe, yên rewa, tev
digerin(PKK), ne terorîst in“.
- „Kurdistana Îraqê û Kurdên wê, di şerê navbera
Tirkiyeyê û PKKê de, ne alî ne û ne jî dibin alî“.
- „Di kirîza navbera Tirkiyeyê û PKKê de,
desthilatdariya Kurdistana azad, aliyê çareserî
û aştiyê ye, lê ne aliyê şerr, alozkirin û
xirabkariyê ye“.
- „Em, wek Kurdên Kurdistana Îraqê, ne amade ne,
ku li şûna Tirkiyeyê, şerrê PKKê û Kurdên wê,
bikin“.
Ji 17.10.07an(paş erêkirina parlemana Tirkiyeyê,
ku destûra derbasbûnê bo Herêma Kurdistanê, li
dirêjiya salekê, da artêşê) heta bi
05.11.07an(hevdîtina serokwezîrê Tirkiyeyê Receb
Teyib Erdoxan bi serokê DYAê Georg Bush re),
hemî berpirsên bilind û „nîv-bilind“, mezin û
biçûk, yên „Kurdistana azad“, daxwiyaniyên bi
Kurdî, mezin, erênî(mîna yên jorîn) û
Kurdistanperwerane, di derheqê şerrê Tirkiyeyê,
yê „di devê derî“ de, li ser asteke bilind û bi
dengekî bilind, dan Kurdên xwe û tevaya raya
giştî, li seranserî dunyayê.
Lê îro, li gorî daxwiyaniyên heman serok, heman
partiyên desthilatdar û heman hikûmeta heman
Kurdistanê, ne „pisîkên“ Kurdistanê êdî ew „pisîk“in,
ne Hewelêra paytext êdî ew Hewlêr e, û ne jî
serok û „hikûmetên wê“, êdî ew serok û ew
hikûmet in.
Wisa diyar e, ku xebrên „Kurdistana êvaran“
ketin qulên dîwaran.
Wisa diyar e, ku ev Kurdistan û Kurdên wê, êdî
nema ew Kurdistan û ew Kurd in.
Wisa diyar e, ku ev „Kurdistana li deşta
xeberdanê“, dê biçe qedaxekirin û paktawkirina „Kurdistana
çiyayên qurbanê“.
Wisa diyare, ku serokên „Kurdistana deştê“ dê bi
„Tirkên xwe re“, herin çinîna serên serokên „Kurdistana
çiyê“.
Wisa diyare, ku
dîrok, bi Kurdî, hîn jî dikare here trajêdîkirin
û pirrbarekirinê;
xwîn, bi Kurdî, hîn jî dikare bibe av;
dest, bi Kurdî, hîn jî dikarin, li kuştina „destên
bira“, bigerin;
siyaset, bi Kurdî, hîn jî dikare, Kurdistanan,
bi hev bide kuştinê.
û wisa diyare, ku Kurd, bi Kurdî, hîn jî dikarin,
ji „Tirkan Tirktir“, berê Kurdan û çiyayên wan;
berê çiyan û xweşmêrên wan;
û berê xweşmêran û Kurdistanên wan,
bidin bîra bazaran,
bîra „destên kew“,
„paytextên kew“,
„serokên kew“
û „qehpe-komaran“;
bidin bîra mirinê,
bîra xwekuştin, hevkuştin û „Kurdistankuştinê“;
û bîra „werîsên kew“
û sêdaran.
hoshengbroka@hotmail.com
|